Li dijî lêpirsîna der barê Oznûr Deger bertek hat nîşandan
Meclisa Jinan a DEM Partiyê û MKG lêpirsîna li dijî rojnameger Oznûr Deger hatiye destpêkirin şermezar kirin û diyar kirin ku ew pergala ku gotinên zayendperest bêceza dihêle û rojnamegeran ceza dike qebûl nakin.
Navenda Nûçeyan - MKG û Meclisa Jinan a DEM Partiyê, li hember vekirina lêpirsîna der barê rojnameger Oznûr Deger a ji aliyê polîsan ve rastî gotinên zayendperest hat vekirin, daxuyanî dan û bertek nîşan dan.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bertek nîşanî gotinên zayendperest ên polîsan li dijî nûçegihana JINNEWS'ê Oznûr Deger dan
MKG'ê diyar kir ku der barê Oznûr Deger de bi hinceta "heqaret li memûreke dewletê kiriye" lêpirsîn hatiye vekirin û got: "Em pergala ku gotinên zayendîparêz bêceza dihêle û rojnamegeran ceza dike, qebûl nakin. Em li cem hevala xwe ne."
'Hûn ê bi hêza vîn û rastiyê têk bibin'
Meclîsa Jin a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal bertek nîşanî lêpirsîna der barê Oznûr Deger da.
Daxuyaniya Meclisa Jinan wiha ye: “Bi vekirina lêpirsîna der barê Rojnameger Oznûr Deger a ku bertek nîşanî polîsên ku li hemberî wê gotinên zayendîperest dan, hûn nikarin sûcên ku we li dijî rojnamegeran kirine veşêrin. Em careke din ji kesên ku difikirin ku bi girtina rojnamegeran û vekirina lêpirsînan bitirsînin re dibêjin: Hûn ê bi hêza îrade û rastiyê têk biçin."