Li dijî êrîşên Dewleta tirk û girtina deriyê Sêmalka li Qamişlo Meşeke girseyî
di 8’ê Çileyê de, bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Rojavayê Kurdistanê û girtina PDK ji dêriyê Sêmalka re meşyan û ev kiryarên bi hev ve girêdayî şermezarkirin.
Qamişlo- kiryarên dewleta tirk û siyasta wê ya qirker, di heman demê de êrîşên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Bi taybet di dema dawî de ku maleke sivîlan li bajarê Kobanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balefirkeke bêmirov hedef girt û di encamê de 9 sivîl gihtiştin asta şehadetê ku piraniya wan ciwan bûn. Di nav van êrîşan de, hedefgirtina dewleta tirk ji Navçeya Til Temir, Zirgan û gundewarên wê berdwam e ku di encama êrîşan de gelek mal hatin xerabkirin û sivîl hatin qetilkirin. Her wiha ji aliyê xwe ve, PDK ev demeke ku dêriyê Sêmalka gritiye li ser welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku bi vê kiryarê xizmeta berjewendî û daxwazên dewleta tirk dike. Ji bo şermezarkirina van kiryaran, di 8’ê Çileya 2022’an de bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo meşiyan û banga rawestandina van kiryaran kirin.
“PDK bi alîkariya dewleta tirk êrîşî şercanên me dike”
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Şemsîxan Gulo axivî û wiha got: “Ji destpêkirina komploya li ser serokatî û heta roja îro gelê me yê bi rûmet, girtiyên zindanan tekoşînê dikin li hember dewleta tirk a faşîst. Ev derbasî meha 3’yan dibe ku şehîdên di bin destê hukumeta Başûr de cihê wan ne diyare û heta roja îro cenazeyên wan radestî malbatên wan nekirine. Ji ber destên xayinan, qêrînên dayikan dighêje herçar parçeyên Kurdistanê. Ev ne cara yekemîn e ku PDK îxaneta me dike û hîn berdewam e. Hukumeta Başûr bi alîkariya dewleta tirk êrîşî şervanên me dike. Ji bo wê jî em dibêjin ku em vê yekê qebûl nakin û ji bo nan, av, şekir û van pêdiviyan xwe kêm nakin û em ê li ber xwe bidin û teslîm nebin.”
“Girtina dêriyê Sêmalka girêdayî siyaseta dewleta tirk e”
Berdevka Şopandina Perwerdê Mamoste Hesîna Elî bal kişand lis er siyaseta PDK ya girêdayî siyaseta dewleta tirk ku ev siyaset û kiryar rewşa welatiyên Rojava xerbatir dike û wiha pêde çû: “meşa me ya îro li dijî girtina dêriyê Sêmalka û êrîşên dewleta tirk li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Kiryarê PDK û siyaseta wê, girêdayî siyaseta dewleta tirk û heman sîstem dide meşandin. Rojavayê Kurdistanê di rewşeke şer de jiyan dike û pirsgirêkên aborî jî bi van şeran re rû didin. Ji bo vê yekê jî, girtina dêriyê Sêmlaka bandoreke neyînî li ser miletê me dike. biratî di kur de dimîne dema ku bira li ber bira dêrî digre û dihêla ku rewşa wan xerbtir bibe?. Em van kiryaran rexne şermezar dikin û dibêjin ku PDK dixwaze pirojeya me ya Rêveberiya Xweser vala derbixe. Lê çi bibe bila bibe û çi tewşên zor jî liser me re derbas bibin emê li hember van kiryaran bisekinin ji ber ku ti kes nikare vîna me bişkîne.”
“Me ji 6 kesan dest pê kir û niha jî em 6 Mîlyon in”
Jina bi navê Wetha Wanikî ji bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku beşdarî vê meşê bûye teqez kir ku ew ê serî ji dewleta tirk re netewînin û wihah axivî: “Em dewleta tirk û kesên ku alîkariya wî dikin, şermezar dikin. Ez weke jineke kurd bang li dewletan dikim û dibêjim kanî mafê mirovan, çima hun deng nakin?. Dewleta tirk bi tang û topan li zarok, jin, xort û kal û pîrên me dixe lê ti kes dengê xwe nake. Di encama êrîşên dewleta tirk de sivîl tên qetilkirin, mal û milkên wan tên wêrankirin û dîsa jî bêdengî heye. Bila dewleta tirk baş bizanibe ku em serê xwe ji wî re natewînin, em 6 kes bûn û niha jî em 6 Mîlyon in û em ê berxwedanê bikin heta ku em dewleta tirk bi bin bixin. Kesên ku demokratî û rastiyê dimeşînin, her dem bi ser dikevin.”