Li dijî êrîşan şêniyên Eyn Îsaya meşiyan

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê li dijî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî li ser herêmê bi pankartên bi diruşma "Kobanê û HDP yek in, bimre DAIŞ û bimre AKP hatibûn hildan" meşiyan.

Kobanê-Piştî ku dewleta tirk û çeteyên wî balfirên keşifê li ser herêmê rakirin û topbaran kir, êrîşên bejahî li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava bi taybet li ser navçeya Eyn Îsayê zêde kir. Di vê çarçoveyê de şêniyên Eyn Îsa û bi sedan gel beşdarî meşê bû. Gel di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, wêneyên şehîdan yê komkujî, alên Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şehîdan û pankartên bi nivîsa "Bese ji dagirkeriya dewleta tirk re, erê ji destkeftiyên şoreşê re" , "Na ji dagirkeriya tirkiyê re, qatîlê zarokan Erdogan" , "Kobanê û HDP'e yekin, bimre DAIŞ û bimre AKP'e hatibûn hildan. Meş ji qada Şaredariya Bajêr dest pê kir û li pêşiya baragehên Rusyayê bi dawî bû, meşevanan di meşê de siloganên, de yeke yeke yeke gelê Sûriyeyê yeke, Ocalan, bijî berxwedana QSD'e, qatîl Edogan berz dikirin. Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin li ser navê Meclîsa Rêveberiya sivîl ya Reqqayê Fatma Îsa, Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê Mihemed Şahîn û meclîsa kantona Girê Spî Mihemed Şêx Elî hat kirin. 
"Agirbest tên binpêkirin"
Fatma di nava axaftinên xwe de wiha got: "Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî demeke bênavber êrîşî gelê me dikin, bêyî ku kes sînoran ji wan re dayne, her dema ku hevdîtin di navbera hêzên hegemonîk de çêdibe yekser êrîş li ser me zêdetir dibin. Tevî ku hêzên Sûriyeya Demokratîk xwe ji sînor vekişandin jî ev agirbesta ku qaşo di 2019'an de hat çêkirin heye niha jî agirbest tê binpêkirin. Em wek gelê Reqayê vê yekê bi awayekî tund şermezar dikin û em ê li rex şervanên xwe bin da ku ev êrîş tên rawestandin."
"Wê dewleta tirk negihîje armanca xwe"
Her wiha Mihemed Şahîn jî axivî û got: "Ev nêzî 10 salin aloziyek li Sûriyeyê heye û hîna jî berdewame. Di sedema vê aloziyê de bi milyonan kes hatin kuştin, qetilkirin û mal, milkên wan talan û hat ruxandin. Vê yekê têrê nekir hîna jî dewleta tirk bi rêbazên wehşane êrîşên xwe bi awayên tund, bêexlaqî û dijî rêgezên mirovahiyê bi kar tîne. Tenê daxwaza gelê Girê Spî û Eyn Îsayê ew e ku bi jiyana bi rûmet û bi îstiqrar bijî û dawî li van êrîşan bê. Lê dîsa jî dewleta tirk heya roja îro jî bi tang û topên xwe êrîşî Eyn Îsa û gundewarên wê dike."
"Em jiyana bi aram dixwazin"
Herî dawî Mihemed Şêx Elî jî da zanîn ku em aşitiyê dixwazin em şer naxwazin û wiha pêde çû: " Em wek gelê Girê Spî di vê roja aşitiyê de aşitiyê dixwazin, em jiyana bi aram û îstîqrar dixwazin. Bes e şer û kuştin, ev ax a me ye bi salan e em li vir dijîn, ên ku mafên heye li ser vê axê bijîn em in ne dewleta tirk û çeteyên wê ne."
Meş bi dirûşmên "Qatil Erdogan" , "bijî berxwedana şervanan", bi dawî bû.
Der barê meşa li dijî êrîşên dewleta tirk de jinên ku beşdarî meşê bûne hêrs û bertekên xwe ji ajansa me re parve kirin.
"Em dewleta tirk naxwazin" 
Hedle Omer Mihemed bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha axivî: "Em îroj li dijî êrîşên dewleta tirk ya dagirker derketine meşê, lê bila dewleta tirk baş bizanibe ku tu hêz nikare Eyn Îsa û gundewarên wê dagir bike. Em ê li dijî van êrîşan li berxwe bidin, beriya vê yekê dewleta tirk û çeteyên wê Girê Spî dagir kirin, vê carê jî dixwazin Eyn Îsayê dagir bikin. Em rewşa Girê Spî dişopînin ku çi li wir diqewime û çi çêdibe. Rojane gelê herêmê tên kuştin bi taybetî jin tên revandin û destdirêjî li wan tê kirin. Wê çawa ev dewleta dagirker bê vir û me biparêze, em van kesên gemar naxwazin em hêzên QSD'ê dixwazin hêza ku em pê bawer in ew e."