Li dijî êrişa li ser zarokan daxuyanî: Divê hesab bê xwestin

Ofîsa Zarokan a Desteya Jin û Komeleya Stêrk a Parastina Zarokan li Şehbayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk şeremezar kirin û xwestin hesab ji dewleta Tirk bê xwestin.

Şehba – Duh dewleta Tirk êrişî gundê Semûqa ya kantona Şehbayê kir. Di encama êrişê de ji 4 zarokan zarok 3 jê wan birîndar û Faris Xelef Ibrahîm ê 13 salî jiyana xwe ji dest da.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên Tirk ên li ser Şehbayê û bi taybetî hedefgirtina zarokan Ofîsa zarokan a Desteya Jin û Komeleya Stêrk a parastina zarokan li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê daxuyanî dan.

Di daxuyanî ji aliyê xwendekar Buhar Silêman ve hat xwendin. Buhar Silêman bal kişand ser êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser herêmê û got:

"Dewleta Tirk a faşîst êrîşên xwe yên domdar didomîne û bi awayekî sîstematîk gel û zarokan armanc digre. Tenê bi van sûcan bi sînor namîne, rojane operasyon tên lidarxistin û herêmên ku sivîl û zarok lê dijîn hedef digre. Di encama vê de li herêmên me gelek sivîl tên qetikirin û birîndar dibin. Piraniya wan jî zarok in, ev yek ji ber bêdengiya navneetweyî didome. Duh di encama topbarana êrîşên dewleta Tirk a faşîst de 4 zarok birîndar bûn. Wan zarokan ji bo debara jiyana xwe di van şert û mercên dijwar de di zeviyan de kar dikirin, zarok ji bo debara jiyana xwe bikin ji Helebê hatibûn lê rastî êrişên topên dewleta faşîst hatin. Ew jî niha di bin lênêrîna giran de ne. Zarokê 13 salî yê bi navê Farês Fadil Ibrahîm lingekî wî ji ber topbaranê hatibû jêkirin, îro jiyana xwe ji dest da."

‘Divê hesab ji sûcdaran bê xwestin'

Di dawiya daxuyaniyê de Buhar Silêman ji bo rawestandina sûcên dagirkeriyê bang kir û wiha got: "Em weke Ofîsa Parastina Zarokan û Rêxistina Stêrk li kantona Efrîn-Şehbayê, êrîşên dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên me bi tundî şermezar dikin û her wiha em bêdengiya navneteweyî rexne dikin. Em ji rêxistinên mirovî, hiqûqî û rêxistinên ku parastina zarokan daxwaz dikin ku rola xwe di parastina zarokan de bilîzin, da ku ew jî weke zarokên cîhanê bi ewlehî û aştî bijîn û divê li ser sûcên dagirkeriya Tirk rawestin û hesabê van sûcên ku li dijî zarokan pêk tên bipirsin."