Agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

Her çend sedema binçavkirina aktivîst Leyla Caferlu û rewşa wê ya tenduristiyê, cihê ku ew lê tê girtin nehatiye eşkerekirin jî, malbat û rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku ev nezelalî fikaran zêde dike.

Navenda Nûçeyan – 13 roj in derbarê Leyla Caferlou, aktîvîsta civaka sivîl a 35 salî ku li Zencanê ya Îranê hatiye girtin, tu agahiyek nîne. Nebûna daxuyaniyek fermî derbarê sedema girtina wê, rewşa wê ya tenduristiyê û cihê wê de fikaran zêde dike.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, Leyla Caferlou di 25’ê Nîsanê de li Zencanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin û birine cihekî nenas. Malbata wê diyar dike ku tevî hemû lêpirsînên wan jî lê, ji rayedaran bersivek zelal negirtiye.

Berê hatibû girtin

Hat bibîrxistin ku Leyla Caferlou berê di Sibata 2023’an de di dema xwepêşandanên "Jin jiyan azadî" de hatibû girtin. Berî ku bi kefaleta 500 milyon Toman were berdan, 40 rojan di hucreya yek kesî de ma. Lêbelê, doza li dijî wê nehat girtin.

Di doza ku tê nîqaşkirin de, Leyla Caferlou bi tohmeta "propagandaya li dijî rejîmê" û "eşkerekirina belgeyên veşartî" 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, cezayê wê jî ji bo 5 salan hat taloqkirin.

Fikarên li ser binpêkirinên mafan zêde dibe

Dîsa girtina çalakvanan û ne diyar kirina cihê wan, li ser ne zaleliya ewlehiya kesên hatine binçav kirin û pêvajoyên dadweriyê yên li Îranê bi xwe re nîqaşan avakiriye. 

Rexnegir dibêjin ku binçavkirinên bêyî agahdarkirina fermî û ragirtina kesan li deverên nenas fikaran li ser binpêkirinên mafên mirovan zêde dikin û baweriya bi pergala dadwerî lawaz dikin.