‘Li dijî darvekirinê em ê bibin dengê jinan’

Rojnamevanên jin ên Efrîn û Şehbayê li ser biryara darvekirina du jinên li Rojhilatê Kurdistanê gotin: "Li dijî biryarên darvekirinê em ê dengê xwe bilind bikin û rûyê zihniyeta mêr-dewletê eşkere bikin.”

HESNA MIHEMED

Şehba- Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da çalakvan Şerîfe Muhemedî û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî. Li dijî biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî rojnamevanên jin ên Efrîn û Şehbayê bertekên xwe anîn ziman.

'Îranê biryara darvekirinê ji xwe re rewa dibîne'

Nûçegihana Jin Tv Sîdra Memo biryara darvekirina jinan li Îranê red kir û behsa siyasetên ku jinan dike hedef kir û got: "Em biryara darvekirina her du jinên rojnamevan û çalakvan li Îranê red dikin û tu carî qebûl nakin. Li tevahî cîhanê mafê rojnamevantiyê û karkirina jinan tê astengkirin û qedexekirin. Li deverên ku jin dixwazin heqîqeta ku civaka xwe derxe pêş û mafê wan bi dest bixe tê hedefgirtin, binçavkirin û rastî kiryarên hov jî tên. Li Îranê piştî serhildana Jîna Emînî gelek xebatkarên jin bi hincetên cuda hatin binçavkirin û biryarên hişk li ser hatin meşandin, armanc bi van kiryaran ew bû ku nehêlin jin serî li hemberî desthiladariyê hildin.

Li hemberî zihniyeta mêr-dewletê ji destpêka şoreşa 'Jin, Jiyan,azadî' ve li Rojhilatê Kurdistanê jin li ser piyan in, di nava çalakiyan de ne, bertekên xwe li dijî vê zihniyetê nîşan didin û ji bo şikandina wê di nava têkoşînê de ne. Bi sedan jinên ku têkoşîna azadiyê li dijî hişmendiya dewletê didin meşandin li Îranê tên binçavkirin û biryara darvekirinê li wan tê birîn. Biryara darvekirinê li tevahî cîhanê û di qanûna mafên rojnemevanan de nayê qebûlkirin lê dewleta Îranê ev biryar ji xwe re rawa e dibîne û kesên berpisiyar jî li dijî van biryaran bi erkên xwe ranabin."

'Em tevli hemleya 'Na ji darvekirinê re' dibin'

Sîdra Memo diyar kir ku li dijî biryara darvekirinê beşdarî hemleya YRJ'ê dibin û wê dengê xwe bigihîjînin tevahî cîhanê û vê biryarê rawestînin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yekitiya Ragihandina Jin YRJ'ê ku rastiya civakê û jinan radigihînin hemleya îmzekirinê li dijî biryara darvekirinê dan destpêkirin, em jî weke rojnamevanên jin li Efrîn-Şehbayê tevli vê hemleyê dibin û dengê xwe li dijî darvekirina jinan bilind dikin. Di heman demê de em dengê xwe ji cîhanê re jî radigihînin. Em dibêjin ku tu kes nikare dengê jinan qut bike, mafê wan binpê bike di bin dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li hemberî hişmendiya mêr-dewletê têdikoşin. Biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî tê wateya darvekirina hemû jinên têkoşer lewre em vê biryarê red dikin. Em weke rojnamevan dibêjin ku jin li ku derê bin, li dijî zihniyeta mêr têdikoşin em ê bi riya pênûs, kamera û bîrdoziya rizgariya jinan bibin dengê wan."

'Biryara darvekirina Şerîfe û Pexşan hemû jinan digre nava xwe'

Rojnamevana rojnameya Ronahî Zana Roj bal kişand ser siyasetên ku li dijî jinan tên meşandin û wiha pêl da gotinên xwe: "Siyasetên ku li Îranê tên meşandin siyaseta binpêkirin û çewisandina li ser jinan e û bêguman ev siyaset jî berdewamkirina zihniyeta mêrên desthilatdar e ku li hemberî jinan û pêşketina wan di vê sedsalê de tê kirin.

Ji dema çirûska serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' û heya vê kêliyê siyasetên tund li ser jinên têkoşer û serhildêr tên meşandin. Di van demên dawî de hikumeta Îranê cezayê darvekirinê li herdu jinên çalakvan û rojnamevan biriye. Em wek rojnamevanên jin tu carî qebûl nakin. Di vê serdemê de jî li dewleta Îranê biryarên darvekirinê tên pêkanîn, ev jî şermeke ji cîhanê re divê ev biryar, ne tenê li Îranê, li tevahî cîhanê bê rakirin. Em biryara darvekirinê ya li herdu jinan hatiye birîn weke biryareke li dijî hemû jinan dibînin.”