Li dijî rojnamegerên jin tundiya dîjîtal zêde dibe

Rêvebera Lêkolînê ya Navenda Navneteweyî a Rojnamegeran (ICFJ) diyar kir ku cureyên gefên ku rojnamegerên jin di dîjîtalê de rû bi rû dimînin zêde dibin.

Navenda Nûçeyan -   Rêvebera Lêkolînê ya Navenda Navneteweyî a Rojnamegeran (ICFJ) Julie Posetti di konferansa navneteweyî ya ku li Îtalyayê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku rojnamegerên jin zêdetir rastî tundiya dijîtal tên û ev yek her ku diçe zêde dibe.

Julie Posetti di axaftina xwe ya li konferansê de got:" ji bo ku em zirara tundiya dîjîtal bêbandor bikin potansiyeleke girîng heye." Julie Posetti bal kişand ser rola şîrketan û diyar kir ku şîrket di vî warî de berpirsiyariyê nagirin ser xwe.

Di Konferansê li ser êrîşên dîjîtal, di nav de heqaret, şîroveyên zayendî, gefên kuştinê yên li dijî rojnamevan û malbatên wan bal hat kişandin.

Di lêkolîneke hevpar a ku ji aliyê UNESCO/ICFJ'ê ve di sala 2022'an de pêk hat, ku bi 900 rojnamevanên ji 125 welatan re hevpeyvîn hat kirin, ji çar parên sê rojnamevanên jin eşkere kirin ku ew ji ber karê xwe rastî tundiya dijîtal an gefan hatine.