Li dijî polîtîkayên cudakar ên li zanîngehên Mexribê pêşniyara kotayê

Li zanîngehên Mexribê ji ber cudakariya zayendî, jin di pozîsyonên girîng de nikarin nûnertiyê bikin. Fatima El-Zehra Iflahan, got ku ev rewş ji ber zihniyeta serdestiya mêr çêbûye û xwest pergala kotayê were pêkanîn.

RECA XEYRAT

Mexrib – Di gelek pêşeyan de cudakariya zayendî ji bo jinan dibe pirsgirêka bingehîn. Ya destpêkê jî xebatên akademîk in. Jin weke di her warî de, li vê derê jî ji bo hebûna xwe nîşan bidin têdikoşin.

Alîkara serokê berê ya Zanîngeha Ayyad Qadî ya Marakeşê profesor Fatima El-Zehra Iflahan, li ser cudakariya zayendî ya li zanîngehên Merakeşê û têkoşîna ku li dijî vê yekê tê meşandin, ji ajansa me re nirxandin kir. Fatima El-Zehra diyar kir ku di zanîngehên Mexribê de nûnertiya jinan kêm e, mêr di pozîsyonên girîng de tên bicihkirin û got ku jin, ji ber polîtîkayên cudakar, xwe ji bo beşên weke rektorî, laboratuvar, serokatiya beşan namzed nîşan nadin.

‘Jin di pozîsyonên girîng de tune ne’

Fatima El-Zehra got ku di zanîngehên Mexribê de rektoreke jin tune ye, vê rewşê rexne kir û got ku ev rewş di her merheleya zanîngehê de wiha ye. Fatima El-Zehra Iflahan wiha got: “Li Mexribê gelek jinên xwedî behremendî hene lê em di pozîsyonên, ditirsin ku qezenc nekin, ji bo namzedediyê bi cesaret nîn in û naxwazin bi mêrên namzed re bikevin pêşbaziyê.”

‘Divê di zanîngeha de kota were pêkanîn’

Fatima El-Zehra Iflahan, bal kişand ku li dijî vê rewşa ku mirov aciz dike, divê ne tenê di warê siyasî de, di warê zanîngehan de jî derfetên wekhev werin dayîn, weke makanîzmaya cudakariya pozîtîf divê pergala ‘kotayê’ were pejirandin. Fatima El-Zehra diyar kir ku zanîngeha Qadî Ayya a di sala 1978’an de li bajarê Merakeşê hat avakirin di sala 2019’an de navendeke ku bi mijarên zayenda civakî re têkildar dibe hatiye avakirin. Fatima El-Zehra Iflahan, diyar kir ku li zanîngeha Qadî Ayyad, di beşa têkiliyên navneteweyî û alîkariya rektor de berpirsyariyên girîng girtiye.

Fatima El-Zehra Iflahan, gotinên xwe wiha domand: “Berê ji bo di warê zayend û jinan de lêkolînan bike yekîneyek bi navê ‘Jisr’ hatibû avakirin. Ez jî bi komeke profesorên jin û mêr ên zanîngehê re beşdar bûbûm. Yekîneyê di sala 2000’an de dest bi xebata xwe kir. Ligel vê yekîneyê, yekîneyeke din a ku bi xebatên zayenda civakî û jinan re têkildar dibû jî hat avakirin. Endamên yekîneyê, ji profesorên çalak, jinên di Zanîngeha Hiqûq û Zanistên Îqtîsadî de cih digirtin pêk dihat. Navê ‘Qadî Ayyad’ li yekîneyê hat danîn û li ser pirsgirêkên zayendî û jinan xebatên lêkolînê hatin kirin.”

‘Lêkolînên civakî yên ku li ser civakê bandorê çênekin bê feyde ne’

Fatma El Zehra Iflahen ev yek jî anî ziman: "Yekîneya "Cisir" dê bi ser neketa yan jî armancên xwe pêk neanîbûya ger kar bi tevgera jinan re li bajarê Merakeş û Esefî re nekirbûya. Kar bi Komeleya Demokratîk a jinên Mexribê û Federasyona Kombenda Mafên Jinan û Yekitiya Karên Jinan û hwd. re hat kirin û tevli çalakiyên mafan û sivîl jî bûn. Vê hevkariyê encamên gelekî baş bi xwe re anîn. Panel û rojên xwendinê panelên diyalogê û çalakiyên ji bo sûdgirtina xwendekaran û karkerên di zanîngehan de û aktîvîstên zanîngehî di dozên cuda û lêkolînên jinan de hatin lidarxistin. Em dikaribûn weke yekitiyeke lêkolînan bikevin projeyeke Ewropî bi navê "Jinên Pêşeng." Wê demê me komeleyek bi navê "Nûr" ava kir. Vê tecrubeyê zayîna navendên hevsengiya derfetan di hundirê zanîngehê de bi xwe re anî û ji armancên projeyê perwerdekirina jinan di hundirê zanîngehan de bû ji bo bigihîjin navendên biryaran."

‘Min di projeyê de ji jinan re pêşengî kir’

Fatma El Zehraa Iflahen di berdewamiya axaftina xwe de got ku piştî wê yekê yekîneya "Cisir" dikaribû hevkariyên xwe berfireh bike û li ser civaka sivîl zana bibe û kar pê re bike bi riya deriyê jinan û ciwanan bi taybetî li herêma Hewz. Di encamê de çirûskeke zanîngehê di dozên girêdayî cureya civakî û hevsengiya derfetan derket heta ger ev tecrube rastiya zanîngehan gelekî neguhertibe.

Der barê wekheviya di hundirê zanîngehan de ku di bingeh de tune ye li gorî gotina Fatma El Zehra Iflahen, rêjeya mamosteyên jin di zanîngehan de di hemû zanîngehên Mexribê de  ji sedî 13,33 ne û di peymangehên lêkolînên zanistî de ji sedî 13,68 derbas nake. Her wiha rêjeya serokên jin ên zanîngehan sifir e. Fatma El Zehraa Iflahen bal kişand ku ev yek vedigere redkirina eşkere û carna veşartî û zihniyeta baviksalarî ya di hundirê zanîngehan û hwd de.

Fatma El Zehraa Iflahen teqez kir ku ev reqem ne tenê şerm in lê belê diyar dikin ku cudahî di navbera gotin û kirinan de gelek e.

‘Di 12 zanîngehên li Mexribê de serokek jin tune ye’

Der barê lawaziya rêjeya jinan di rêveberiya zanîngehan de bal kişand ku di sala 2016’an de û ji dema avakirina zanîngeha El Qadî Eyad li Merakeşê di sala 1978’an de di zanîngehê de jinek tenê jî cihê xwe di rêveberiyê de negirtiye ji bilî Dr. Wîdad El Tebaa di fakulteya wêjeyê de. Di dema parastina wê ji zanistên mirovî û daxwaza bilindbûna asta xwe de li hember gelek tengaviyan ma. Ne ji ber tiştekî lê belê tenê ji ber jin e û wiha dewam kir: "ji sala 2019’an heta 2024’an ve tenê 3 jinên rêveber li Zanîngeha El Qadî Eyad di 15 saziyên zanîngehan de hatine teyînkirin. Ji bo serokên zanîngehên Mexribê jî ji 3 jinan pê ve tune ye. Yek ji wan beriya sazkirina hikûmeta niha weke wezîr hat danîn ew jî Ewatif Heyar û mamoste Rehma Borqiye û yek din bi sedema dozên destdirêjiyê li zanîngeha El Hesen El Ewel Bestat ku seroka wê bû hat dûrxistin. Di roja me ya îro de di 12 zanîngehên Mexribê de yek serok jî jin tune ye."

Fatma El Zehra Iflahen rewşa di hundirê zanîngehên Mexribê de rexne kir û diyar kir ku xwendekarên berê xwe didin zanîngehan tenê serokên zanîngehan û serokên refan û cihê testan û peymangehan mêr dibînin di demekê de ku jin weke sekreter û hwd. ji karên bê armanc dikin.

Fatma El Zehraa Iflahen bang kir ku divê îradeya siyasî çêbibe, ji bo ev rewş were guhertin û perespektîfa derfet û wekheviya di hundirê zanîngehan de hebe.