Li dijî êrişên dewleta tirk meşa dirêj a ciwanên Bakur û Rojhilatê Surî destpê kir
Li dijî êrîşên dewleta tirk a li ser tevahî axa Kurdistanê û ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta tirk, Yekîtiya Jinên Ciwan û tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşeke dirêj ji Qamişlo heya Dêrikê destpê kirin.
Qamişlo – Li dijî kiryarên dewleta tirk û êrîşên wî yên rojane ya li hemberî gel û axa tevahî Kurdistanê, gel xwedî helwest e û bênavber van kiryaran şermezar dike. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk, Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” meşeke dirêj a ji Qamişlo heyanî Dêrikê li dar dixe.
Meşa ku bi hezaran ciwan û şêniyên ji Bakur û Rojhilatê Suriyê tevlî bûn, ji Çarxerêya Qermûtî ya bajarê Qamişlo destpê kir û li Navçeya Tirbêsipî rawestiya.
“Êrîşên dewleta tirk berdewamiya konsepta tunekirina gelê Kurd e”
Meş bi daxûyaniyeke çapemeniyê destpê kir, daxuyaniya ku ji hêla Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Robîn El- Elî ve hat xwendin wiha bû: “Li hemberî civak û welatê me, bi serkêşiya dewleta tirk û hevkarê wê PDK’ê, êrîşên dagirkerî û îmhakirinê tê meşandin. Ev êrîş bi pilan û piştgirtiya hêzên navneteweyî wekî Konsepta tesfiyekirinê rojane berfireh dikin û li hemû aliyên Kurdistanê belav dikin. Li dijî konsepta îmhayê di pêşengtiya Rêber Apo de li Îmraliyê berxwedanî tê meşandin, dîsa di şexsê gerillayên azadiyê de berxwedanî belavî axa Kurdistanê bûye. Dewleta tirk êdî bi riya êrîşên xwe îmhakirina gelê Kurdistanê dixwaze.”
“Ji bo ku xwe ji hilweşandinê xilas bike, êrîşên xwe zêdetir dike”
Robîn El- Elî di daxuyaniyê da zanîn ku ji bo dewleta tirk xwe ji hilweşandinê xilas bike êrîşên xwe zêdetir dike û wiha domand: “Faşîzima MHP’ê û AKP’ê hilweşiya ye û ji bo ku xwe ji hilweşandinê xilas bike, her dem hewl dide ku êrîşên xwe berfirehtir û mezintir bike. Lewra jî em dibînin çawa ji sala 2021’an ve dest bi dagirkirina axa Başûrê Kurdistanê kiriye û dixwaze wê jî bixe bin destê xwe de. Helbet ev pilan bi ser neket û dewleta tirk li wê derê xitimandinek mezin jiyan kir. Ev êrîşên ku diqewimin, giştî gel eleqedar dike ji ber êdî ev şer şerê mayîn û nemayînê ye.”
“Dê xeta berxwedaniyê xurttir bibe”
Robîn El- Elî bi van gotinan daxuyaniyê bi dawî kir: “Li dijî van êrîşên ku hemû çekên giran û çekên qedexekirî yê kimyewî li ser gelê me didin şuxilandin, dê gel û gerîlla bi rihê tekoşînê li ber xwe bide. Di bingeha şerê gelê şoreşgerî de seknandina li pêşiya dewleta tirk û hovîtiya wê, erka me ya şoreşgerî û welatparêzî ye. Bi vê zanebûnê li her derê û bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” emê xeta berxwedaniyê xurttir bikin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê, şênî dest bi meşê kir. Dê meş sibê ji navçeya Tirbêspiyê heyanî Girkê Legê bidome.