‘Li dijî êrişan li dor Rêveberiya Xweser bikin xelekek’

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Kantona Reqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Îbrahîm bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî êrîşên dagirkerî û fîtneyan xwe li dor Rêveberiya Xweser bikin xelekek.

SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM

Reqa – Bûyerên pir bi lez li Sûriyê rû da. Heyet Tehrîr El Şam ango Cebhet El Nusra ya berê û bi xwe parçeyek ji rêxistina terorî ya El Qaîde bû jî di kêmî 15 rojan de bajarên Sûriyê yên di bin kontrola Hêzên Hikûmeta Şamê debûn dagir kir.

Piştî van bûyeran dewleta Tirk zemînek ji xwe re ava kir û dest bi êrişên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir her wiha şaneyên razayî yên DAIŞ'ê jî zîndî kir.

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û kedkaran a Kantona Reqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meryem Îbrahîm tekîldarî êrîşên dagirkeriyê ên dewleta tirk û çeteyên girêsayî wî ji ajansa me re axivî û got: "Gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe azar ji DAIŞ'ê kişandine û cîhan ji xwe re bêdeng bû. Her wiha Rejîma Baas di dema xwe de dest ji me berda û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav pencên terorîzmê de hişt. DAIŞ ne bi tenê berpirsê azarên me ne, rejîma hilweşyayî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî jî em westandine. Azarên me nayên hejmartin."

'QSD'ê ewlehiya herêmê diparêze'

Meryem Îbrahîm  di berdewamiya axaftina xwe de girîngiya rola QSD anî ser ziman û wiha pê de çû: “Di demekê  ku Rejîma Baas û cîhan guh nedan me tenê Hêzên Sûriyaya Demokratîk bi lez û bez em xilas kirin. Bi dehan şervanan jiyana xwe ji bo me feda kirin. Xelkên herêmê ji xeteriyê xilas kirin. Ev hêz di nav xwe de hemû pêkhateyan dihewîne. Parastina kesên mezlûm û mirovahiyê dike. Ew hêz ji bo parastina gelê herêmê ji dagirkerî û terorîzmê hatiye avakirin. Xelkên Reqayê dê kêliyên dîrokî yên xilaskirina wan ji DAIŞ'ê jibîr nekin. Bila herkes destê xwe bide hev ji bo em li kêlek hêzên xwe bisekinin. QSD'ê parastina ewlehî û aramiya herêmê dikin. Cih ji jinan re veqetandine. Nirx dane jinan. Li kêleka jinan şerê dijmin dikin."

‘Bi yekgirtina gelan gelek destkeftî hatin bidestxistin’

Meryem Îbrahîm wiha pêl da axaftina xwe: "Reqayê li ser asta cîhanî weke herêmeke wêrankirî hate ragihandin. Lê belê tevî rûxandinan jî hevgirtina gelan xuya kir ji bo careke din bajêr ava bikin. Bi yekgirtina gelan gelek destkeftî hatin bidestxistin. Bi riya pergala Neteweya Demokratîk di 5 salan de jiyan li Reqayê normal bû û ji berê jî baştir bû.”

'Dewleta Tirk rewşa Sûriyê ya heyî istismar dike’ 

Meryem Îbrahîm behsa fîtnetneyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên derxistin kir û diyar kir ku wiha domand: "Dewleta Tirk rewşa Sûriyê ya heyî istismar dike ji bo fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe. Piştî hilweşîna Rejîma Sûriyê şahî li Sûriyê bi giştî hatin lidarxistin. Lê belê aliyên hundir û herêmî û di serî de dewleta Tirk a dagirker ew şahî kirin rûbera nakokî û çandina fitneyan di navbera hemû pêkhate û mezheban de. Armanca wan ew bû ewlehî û aramiya herêmê têk bibin. Em baş dizanin dewleta Tirk a dagirker hewil dide pergala me ya Netewa Demokratîk têk bibe. Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser yekbûna xaka Sûriyê bi tifaq in û Rêveberiya Xweser beşek ji Sûriyê ye."

'Hişyarî di demeke wiha de girîng e'

Meryem Îbrahîm wiha bi dawî kir: "Aliyên demên dawî derketin ji bo fitneyan derxin girêdayî DAIŞ'ê ne. Ev tê wateya jinûvezindîkirina DAIŞ’ê. Ev yek ne tenê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeterî ye, ji cîhanê tevahî re xeterî ye. Ger em hişyar bin dikarin şerê taybet derbas bikin. Ez careke din teqez dikim ku bi hevgirtina me em ê herêmê biparêzin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Jin li herêma me bûne nimûne ji tevahî cîhanê re. Di şoreşa Rojava de gelek destkeftî bidest xistine. Ew jî di encama têkoşîn û berxwedana li hember çeteyên DAIŞ’ê bû. Em weke jin dest ji doza xwe bernadin û em ê her daxwaza mafên xwe bikin. Banga min li hemû pêkhateyan ew e ku li pey siyasetên dijmin nekevin û hişyar bin."