Jin li benda aktîfkirina zagonên sûcên medyaya dîjîtal in
Doza tundiya dîjîtal an jî sûc û binpêkirinên ku jin rojane bi wan re rûbirû dimînin, her roja diçe pêwistiya bi zagonên sûcên dîjîtal zêdetir dike.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Dibe her kes rûbirûyê wê şîdetê tên lê yên ku eşkere dikin û dikevin nava lêgerîna çareseriyê kêm in. Ên ku herî zêde bi vê tundiyê re rûbirû dimînin jin in. Tundiya dîjîtal hemû beşan hedef digre, bi agahiyên derewîn, wêne û dîmenên li ser bernameyên dîjîtal çêdikin gefan li jinan dixwin.
Rêvebera Mala Jin a bajarê Til Temirê Hedla Ebdilwehab bi van agahiyan diyardeya tundiya dîjîtal anî ziman: “Dozên tundiya dîjîtal nakevin Zagona Malbatê, dozên cezayî ne Dîwana Edaleta Civakî pê re mijûl dibin lê Mala Jin dozên ku jin tê de bin dişopîne.”
Hedla Ebdilwehab da zanîn ku HTŞ lîstikek pir qirêj dilîze, bi riya torên ku ava dike jinan hedef digre û dike navenda êrîşên xwe. Bi vê armancê hewl didin derbeyek li pergala azadiya jinan a li Rojava bixin.
Torek ava dike û jinên koçber hedef digre lê çawa?
Hedla wiha hûrguliyên sûcên ku HTŞ dike bilêv kir: “Di hinek lêpirsînên bi mexdûran re, hat xuyakirin ku Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) li pey hedefgirtin û teşhîrkirina jinan di qada dîjîtal de ye. HTŞ jinên ku aboriya wan nebaş e beşdarî torek dike li beramberî pere jinan bi karên ne li gorî xwezaya wan re mijûl dikin û wisa wan bi tundiya giran re rû bi rû dihêlin.”
Yên daxwazên HTŞ’ê red bikin wê teşhîr dikin
Hedla awayê ketina jinan ji torên HTŞ’ê re wiha vegot: “HTŞ bi taybetî jinên koçber hedef digre û bi wan re dikeve nav pêwendiyan. Jinên ku hewldanên HTŞ’ê yên kişandina ber bi herêmên xwe ve red dikin, teşhîr dike. Wêne û dîmenên jinan ji hundirê Şamê li ser medyaya dîjîtal tên parvekirin. Bê agahiya jinan wêne û dîmenên wan tên parvekirin. Ji lewre jinên ku dikevin bin bandor û zexta HTŞ’ê tên xapandin û wan bi darazê re rûbirû dihêlin.”
Hedla sedema ku jin zû tên îstîsmarkirin wiha vegot: “Ji ber nezanînê û bêyî ku saziyên ewlehiyê û saziyên jinan agahdar bikin, jin dikevin torê û bi awayên xirab tên îstîsmarkirin.”
Ji bo ku jinên din nebin mexdûr zûtir serî li saziyên ewlehiyê û jinan bidin
Hedla da zanîn ku ji bo jinên din jî nekevin bin bandora vê êrîşê û bizanibin çawa xwe biparêzin, Mala Jin û Kongra Star dest bi dayîna semînerên hişyarkirinê kirin û got: “Divê malbat bêhtir têgihîştî û alîkar bin, zarokên xwe bişopînin da ku bi hev re bikaribin civaka xwe ji êrîşên derve biparêzin. Divê em zûtir xwe bigihîjînin saziyên ewlehiyê û yên jinan.
‘Gef li jinan tê xwarin’
Hemwelatiya Til Temir Zehra Emîn jî dibêje ku diyardeya tundiya dîjîtal zêde bûye û bi riya wê hestên jinan îstîsmar dikin û wiha pêde çû: “Jin bi weşandina wêneyên xwe tên tehdîtkirin. Di bin navê hezkirinê de gelek jin tên îstîsmarkirin, ji ber wateya hezkirinê rast nehatiye fêmkirin. Mêr piştî baweriya jinan digrin, wêneyên wan li ser meydaya dîjîtal parve dikin an jî difroşin aliyên din û wisa jinan teşhîr dikin.
Zehra Emîn daxwaza aktîfkirina zagonên ku van sûcdaran ceza bikin kir û sedema daxwazê dispêre jinên ku bi wêneyên wan tên tehdîtkirin wan bi tawanên wekî bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir û heta bazirganiya bedena xwe, beşdar dikin. Pêwistî bi zagonek heye sûcdaran ceza bike û jinan biparêze, ji ber ku awayê jiyana jinan diguherîne.
Parêzer Roja Xelef jî got ku bi tundiya dîjîtal re zengilên alarmê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêdidin. Li ser pirsa; di zagonên Rêveberiya Xweser de madeyên taybet hene ku tundiya li dijî jinan, tevî şîdeta dîjîtal sûc dikin yan na? Roja Xelef wiha bersiv da: “Hevpeymana Civakî bi madeyên 50 û 51 jinan diparêze. Madeya 50 hemû cureyên tundî, cudakarî û îstîsmara li dijî jinan, tevî tundiya dîjîtal wekî şantajên dîjîtal, gefxwarin, belavkirina wêneyan û heqaretê sûc dibîne. Ev made ne tenê nivîs in bingeha zagonî ne û em pê ve girêdayî ne.”
Heta niha zagonek taybet ji bo sûcên dîjîtal tune ye
Roja Xelef têkildarê prosedurên zagonî ji bo hesabpirsîna sûcdarên îstîsmara dîjîtal got: “Heya niha zagonek taybet der barê sûcên dîjîtal de tune ye lê ev nayê wê wateyê ku şantaj, gef an jî heqareta li ser înternetê ne sûc in. Jinên rûbirûyê sûcên wiha dibin, giliyê xwe dikin û li gorî zagonên giştî sûcdar cezayê xwe dikşînin.”
Li şûna ku serî li dadweriyê bidin keçên xwe bi sûcdar re dizewicînin!
Roja Xelef li ser kevneşopiyên civakî yên di rewşên wiha de jî ev tişt anî ziman: “Kevneşopî û adet roleke girîng di dûrxistina mirovan a ji gilîkirinê de dilîzin. Tirsa ji skandalê bandorek neyînî li ser pêvajoya edaletê jî dike. Di hinek malbatan de, sûc tê veşartin, an jî zarokê/a herî biçûk li şûna ku li riyên qanûnî bigere, bi sûcdar re tê zewicandin.”
Pêwistiyek lezgîn bi agahdarkirina jinan bi bandora prosedurên qanûnî heye
Roja Xelek der barê pêwistiyên heyî de got: “Pêwistiyên me bi awayekî lezgîn bi organîzekirin û rêveberiya kampanyayên hişyariyê yên hevbeş heye. Hebûna rêxistinên jinan di navbera parêzerên jin û jinên rastî îstîsmarê hatine de, baweriyê biafirîne, ji ber ku jin der barê xurtkirin û zêdekirina bandora prosedurên qanûnî de agahdar tên agahdarkirin.”
Divê ku hêzên ewlehiyê li gorî pêşketinên teknolojîk ên herî dawî werin perwerdekirin
Roja Xelef di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwistiya me bi hêzên ewlehiyê ku bi pêşketinên teknolojîk ên herî dawî re werin perwerdekirin heye. Ji ber ku sûcên dîjîtal pisporiyeke cuda ji sûcên kevneşopî dixwazin. Hebûna efserên jin ên perwerdekirî jinên rastî êrîşê hatine hêzdar dike ku bê tirs sûcan rapor bikin û li alîkariyê bigerin, bêyî ku ji qada dîjîtal dûr bikevin.”