Li dijî darvekirinan bang: Bikevin nav tevgerê

Rêxistina Kongra Star û Meclisa Adaleta Jin ên kantona Firatê bi daxuyaniyeke çapemeniyê biryara darvekirina pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî şermezar kirin û banga li hemû rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û cezayê darvekirinê betal bikin.

Kobanê – Rejîma Îranê, çalakavên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî yên di sala 2023’an de girtibû di 23’yê Tîrmeha 2024’an de biryara darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî, di heman demê de 1’ê Tebaxê jî biryara darvekirina Werîşe Mûradî hat dayîn.

Li dijî biryar û kiryarên ku li hemberî jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên, rêxistina Kongra Star û Meclisa Adaleta Jin a Kobanê daxuyanî dan.

Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê endama Kongra Star Meysûn Kawar ve hate xwandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Beriya çend rojan Dadgeha Bilind a Îranî biryarek da; biryara darvekirinê ya li hember her du çalakvanên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, bi sûcdariya serhildana çekdarî li dijî dewletê û girêdana bi komên dijber ve. Her du çalakvanên Kurd rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatin. Her wiha serdanên malbatên wan jî qedexe kirin û destûr nedan ku ji wan re parêzerek bê girtin da ku wan biparêze.”

Her wiha hate gotin: "Wekî ku tê zanîn hevrê Pexşan wek çalakvaneke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikir û piştgiriya keçikên ku ji DAIŞ`ê dihatin rizgarkirin, dikir. Werîşe jî wek çalakvanekê di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtibû, li hember terora DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa dikir.”

Kongra Star di daxuyaniya xwe de cezayê darvekirinê şermezar kir û bang li hemû rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û cezayê darvekirinê betal bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.