Li dijî êrîşên li ser bajara Kobanê li Helebê daxuyanî hat dayîn
Mecilîsa Malbatên Şehîdan a Helebê li dijîn êrîşên dewleta Tirk li ser bajara Kobanê daxuyî dan.
Heleb- dewleta tirk a dagirker divan mihên dawî de bi balafirên bê mirovî sivîlên bajara Kobanê û gundewarên wê dike hedef û komkujiyan li ser wan pêk tîne. Li dijî vê yekê Mecilîsa Malbata Şehîdan a bajarê Helebê daxuyaniyek li pêşiya navenda Mecilisa Malbatên Şehîdan a ku dikeve taxa Şêx Meqsûd a Xerbî dan. Di daxjuyaniyê de wêneyên şehîdên komkujiya Kobanê yê ku di encama topbaran balafira bê mirov yê dewleta tirk jiyana xwe ji destdane hatine hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Mecilîsa Malbatên Şehîdan Rewşen Mihemed ve hat xwendin.
Daxuyanî wisa bû: “Ev êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser bajara Kobanê Bakur û Rojhilatî Sûriyê metirsiyete mezin li ser jiyana sivîlan dide çêkirin her wiha kînên xwe li hember kurdên herêmê bi riya topbaran xwe û kiriyarên xwe yê qirêj dide nişandan. Di van mehên dawiyê de dewleta tirk hemû zagonên navenetewî binpê dike û di heman demê bajara kobanê kir hedefa xwe û komkujiya di derheqî gelê wê herêemê de pêk tîne. Ev tişt jî ne cara yekemîne ku dewleta tirk bi riya balafirên bê mirov êrîş dike, sivîlan û bi taybet jin û zarok dike hedef.
Ev êrîşan careke din dide îsbatkirin ku tu cûdahî di navbera dewleta tirk a faşîst û DAÎŞ'ê de tuneye. têkbirina DAÎŞ'ê di Reqayê û Kobanê de kîna dewleta tirk li hember kurdên herêmê zêdetir kir, ji bo wê biriya da ku bi vê rengî tola xwe ji herêma kobanê rake û êrîşên wisa pêk bîne. Ev kiriyarên ku dewleta tirk dide kirin xetên sor derbas kir û dijmantiya hemû mirovahiyê dike û bi taybet dijmantiya xwe bi gelê kurd re ye.
Em dizanin armanca dewletên înbiralî yên ku desthilatdariya xwe li ser gelan dide meşandi ew e ku îrade û rihê berxwedaniyê di gelan de tune bike. Dewleta tirk êdî ber bi dawiyê ve diçe ev êrîşên ku li ser me dide meşandin ji lawazbûna wan yê siyasî, aborî tê, ji bo vê dixweze bal li ser lawazbûna wan neyê kişandin û êrîşî bajarên rizgarkirî dike û bû sedem ku zarokekê bi navê abdo Mistafa Henîfî yê 4 salî lingê xwe winda bike. Ev tiştên ku tê kirin wê bimîne şermek mezin li ser eniyê hemû saziyî û rêxistinên mafên mirovan û zarokan yên ku banga însaniyetê dikin. Gelo zarok ji bo dewleta tirk metirsiyeke? Heyanî ku dewleta tirk wan zarokan topbaran dike.
Em jî weke Mecilîsa Malbata Şehîdan li bajarê Helebê ev kiriyarên dewleta tirk a terorî û sûcên şer û êrşên wî li ser Bakûr û Rojhilatî Sûriyê bi tundî şermezar û lenet dikin. Bêdeniya navdewletî û bi taybet hêzên parastin aşîtiyê û hevkarên wê tê weteya ew jî alîgirên dewleta tirk a dagirkerin. Di heman deme de jî em banga netewên yekbûyî, rêxistinên navdewletî û huqûqî dikin ku zextê li ser dewleta tirk a faşîst bikin ji bo ku van kiriyarên xwe yê bêexlaqî yên ku hemû pîvan û peymanên navnetewî binpêk dike, rawestîne û helwestek cidî li hember van êrîşan bidin nîşan.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” û “Bimire dagirkerî” bi dawî bû