Li dijî nenaskirinê pêkhateyên Hesekê agirê Newrozê dadan

Şêniyên Hesekê li hemberî biryara bi hejmara 188’an a ji aliyê rêvberiya demkî ve hat ragihandin, agirê Newrozê li Qada Aştiyê gur kirin û beşdaran diyar kirin ku kes nikare cejnên wan qedexe bike.

Hesekê – Şêniyên bajarê Hesekê yê Bakûr Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Êzidî bi cil û bergên xwe yên gelerî li hemberî biryara bi hejmar 188’an a rêvberiya  demkî ya Sûriyeyê ku cejnên hemû civakên Sûriyeyê qebul nake, li qada Aştiyê ya Sûka bajarê Hesekê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de agirê Newrozê hat pêxistin, rêûresma Akitu û Çarşema Sor hat birêvebirin û çalakiyên hunerî û govend hatin pêşkêşkirin. Çalakvanan hêk boyax kirin û li zarokan belav kirin. Boyaxkirina hêkan di gelek çandan de adetek hevpar e. Hêk di dema Akitu de, çîroka afirandina gerdûnê û destpêka biharê ye. Li gorî baweriya Êzidiyan jî wekî sembola destpêkirina biharê tê hesibandin .

‘Kes nikare agirê Newrozê vemrîne ‘

Henar Îbrahîm ku di organîzekirina çalakiyê de cih girt diyar kir ku agirê Newrozê tu carî nehatiye vemirandin û dê neyê vemirandin û got: “Newroz ji bo Kurdan rojeke dîrokî ye û ew di her şert û mercê de pîroz dikin. Îro hemû pêkhate li vê meydanê amade ne da ku bersiva biryara rêveberiya demkî bidin. Ew bi çand, cejn û nasnameya xwe li vir in.

Kes nikare dîrok û nasnameya me tune bike ‘

Silva Berrî got ku rêveberiya demkî bi biryara 188’an dixwaze nasnameya gelên herêmê ji holê rake û wiha  got: “Li Sûriyeyê gelek mezheb û kêmar hene û divê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê wan nas bike. Em dixwazin cejnên ku bi nasname û çanda me ve girêdayî ne werin naskirin. Akitu ji bo me cejnek taybet e û sembola şaristanî û neteweperweriya me ye. Nenaskirina cejnên me, tunekirina dîrok û nasnameya me ye. Projeya neteweya demokratîk ew proje ye ku mafên hemû pêkhateyan diparêze.”

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.