‘Li dijî şeran pêwistî bi têkoşîna bi hev re ya gelan heye’
Hîndekar Dilpak Tahir li ser pirsgirêka nukleerê ya li Îranê û şerê li Rojhilata Navîn her wiha şerê Îsraîl û Îranê got ku ji bo aştî li Rojhilata Navîn çêbibe pêwistî bi têkoşîna bi hev re ya gelan heye.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di navbera Îsraîl û Îranê de 13’ê Hezîranê êrîşan dest pê kir û 12 rojan berdewam kirin. Di ecama êrîşên 12 rojan ên Îsraîl û Îranê de 606 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 33 kes birîndar bûn. Di van êrîşan de zêdeyî 74 jinan jiyana xwe ji dest dan. Piştî 12 rojên şerê di navbera Îsraîl û Îranê de gelek ziyanên canî û madî li tevahiya herêmê çêbûn, agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de di sibeha 24’ê Hezîranê de ket meriyetê. Di encama şer de bi taybetî jin û zarokan ziyan dîtin. Pirsgirêka atoma Îranê û destwerdana hêzên hegemon, li herêmê, bûne sedema şerê li Rojhilata Navîn.
‘Agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de tevahî gelên Rojhilata Navîn kêfxweş kiriye’
Hîndekara beşa pêwendiyên giştî ya Zanîngeha Polîteknîkî ya Silêmaniyê Dilpak Tahir diyar kir ku nakokî û berjewendiyên siyasî diyardeyek xwezayî ne li tevahî cîhanê. Her yek ji bo zêdekirina desthilatdariya xwe û mayîna li ser desthilatdariyê hewldanên ji bo nakokî û şeran didomîne û wiha got: “Geşkirina şer ji aliyê hêzên hegemon ve bandorek neyînî bi xwe re tîne. Şer ne di berjewendiyên tu kes an jî civakan de ne. Di nava 12 rojan de herdu dewletan êrîşên xwe domandin, hemwelatiyên Iraqê ji ber vê yekê gelek xemgîn bûn.
Di serê sibeha 24’ê Hezîranê de bi çêbûna agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê û tevahî hemwelatiyên Rojhilata Navîn de, bi taybetî hemwelatiyên Iraqê ku nêzî sînorê herdu welatan e kêfxweş kirin. Agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de aştî û jiyana bi hev re ya gelan li pey xwe tîne. Her wiha di zagona şer û dîplomasiyê de piştî hebûna agirbestê careke din geşkirina şer ne rewa ye li hemberî gelê herêmê. Divê welat ji bo aştiyê hewl bidin. Rol û hevkariya welatên serdest di şer de, hemû Rojhilata Navîn digre ber xwe. Hebûna şer her çendî gelek dem bigre jî ziyanê dide mirovan, jîngeh û tevahî aliyên jiyanê. Ji ber wê pêwistiya me Kurdan bi yekitiyê heye. ”
‘Pêşketina li welat bi pêşketina jinan pêkan e’
Dilpak Tahir axaftina xwe wiha domand: “Şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dike. Em ezmûna van şeran baş dizanin. Di şeran de jin rastî tundiya zayendî tên. Li Rojhilata Navîn di encama şeran de jin weke hêmana namûsê tên bikaranîn. Ji ber wê di şeran de jin rastî kuştin, destdirêjiyên tên. Divê jin di şeran de ji aliyê dewletan ve werin parastin. Niha ji sedî 60 heta sedî 70 cihên siyasî di destên jinên herêman de ne. Asta geşkirin û pêşeketina welat bi asta xebat û pêşketina jinan ve girêdayî ye.”
Dilpak Tahir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şerên li Rojhilata Navîn diqewimin her diçe zêde dibin. Pirsgirêka atoma Îran û destwerdena hêzên hegemon li herêmê, her dem bûne sedema rûdana şer li Rojhilata Navîn. Ji ber wê divê xebatên ji bo aştiya Rojhilata Navîn hebin. Ev yek ji bo pêşîgirtina şeran girîng in. Destwerdanên derve û îradeya partiyên siyasî yên li Rojhilat Navîn dikare pêşî li şeran bigre û aştiyê bîne Rojhilata Navîn.”