Li dijî jinên ji hişê xwe astengdar tundiya zayendî
Bijîşk û lêkolînera tenduristiya civakî Sîmîn Kazemî encamên lêkolîneke li navendeke lênêrînê yê Îranê eşkere kir. Li gorî vê yekê, ji sedî 66 jinên ji hişê xwe astengdar rastî destdirêjiya zayendî hatine.
Navenda Nûçeyan – Tundjiya zayendî ya li dijî jinên ji hişê xwe astengdar, di nava cûdakariya li ser bingeha zayendî û cûdakariya dijî kesên astengdar de cih digire. Faktorên wek girêdayîbûna bi lênêrînvanan, astengiyên ragihandinê, damxeyên civakî û paşguhkirina îfadeya kesên bûne hedef, vê cûrê tundiyê bikin pirsgirêkek zor a veşartî û ragihandin an jî şopandina pêvajoyên yasayî.
Ji sedî 66’ê jinan rastî destdirêjiyê hatine
Bijîşk û lêkolînera tenduristiya civakî Sîmîn Kazemî di gotara xwe ya bi navê ‘Tundiya nayê dîtin: Di siya bêdengiya pergalî de desdirêjiya jinên ji hişê xwe astengdar’ de aliyên vê tundiyê yên ku pir caran nayê dîtin lêkolîn dike. Sîmîn Kazemî divê gotara xwe de lêkolînek ku ji hêla Rezaeî Dehnavi û Ereb Şeibanî ve li ser jinên ji hişê xwe astengdar ku li navendek lênêrînê ya li Îranê dijîn hatiye kirin, bi bîr dixe. Encamên lêkolînê eşkere dike û diyar dike ku ji sedî 66 jinên ku beşdarî anketê bûne rastî destdirêjiya zayendî hatine, ji sedî 34.5’ê wan di encama destdirêjiyê de ducanî bûne. Derbarê kiryaran de ji sedî 20.7 kesên nasin, ji sedî 34.5 biyanî ne û ji sedî 44.8 hem kesên nas û hem jî biyanî ne.
Ev dane aîdî navendek diyarin û nikarin ji bo hemû jinên ji hişê xwe astengdarin yên li Îranê bên giştîkirin. Li gorî Sîmîn Kazemî, asta van daneyên sînorkirî jî asta pirsgirêkê û lawaziya vê komê ya li hember tundiya zayendî eşkere dike, bi taybet dema astengiyên ku ew di axaftin û gihîştina xizmetên piştgiriyê de pê re rûbirû dimînin, bê berçavgirtin, bê parastina vê komê li beramberî tundiya zayendî radixe ber çavan.
‘Kesên dibin hedef hewceyî bi ragihandinê dibîne’
Sîmîn Kazemî di nirxandina xwe de wiha got: “Yek ji hêmanên sereke, girêdayîbûna jinên ji hişê xwe astengdar bi endamên malbatê, lênêrînkaran û kesên din re ji bo çalakiyên rojane yên cûrbecûr e. Di hin rewşan de, ev girêdayîbûn qadek a destdirêjiyê diafirîne an jî kapasîteya kesane ya berxwedanê yan ragihandina tundiyê qels dike. Ger ê destrêjiyê dike kesek nêzîk û pê bawer be rewş hîn tevlihevtir dibe. Dibe ku kesê dibe hedef bibîne ku hewceyî bi ragihandina destdirêjiyê bimîne heye.”
Ji bilî girêdanbûnê, zehmetiyên ragihandinê astengiyeke din a girîng e ku Sîmîn Kazemî balê dikşîne ser û wiha dibêje: “Jinên ji hişê xwe astengdar dibe ku di vegotina temamî ya cewhera tundiyê, naskirina kiryar, an jî vegotina hûrgiliyên êrîşê de zoriyan bijîn. Ger vegotinên wan bi guman bên pêşwazîkirin an jî ji destpêkê ve bi cidî neyên girtin, îhtîmala ku tundiya veşartî dimîne zêde dibe.
Pirsgirêk bi hêza raporkirina destdirêjiyê re ne sînordar e. Bêbaweriya li derdorê jî dibe ku jina ji hişê xwe astengdar negihîje xizmetên bijîjkî, mekanîzmayên piştgiriyê û pêvajoyên yasayî. Ji ber vê, newekheviyên ku ji statûya civakî û zayendî derdikevin. Bi astengiyên ragihandinê û girêdanê re dibin yek û hêza jinan a lêgerîna edaletê bêtir sînordar dike.”
Bi mînakan tundî anî ziman
Sîmîn Kazemî ji bo nîşandana rola çanda giştî di çawaniya nîşandana vê pirsgirêkê di çavê raya giştî de, behsa mînakek ji rêzefîlma televîzyonê Rêzdar Mamê min Napolyon (Dear Uncle Napoleon) dide ku tê de êrîşa zayendî dijî jina ji hişê xwe astengdar Qemer tê kirin ku bi awayek henekdar tê nîşandan dike. Sîmîn Kazemî di vê gotara xwe de, vê mînakê wek delîlek ku çawa tundiya li dijî kesên ji hişê xwe astengdarin di çanda giştî de normalîze an jî bêwate tê hesibandin pêşkêş dike. Wêneyên bi vî rengî dikarin kiryarên tundiyê ji pirsgirêkên cidî veguherînin materyalê henekê.
Encamên tundiya zayendî, ne tenê bi kêliya ku êrîş çêdibe ve sînordar in. Nivîsa Sîmîn Kazemî ne tenê bandorên fîzîkî yên wek birîndarbûna beden, ducanîya nexwestî û nexweşîyên bi rêya zayendî ye, di heman demê de nîşanên şênber ên wek serêş, êşa beden, nexweşiyên xewê û pirsgirêkên din jî ronî dike.
‘Encamên psîkolojîk berfireh dibe’
Sîmîn Kazemî di berdewamiya gotara xwe de wiha got: “Encamên psîkolojîk dikarin pir berfirehtir bin, di nav de fikar, depresyon, panîk, nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (PTSD), hestên şerm û sûcdariyê, windakirina baweriyê, êrîşkarî û windakirina baweriya bi kesên din. Di asta civakî de, faktorên wek damxekirin, sûcdarkirina kesên rastî êrîşê tên, dûrxistin û heta tundiya navmalî jî dikarin bandorên destpêkê yên êrîşê zêde bikin û rewşa takekesî hîn aloztir bikin.”
Mekanîzmayên têrker nîne
Li gorî Sîmîn Kazemî, yek ji zoriyên çareserkirina vê pirsgirêkê, nebûna mekanîzmayên têrker ji bo destnîşankirin û belgekirina bûyerên tundiyê ye. Tundiya zayendî li dijî jinên ji hişê xwe astengdar di nav malbatê, saziyên lênêrînê, navendên perwerdeyê de, an jî di qadên din de çêbibe ku kes ji bo pêkanîna jiyana xwe ya rojane bi yên din ve girêdayî ye. Lêbelê, tevlîheviya perwerdeya nebaş ji bo lênêrînvan, pisporan û zehmetiyên di gihîştina mekanîzmayên ragihandinê de, tê wateya ku gelek bûyerên wiha nayên tomar kirin.
Ji aliyê din, pergala tenduristiyê, saziyên dadwerî, navendên lênêrînê û dabînkerên xizmetê yên din jî di warê gihîştinê de bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin.
Agahiyên li ser mafên kesane, mafên zayendî, xizmetên piştgiriyê û rêbazên ragihandina tundiyê divê ji bo jinên ji hişê xwe astengdar bi awayek ku bigihijinê bê pêşkêşkirin. Weke din, tenê hebûna van xizmetan li ser kaxezê nayê wateya ku ew dikarin bi rastî jî bigihijin derfetên ku jê sûd bigrin.
‘Ji bo jinên ji hişê xwe astengdar perwerde şerte’
Sîmîn Kazemî her wiha girîngiya perwerdeyê li ser maf, sînorên kesane û razîbûnê tekez dike û dibêje: “Ji bo jinên ji hişê xwe astengdar, perwerdeyek wisa rêbazên taybetî yên adaptekirî û gihîştî hewce dike ku cûdahiyên takekesî di jêhatîyên ragihandin û fêrbûnê de li ber çavan digirin. Ji vê perspektîfê ve, pirsgirêk ne tenê li ser perwerdeya ku armanca wê pêşîgirtina li destdirêjiyê ye. Di heman demê de dihêle ku ew tevgerên tundiyê nas bikin, nerazîbûnên xwe bînin ziman û alîkariyê bigerin.
Berevajî vê, ferzkirina kontroleke mezintir li ser beden û jiyana jinên ji hişê xwe astengdar, bêyî dabînkirina gihîştina serbixwe ya agahdarî, piştgirî û xizmetan, tenê bi zêdebûna ewlehiyê nayê wekhev kirin. Bêyî mekanîzmayên piştgiriyê ji bo çavdêrî û alîkariya serbixwe, girêdayîbûna zêde bi lênêrîneran re dikare bibe beşek ji lawaziya pergalî ya ku ev jin pê re rû bi rû dimînin.”
Daneyên rast nayê dayîn
Li Îranê, ev pirsgirêk di qadekê de derdikeve holê ku tundiya zayendî hîn jî mijarek hesas e û di qada giştî de kêm tê nîqaşkirin. Kêmbûna lêkolînên berfireh û zehmetiya gihîştina daneyên rast, li gel îhtîmala kêmraporkirinê rê li ber derketina holê ya tabloya pirsgirêkê vekiriye.
Ji ber vê, peyva ‘tundiya nedîtî’ ya di nirxandina Sîmîn Kazemî de derbas dibe, ne tenê behsa veşartina destdirêjiyê dike. Berovajî vê, rêzek faktor, ji girêdayîbûn û cudakariyê bigire heta astengiyên ragihandinê, betalkirina şahidiya kesên bûne hedef, damxeya civakî û mekanîzmayên piştgiriyê yên nebaş, dikarin tundiyê di her qonaxê de, ji qewimîna wê bigire heta ragihandina wê û çareserkirina wê ya paşê, kêmtir xuya bikin.
Ji vê perspektîfê ve, tundiya zayendî ya li dijî jinên ji hişê xwe astengdar, nikare tenê bi têkiliya di navbera kesê bûne hedef û kiryar de bê sînordarkirin. Çarçoveyên civakî û sazûmanî yên derdora van jinan jî di lawaziya wan, hêza wan a axaftina li ser destdirêjiyê, gihîştina wan a piştgiriyê û gelo pirsgirêk dikare bê şopandin de rolek dilîzin. Sîmînî Kazemî vê yekê wekî beşek ji ‘bêdengiya pergalî’ diyar dike ku dibe sedema tundiya li dijî vê komê. Tevî encamên wê yên dûr û dirêj li ser asta takekesî û civakî ku bi piranî nayê dîtin û nayê nîqaşkirin.