Li dijî tecrîdê çalakiya konvedanê hat lidarxistin

Jinên ku beşdarî çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn, banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Şehba – Bi pêşengiya Komîteya Jin a Meclîsa Kantona Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Em Rêber Apo silav dikin û soza têkoşînê bilind dikin” li kampa Serdem a Şehbayê çalakiya konvedanê ya li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat lidarxistin. Li gel hemu sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ên beşdarî çalakiyê bûn jinên heremê jî bi hêrsa li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan konê çalakiyê.

Endama Meclîsa Kantona Efrîn Arîn Bekîr a der barê armanca vedana kona çalakiyê de axivî,  tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan şermezar kir û got: "Li dijî zêdekirina pergala tecrîdê li ser Rêber Apo jinên Efrînê nerazîbûnên xwe nîşan didin û ji bo azadiya Rêber Apo em her li ser piyan in. Lewra me kona xwepêşandanê li dijî vê tecrîda girankirî li dar xist. Bi rêya vê konê em tecrîdê şermezar dikin. Hemû sazî û dezgeh derbasî bin vê konê dibin û helwestên xwe li dijî tecrîdê nîşan didin. Azadiya Rêber Apo ya fîzîkî wê ji me re bibe xetek ji bo wê têbikoşin."

Fatimê Mihemed a ku beşdarî çalakiya konvedanê bû, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û diyar kir ku heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ê di nav çalakiyan de bin. Fatime Mihemed a bal kişand ser bêdengiya Rêxistinên Mafên Mirovan û CPT ya li hemberî tecrîdê, destnîşan kir ku armanca tecrîdê rê li ber belavbûna fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtine û got li dijî tecrîdê dê çalakiyên me dom bike.

Ji bo têkoşîn û berxwedanê

Botan Qasêm jî diyarkir ku heya bidawîbûna tecrîdê ewê li qadan bin û got; “Li seranserî salên ku Rêber Apo di zîndanê de hatiye dîlgirtrin tecrîd li ser tê girankirin û zêdekirin. Em vê tecrîdê red dikin û tu carî qebûl nakin. Bi hezaran li Şehbayê milet dijî û berxwe didin ji bo azadiya Rêber Apo. Em vê tecrîdê bi tundî şermezar dikin."

Xedîce Bekir a ew jî beşdarî çalakiya konvedanê bûbû tekez kir ku bi rêya fikr û felesfeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe naskirin û wiha pêl da gotina xwe: "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em xwedî li nasname û jinbûna xwe derketin û ji bo azadiya xwe em tevgeriyan. Ji bo Rêber Apo her amade ne û çi bê xwestin em ê bikin ji tekoşîn û berxwedanê. Tu carî nikarin jin ji Rêber Apo qut bikin û em hêz ji berxwedana Rêber Apo digirin."