‘Li dijî êrişan li seranserî Kurdistanê têkoşînek yekpare divê’

Endama Komîteya Qada Perwerde ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku dewleta Tirk bi destê çeteyên xwe êrişî destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê dike û banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê kir.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Di 27’ê Mijdarê de dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê kirin. Di encama êrişên dagirkerî û qirkirinê de bi dehan kes hatin qetilkirin, gelek kes hatin dîlgirtin û bi hezaran kes neçar man koçberî heremên bi ewle yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin.

Herî dawî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk zêdetirî 120 erebeyên ku ji bo veguhestina sivîlên li Şehbayê asê mabûn, asteng kirin û zêdetirî 15 hezar sivîl revandine. Li kêlaka van êrişan, saziyên çapemeniyê yên PDK’ê bi hevkariya çapemeniya dewleta Tirk bi weşanên xwe êriş, dagirkerî û qirkirina çeteyan a li dijî gelê herêmê rewa dike. Ev yek jî carek din hevkariya dewleta Tirk a bi PDK’ê re eşkere dike.

Endama Komîteya Qada Perwerde ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzû Îlhan, der barê êriş û planên dewleta Tirk û komên paramîlîter ên girêdayî dewleta Tirk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê de ji ajansa me re axivî.

Destkeftiyên gelê Kurd di bin xeteriyek mezin de ne

Leyla Arzû Îlhan, di destpêka axaftina xwe de balkişand ser êriş û polîtîkayên dagirkirinê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û wiha axivî: “Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û bi taybetî êrişên li dijî destkeftiyên şoreşa Rojava, şermezar dikim û berxwedana gel silav dikim. Destkeftiyên gelê Kurd di bin xeteriyek mezin de ne û ev xeterî ji destpêka şoreşa Rojava heta roja me ya îro didome. Dewleta Tirk bi destê çeteyên xwe hem êrişî destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê dike û hem jî êrişî xeta jina azad ya ku bipêşdikeve dike. Îtîfaqek û êrişek qirêj li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê heye. Bi êrişên komên çete yên wek Cebhet El-Nusra û Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) mirov dibîne ku dewleta Tirk carek din bi polîtîkayên xwe yên qirkirina gelê Kurd çeteyên xwe xistiye meriyetê. Ji ber ku plana qirkirina gelê Kurd bi salan e didome.”

‘Yekane armanca wan têkbirina destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê ye’

Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku armanca êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, têkbîrina destkeftiyên şoreşa Rojava ye û wiha got: “Dewleta Tirk ji ber ku di êrişên xwe yên li ser Herema Parastina Medyayê û bakurê Kurdistanê bi polîtîkayên xwe negihişt armanca xwe, bi çeteyên xwe êrişî Şoreşa Rojava dike. Bi taybetî êrişên li ser Heleb û Til Rifetê, berdewamiya êrişên dagirkeriyê ya li ser Efrîn, Serêkanî û Girêspiyê ye. Bêguman di nava vê êrişê de ne tenê dewleta Tirk hêzên navneteweyî jî cih digrin. Yekane armanca van hêzan, têkbîrina destkeftiyên gelan a bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, QSD'ê, YPG û YPJ’ê hatine bidestxistin û tarîtiya DAIŞ’ê domandine.”

‘Nav diguhere, lê feraset û nêzîkatiya wan heman e’

Leyla Arzû Îlhan da zanîn ku êrişên çeteyan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, berdewamiya feraseta çeteyên DAIŞ’ê ye û pê de çû: “Dema mirov temaşeyê dimênen ku ji qada şer tê dike, dibîne ku feraset heman feraseta DAIŞ’ê ye. Ev yek nayê veşartin. Bi amblemên DAIŞ’ê tevgerandin û nêzikatiyên li dijî kesên hatine êsîrgirtin, nîşaneya vê yekê ye. Me bi awayekî aşkera dît ku jinên dîl ketine destê çeteyan, bi gotina ‘em ê we li bazaran bifroşîn’ rastî tundî û îşkenceyê tên, ev yek berdewamiya feraseta çeteyên DAIŞ’ê ye. Nav diguhere, lê feraset û nêzîkatiya wan heman e. Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de êriş bir ser Rojava, Şengal û Mexmûrê û bi taybetî jinan hedef girt, îro jî heman tişt e.”

‘Di navbera çapemeniya PDK’ê û dewleta Tirk de tu ferq nîne’

Leyla Arzû Îlhan, di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku çapemeniya PDK’ê bi zimanê çapemeniya dewleta Tirk weşana xwe dike û got: “Çapemeniya PDK’ê ku di hemû kêliyan de teqlîda çapemeniya dewleta Tirk dike, dimenên bi êş ên ji Heleb û Til Rifetê tên wek tiştekî asayî nîşan dide û rewa dike. Di navbera çapemeniya PDK’ê û dewleta Tirk de tu ferq nîne. Çapemeniya PDK’ê bi zimanê çapemeniya dewletên dagirker weşana xwe dike, ev yek bi êş e û mirov dibîne ku planek qirkirinê ya berfireh e. Armanc tûnekirina hêzên azadîxwaz a Rojavayê Kurdistanê û avakirina feraseta PDK’ê ya xeta xiyanetê ye.”

‘Gel hêviya xwe di têkoşîna gelê Kurd û felsefa û pradîgmaya Rêber Apo de dibîne’

Leyla Arzû Îlhan, da zanîn armanca êrişan hedefgirtina xeta azadiyê, têkbirina civakên li Rojhilata Navîn û mezinkirina berjewendiyên desthilatdaran e û wiha axivî: “Gelên li Rojavayê Kurdistanê di ferqa lêyistoka li dijî gelê Kurd, destkeftiyên Şoreşa Rojava û destkeftiyên jinan de ne. Gelên li Suriyeyê û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dijîn, hêviya azadiyê di hêzên parastina gel ên wek QSD, YPG û YPJ’ê de dibînin. Gel hêviya xwe di têkoşîna gelê Kurd û felsefa û pradîgmaya Rêber Apo de dibîne. Ev yek jî dide diyarkirin ku têkoşîna gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê têkoşînek mafdar e. Lewma armanca êrişan hedefgirtina xeta azadiyê, têkbirina civakên li Rojhilata Navîn û mezinkirina berjewendiyên desthilatdaran e. Lê tevahî gel dizane ku gelê Kurd bi awayekî hêsanî têk naçe. Ji ber ku têkoşîn û berxwedanek mezin tê dayîn û ev têkoşîn ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn hêviya serkeftin û hêza xilasî ye.

‘Destkeftiyên Şoreşa Rojava destkeftiyên mirovahiyê ye’

Leyla Arzû Îlhan, bi van gotinan li dijî êrişan banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê kir: “Rewşa ku niha li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê tê jiyankirin, rewşekî pir xeternak e. Pêwîst e gelê Kurd hemû carek din ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava di nava têkoşîn û berxwedanê de be. Ger em bikaribîn ji bo parastina destkeftiyên xwe hêzekê navnetewî bidin avakirin, em ê bikaribîn bi vê têkoşîn û hêzên xwe bighîjin serkeftinê. Ji ber ku destkeftiyên Şoreşa Rojava destkeftiyên mirovahiyê ye. Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd û jinên Kurd têkoşîn û berxwedanek mezin dimeşînin. Divê li seranserê Kurdistanê gelê Kurd piştgiriya vê têkoşîn û berxwedanê bike. Encax em bi têkoşîn û berxwedanê dikarin êriş û planên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û pêkhateyên herêmê tên meşandin têk bibin.”