‘Li dijî tundiyê hişyarî têr nake tekoşînek berfireh divê’

Aktîvîst Hadia Belhac Yussef diyar kir ku tundiya li dijî jinê ku li Tûnisê zêde bûye pirskirêkek sîstemê ye û destnîşan kir ku divê mûdaxaleyek bi lez û berfireh were kirin her got ku tenê zêdetkirina xebatên hişyariyê têrê nake.

NEZİHA BOUSSAİDİ

Tûnis – Bi taybet li Rojhilata Navîn li gelek welatan tundî, komkujî, cudakarî û gefên li ser jinan zêde bûne. Şer, krîza aborî, jiyana bê ewle, koçberî û polîtîkayên desthilatdariya mêr di zêdekirina tundiya mêr de bandorker in, jin jî li her cihê ku lê bin têkoşîna xwe mezin dikin.

Li Tûnisa ku di mijara mafê jinan de wek mînak tê nîşandan, mafê jinan li ser kaxezê dimîne. Her çendî rêxistinên jinan ji bo ku jin mafê xwe nas bikin hişyariyên girîng jî didin, ji ber ku têkoşîna jinê venaguhere rêxistineke xurt a li ser esasê xweparastinê, jinan ji mafên xwe yên bingehîn jî bêpar dihêle.

Di sala yekem ya zewacê de tundî dest pê kir

Çîroka Mariam Y. a ku li bajarê Kayravan a Tûnisê dijî, dişibe çîrokên bi hezaran jinên ku li Tûnisê rastî tundiya mêr tên. Mariam Y. a ku ji sala di sala yekem ya zewacê de ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundî hatiye got: “Ji ber ku ez zarokê xwe fikirîm gilî nekir.” Mariam Y. diyar kir ku hevjînê wê li dijî zarokan jî tundiyê pêk tîne û bi zorê di karên giran de tê şixulandin.

‘Min ji rêxistinên jinan piştgirî girt’

Mariam Y. di berdevamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dema nexweşiya pençeşêra pêşîrê pê re çêbûye jî tundî nesekiniye û got ku dema rewşa aborî a hevjînê wê baş bûye zewaca duyem kiriye û zextê lê kiriye ku hevberdana bi peyman bi wê bide qebûlkirin. Mariam Y. ya got “Ji ber ku min tu maf nedigirt hevberdanê qebûl nekir” anî ziman ku ji ber piştî hevjînê wê bi zorê keçên xwe bizewicîne tundiya xwe zêde kiriye ji saziyên jinan piştgirî girtiye.

'Her ku newekhevî kûr dibe, tundî jî zêde dibe'

Koordînatora Bernameya Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Jinên Ereb a Têkoşîna li Dijî Tundiya Zayendî Hadîa Belhac Yûsif tundiya ku bi hezaran jinên mîna Meryem Y. rastî hatin û rêbazên têkoşînê ji ajansa me re nirxand. Hadiya Belhac Yûsif diyar kir ku li gelek welatan jin û zarokên keç tenê ji ber jin in rastî tundiyê tên û tên qetilkirin û diyar kir ku mêr ji tundiyê re gelek hincetan peyda dikin û civak jî van hincetan dipejirîne. Hadia Belhac Yussef wiha berdevam kir: "Şer, pevçûn, karesatên xwezayî yên wekî erdhej û lehiyê û pêvajoyên pandemî ên wekî coronavirus bûne sedem ku tundûtûjî zêdetir bibe. Dema newekheviya di navbera jin û mêr de kûr bibe, tundî jî zêde dibe. Me tu carî ders li ser hişyarkirina jinan û pêşxistina rê û rêbazên parastina wan ji tundiyê dernexistiye.”

‘Zagon nayê pêkanîn’

Hadia Belhac Yussef di berdevamiyê de anî ziman ku Zagona hejmara 58 di astengkirina tundiyê de rola pêşengtiyê dileyîze û wiha pê de çû: “Hikmê ceza, parastin, pêşî lê girtin heye. Lê ez zagonan nayê pêkanîn. Me dît ku piştî sala 2011’an li dijî qetilkirina  jinan sivik girtina dest hate çêkirin. Dema ku jinek rastî tundiyê hatiye, giliyê xwe dike, rapor tê amadekirin, ji mêr re soza wê tê girtin ku careke din tundiyê bikar neyîne û jin dikare vegere malê. Li şûna ku bişînin stargehekê lê nayê parastin.”

‘Divê bi lezgîn mudaxele bê kirin’

Hadiya Belhac Yûsif bal kişand ser wê yekê ku gelek sedemên zêdebûna tundiya mêr hene û wiha rêz kir: "Em dikarin gelek sedemên tundiya zihniyeta mêr binivîsin, wek bikaranîna madeyên hişber, bêkarî û fuhuşê ku bi krîza aborî re zêde bûne. Jin ji aliyê mêr ve jîn wek xelekek lewaz tê dîtin. Ji bo ku em van sedeman ji holê rabikin bi lezgînî mûdaxale were kirin. Hişyarî kirin tenê têr nake. Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan li Tûnisê, nêzîkatiyek berfireh ku hemû wezaret tê de beşdar bibin hewce ye. Her wiha divê em çawa pêşiya bikaranîna ciwanan ya ji  hişbirê re bigrin nîqaş bikin.”