Li dijî jinên Belûc êrîş: Jinek hate qetilkirin û 11 jin jî birîndarbûn

Muhafizên Şoreşê yên Îranê, duh siharê êrîşê gundê Gunich a girêdayî bajarê Haş a Îranê kirin, jinek qetilkirin û 11 jin jî bi giranî birîndar kirin.

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên îstîxbaratê yên Muhafizên Şoreşê yên Îranê, duh siharê êrîşê gundê Gunich a girêdayî bajarê Haş ya parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ya Îranê kirin, jinek qetilkirin û 11 jin jî birîndar kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, yekîneyên îstîxbaratê bi îdiaya komên muxalif li gund in, erîşê gund kirine. Lê, şahidên bûyerê, diyar kirin di dema bûyerê de li gund tu kesên biçek tûnebûye û ev êrîş bi armanca avakirina tirs û panîkê ya li ser gundiyan e. hate ragihandin ku leşkeran rasterast sivîlan hedef girtine.

Hate ragihandin jina hatiye qetilkirin Khan Bibî Bamîrî ya 40 salî ye û navê birîndaran jî wiha ye: Medîna Bamîrî (24), Seba Bamîrî (17), Esra Bamîrî (18), Rehm Bîbî Bamîrî (32), Senj Melîk Bamîrî (45), Asel Bamîrî (20), Muhaddese Bamîrî (16), Mehtap Bamîrî (50), Fatma Bamîrî (26), Lalî Bamîrî (40) û Reyhaneh Bamîrî (21).

Hat diyarkirin Khan Bîbî Bamîrî ya jiyana xwe ji dest daye, di encama êrîşa hêzên ewlehiyê de ji gurçika xwe birîndarbûye û beriya ku sewkî nexweşxaneyê bê kirin jiyana xwe ji dest daye.

Di heman demê Reyhan Bibî Bamîrî ya tê diyarkirin ducanî ye, rastî tundiya Muhafizên Şoreşê ya Îranê hatiye û bi guleyê birîndarbûye; di encama vê êrîşê de pitîka xwe windakir.

Hat ragihandin Lalî Bamîrî û Esra Bamîrî ya rewşa wan giran jî, li beşa çavdêriya awerte ya Nexweşxaneya Îmam Humeynî ya li Hoşê tên tedawî kirin.