Li dijî tecrîda mutleq ya li Îmraliyê gelê Kobanê daketin qadan

Şêniyên bajarê Kobanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nûkirina cezayan ‘dîsplînê’ meşiyan. Di meşê de hat teqezkirin ku dê têkoşîna şikandina pergala Îmraliyê bidome.

Kobanê- Dewleta Tirk tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an de di girtîgeha Îmraliyê de ye, giran dike û her car cezayekî nû yê bi bihaneya ‘dispilînê’ hevdîtîna parêzer û malbatê asteng dike.

Li dijî siyaseta dewleta Tirk û hêzên komploger ya li gireva Îmraliyê, îro şêniyên Kobanê yê kantona Firatê meşiyan.

Meşa di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li qada Jina Azad bi beşdarbûna jin, mêr, ciwan û zarokên Kobanê, her wiha Kongra Star, Rêveberiya Xweser, Meclîsa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl destpêkir û li qada Aştî rawestiya. Di meşê de bê navber diruşmên “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevseroka Meclîsa Malbatên şehîdan Sara Xelîl axivî.

‘Rêberekî ku ji bo mirovahiyê pêşengiyê bike tecrîd nabe’

Sara Xelîl wiha got: “Dewleta Tirk careke din ji bo Rêber Apo cezayê 3 mehan nû kir, ev ceza di demeke wiha de tên ku ev 3 sal in hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatiye qedexekirin û her car bi bihaneyeke cuda tê astengkirin. Ji bo vê jî îro weke gelê Kobanê em peyam û helwesta xwe ya li hember vê tecrîdê wiha bilêv dikin; hûnê tu carî nikarbin bi van rêbazên erzan me ji rêber Apo qut bikin. Berê me digot Rêberê Gelê Kurd, lê a niha ew bûye rêberê mirovahiyê ye ku ev jî diyar dike bîrdoziya wî di kîjan astê de belavbûye û bi xwe re jî armanca komplo û tecrîdê pûç dike. Paradîgmeya ku Rêber Apo pêşkêş kir, di nava xwe de rastiya civakê û ya pergala heyî jî radixe berçavan. Pêve girêdayî jî bi xwe re şêwazê çareseriyê jî pêş dixe, ji bo vê jî ew ji  gelên bindest re bûye hêviya rizgariyê.”

Meş bi silavkirina berxwedana Ocalan ya li Îmraliyê bi dawî bû.

‘Girankirina tecrîdê projeya azadiya jinê jî armanc digre’

Suad Şêx Demir ku beşdarî meşê bibû, tecrîda mutleq ya li Îmraliyê şermezar kir û got: “Rêber Apo xebat ji bo doza Kurdî destpê kir, lê di nav de doza azadiya jin jî weke erk girt ser milê xwe û xebatên binirx jî ji bo me kir. Jinên Kurd û yên Rojhilata Navîn asta koletiyê jî derbas kirbûn. Lewra bi saya têkoşîna Rêber Apo jin bi ziman, çav û guh bûn, ji bo vê jî em çiqas behsa wate û girîngiya bîrdoziya Rêber Apo ji bo xwe bikin, emê nikarin bi wate bikin. Koletiya 5 hezar sal bi saya têkoşîna Rêber Apo ku hevgirtina jinan ya ji bo azadiya ava kir, têk diçe. Li rex projeyên Rêber Apo yên avakirina jiyaneke altirnatîf ku yek jê jî azadiya jin e, dibin sedemên pêkanîna komployê û pêkanîna tecrîdeke ewqas giran e.”