Li dijî erîşên HTŞ’ê Baroya Amedê serî li DCN’ê da

Baroya Amedê li dijî sûcên şer ên HTŞ’ê li dijî sivîlan serî li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê û DCN’ê da.

Amed – Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, li ser êrîş û komkujiyên rêveberiya demkî ya Şamê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yên li bajarên peravê li dijî Elewî û kêmarên din ên ji bawerî û nasnameyên cuda, di 18’ê Adarê de serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di serlêdanê de ji dozgeriya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) hat xwestin ku lêpirsînê veke, sûcên li dijî mirovahiyê werin dadgehkirin. Her wiha ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî hat xwestin ku ji bo parastina sivîlên li herêmên di bin êrîşan de dijîn, tedbîrên pêwist werin girtin.

Elewî û baweriyên cuda hatin hedefgirtin

Di serlêdana ji bo DCN’ê de hat diyarkirin ku li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de di serî de Elewî û kêmarên din dest danîne ser mal û milkên wan, berhem û mîrasên wan ên olî û çandî hatine tunekirin û wiha hat gotin: “Ji agahiyên ku rojnamegerên li herêmê dane, îsbat bûye ku rêxistin, kom û kesên di komkujiyan de rola wan heye, bi awayê sîstematîk sûc kirine. Îfadeyên şahidan jî nîşan didin ku hinek komên mezhebî yên diyarkirî bûne hedef û ji bo qirkirina nijadî êrîş pêk hatine.”

Baroya Amedê daxwazan wiha rêz kir:

“* Li Sûriyeyê di serî de Elewî divê der barê sûcên li dijî kesên sivîl ên ji baweriyên cuda, nasname û kêmaran hatin kirin de bi lezgînî lêpirsîn were destpêkirin.

* Dewletên alîgirên DCN’ê welatiyên ku teşwîqê van sûcan hatine kirin tesbît bikin, ji bo wan kesan biryarên girtinê yên navneteweyî werin girtin.
* Divê rêxistin, kom û kesên di komkujiyan de rola wan heye, xebatên wan werin şopandin, kesên sûc kirine werin tesbîtkirin û wan derxin pêşberî dadgehan.

* Ji bo parastina kesên ku ji êrîşan zirarê dîtine divê tedbîrên navneteweyî werin girtin.

Di vê çarçoveyê de divê Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî bikevin dewrê, korîdorên alîkariya mirovî ava bikin, herêmên bi ewle saz bikin, sivîlan ji dorpêçê derxin, mekanîzmayê şopandinê yên navneteweyî bixin dewrê û li komên ku ji êrîşan berpirsyar in, ji aliyê aborî û dîplomatîk de pekanîn li ser wan werin ferzkirin.

* Em daxwaz dikin ku çavdêrên navneteweyî bişînin herêmê, binpêkirinên mafên mirovan werin belgekirin û ji bo cezakirina berpirsyaran gavên bi bandor werin avêtin.”

Di serlîdana ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY’ê de jî ev daxwaz hatin kirin:

“* Li Sûriyeyê di serî de Elewî, li dijî sûcên li ser sivîlên ji bawerî, nasname û kêmarên cuda tên kirin û ji bo pêşî li sûcên şer were girtin divê bi lezgînî tedbîr werin girtin.

* Divê ku Konseya Ewlekariyê ya NY’ê mekanîzmaya sewqkirina ji bo DCN’ê bixebitîne, der barê sûcan de dest bi lêpirsînan bike.

* Li herêmê ji bo parastina sivîlan divê herêmên bi ewle werin avakirin û korîdorên alîkariya mirovî werin vekirin.

* Ji bo belgekirina binpêkirina mafên mirovan divê çavdêrên serbixwe yên NY’ê bişînin herêmê.

Divê li dijî rêxistinên ku êrîşan kirine, ferzkirinên aborî û dîplomatîk werin pêkanîn.

Em bi bîr dixin ku divê civaka navneteweyî li dijî van sûcên li ser mafên mirovan bikeve tevgerê û Konseya Ewlekariyê ya NY’ê tedbîrên mezin û bi bandor bigre.”