Li dijî girtina Pirtûkxaneya Jinan bertek: Dê têkoşîna me bidome
Qeyûmê Wanê projeya “Pirtûkxaneya Jinan” betal kir. Nelîhan Şedal bertek nîşanî vê yekê da û bi gotina “Bi qedexekirina difikirin ku gav bi me şûnde bidin avêtin” peyama berdewamiya têkoşînê da.

Wan – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ku di 15’ê Sibatê de hatibû tayînkirin, yek bi yek hemû projeyên têkildarî jinan û xizmetên civakî betal dike. Qeyûm, weke karê ewil JINKART, Karta Piştevaniya Civakî û projeya çêkirina du tesîsên ji bo jinan betal kir. Qeyûmê ku bi vê bisînor nema, gelek xebatên têkildarî rê, av, kanalîzasyon, avahîsazî, jin, ciwan û çandê de jî da sekinandin. Qeyûmê Wanê, herî dawî jî “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” betal kir.
Di 27’ê Çileyê di çarçoveya xebatên şaredarvaniya jinê de keştiyek weke “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” hatibû vekirin. Keştiya behsa xeberê di demên berê de ji hêla rêveberiya qeyûm ve weke keştiya prokolê hatibû bikaranîn. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyî ev keştî veguherandibû pirtûkxaneyê û rastî eleqeyeke mezin hatibû. Lê belê rêveberiya qeyûm ev proje betal kir û keştî dîsa veguherand keştiya protokolê.
Li hêla din, nivîsa “Pirtûkxaneya Jinan a Jinê” ya li ser keştiyê jî hate jêbirin.
‘Qeyûm destpêkê destkeftiyên jinan kir hedef’
Hevşaredara bajarê mezin aWanê Neslîhan Şedal a li cihê wê qeyûm hate tayînkirin bertek nîşanî betalkirina projeya “Pirtûkxaneya Jinan” da û diyar kir ku qeyûm destpêkê saziyên jinan girt û destkeftiyên jinan kiriye hedef. Neslîhan Şedal da zanîn ku jinan bi xebatên azadiyê di şaredariyê de xebat dane meşandin û anî ziman ku di encama fikrên jinan projeyê xistine meriyetê.
Neslîhan Şedal wiha got: “Pirtûkxaneya Jinan berê keştiyek ya protokol ku xizmete dida komek diyar. Lê belê me xebatek ku xizmetê bide hemû gelan da meşandin. Me hewl dida li Wanê ku bajarê herî xizan, jinan bigihînin deryayê û geştê bikin. Di heman demê de meyê geştên li Gola Wanê ku jin qet serdan nekirine li darxistibana.”
‘Em gav şûnde navêjin têkoşîna me dê bidome’
Neslîhan Şedal destnîşan kir ku Pirtûkxaneya Jinan a ji bo gelek atoleyeyan hatiye vekirin, ji aliyê qeyûmê ve hatiye betalkirin û wiha got: “Li ser nivîsa Jin hate girtin, tabeleya wê hate jêkirin û logaya wê jî hate boyaxkirin. Ev xebata ku di dîroka Tirkiye de yekem bû ji ber vê yekê bala jinan gelek kişand. Bû xebatek ku hem di çapemeniya xwecihî û hem jî ya navnetewî de cih girt. Girtina cihek wisa tê wateya astengkirina civakbûna jinan. Ev biryar ne tenê em wê hemû jinên Wanê bertek nîşan bidin. Di fikirin ku bi em ê bi van qedexeyan, ji têkoşîna xwe gev şûde bavêjin, lê belê em ê xebatên xwe ji bo jin azad tevbigerin di her qadê de bidomînin.”