‘Li dijî tundiya li herêmên şer piştevaniya jinan şert e’
Di çarçoveya dehemîn Mihrîcana Fîlman a Mafên Mirovan a Navnetewî ku li paytexta Tûnisê hat lidarxistin de, Komeleya Perwerde û Entegresyona Çandî ya Tûnîsê bi sernavê ‘Pergala mafê mirovan di rastiya heyî de’ civîna çapemeniyê li dar xist.
ZIHÛR EL-MEŞRIQÎ
Tûnis – Di mihrîcana Fîlman a Mafên Mirovan a Navneteweyî ku di 11’ê Mijdarê de destpê kir û didome de, 14’ê Mijdarê roja Înê ji aliyê Komeleya Perwerde û Entegresyona Çandî ya Tûnîsê ve bi sernavê ‘Pergala mafên mirovan di rastiya heyî de’civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Ji Tûnisê û welatên din, derhêner, rojnamevan û rêveberên mihrîcanê hatin ba hev. Armanca vê civînê ew bû ku zoriyên nû yên di warê mafên mirovan de werin nirxandin.
Axaftvanên beşdar bûn, girîngiya piştevaniya jinan a ji bo sînemayê ji bo gihandina deng û êşên ku jinên li herêmên şer û krîzê de dijîn bigihîjînin cîhanê nirxandin. Diyar kirin ku li welatên wekeE fganistan û Sûdanê ku pevçûn li wan dijwar e, jin zêdedit zirarê dibînin.
Beşdaran, dan zanîn ku li herêmê û Efrîqayê, rewşa mafên mirovan hatiye nîqaşkirin. Rojnamevana Îtalî û derhêner Emanuela Zuccala, destnîşan kir ku jinên li Filistîn, Sûriye, Sûdan, Lîbya û Efganistanê di şer de weke mertal tên bikaranîn, ji aliyê komên radîkal û alîgirên şer ve tên hedefgirtin.
‘Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de rola sînemayê’
Koordînatora ‘Karamah Tûnis’ a mihrîcana Fîlman a Mafên Nirovan a Navnetewî Macîde Suveyssî anî ziman ku mirîcan hewl dide binpêkirinên di qada mafên jinan û mafên mirovan de bi riya sînemayê bide dîtin û wiha got: “Rola sînemayê ya di mijara nişanda pirsgirêkên jinan ji bo cîhanê girîng e. Ekranên sînemayê, di têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li dijî jinan de navgînek girîng e.”
Gussa: Di dilê hemû Lubnaniyên ku koçber dikin de êşa şer heye
Di mihrîcanê de derhênera Lubnanî Hanîa el- Hûrî ku bi fîlma ‘Gussa’ cih digre, diyar kir ku fîlm piştî teqîna bendera Beyrûdê (2020) an Lubnaniyên ku welat terikandin, êşa kûr a ku dikşînin diteyîsîne û got: “Piştî teqînê, gelek kesan ji ber sedemên aborî û psîkolojîk, welat terikandine, bi tunebûna hêviyên xwe re, neçar man malbatên xwe û bîranînên xwe li paş xwe bihêlin. Fîlm bi zimanek xwezayî û ji dil ceribandina van mirovan li Parisî li jiyana baş digerin radigihîne. Di fîlm de cureyên belgesel û lihevhatî tîne ba hev, êşên ku koçberan kişandine, zoriyên ku malbatan xwe li ber girtine û pêvajoya hevsengiya bi Fransayê re bi kar aniye.”
Her wiha da zanîn ku di fîlm de giranî dane ser jinan û got: “Min xwest nîşan bidim ku jin di civakek mêrsalar a ku her dem li dijî wan sekiniye, çawa hêzê nîşan dane. Jinên Lubnanê her çendî zû hevsengiyê çêbikin jî bi pergala mêrsalar re têkoşîn zor e.”
‘Piştevaniya jinan û desteka mexdûran’
Koordînatora perwerdeya mafên mirovan a Tûnisê ya Rêxistina Efûya Navneteweyî Meryem Bucelban da zanîn ku rêxistin bi hemû jinên li Rojhilata Navîn û Efrîqayê re di nava zextê de ne di nava piştevaniyê de ye. Meryem Bucelban bal kişand ser girîngiya rewşa li Sûdanê û got: “Bi taybetî li bajarê Faşêrê, jin di nava birçîbûn, wehşet û kolekirinê de mane, dinya jî gelek deman li hemberî van bûyeran bêdeng maye. Tê xwestin jinên Sûdanê bi tecawizên komî û îşkenceyên sîstematîk bitepesînin.”