Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên qirkirinê

Di encama êrişên dewleta Tirk yên li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 kes jiyana xwe ji dest dan. Di nav kesên ku jiyana xwe jidest dane zarokek jî heye.

Navenda Nûçeyan – Ji şeva 23-24ʹê Cotmehê artêşa Tirk bi bejahî û asîman bi balafirên şer, bêmirov û çekên giran seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hedef. 

Artêşa Tirk malên welatiyên li bajarê Til Rifetê, gundewarên bajarê Til Temir, kantona Minbicê, navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn, li Kobanê stasyona kehrebê, nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û navneda tenduristiyê li Qamişloyê, her wiha stasyon û avahiyên stratejîk ên kantona Cizîrê hedef girtin. Di heman demê de dewleta Tirk a dagirker stasyona petrolê ya Seîde ya li gundewarê bakurê bajarê Tirbespiyê û li Amûdê jî stasyona kerabe û derdora wê bombebaran kir. Bi hemwextî êrişên hewayî li Minbicê jî li dijî gel dewleta Tirk dest bi êrişan kir.

Di encama topbaranên dijwar de, li gorî agahiyan li bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehba 4 welatî di nav de zarokek hat qetilkirin, 10 kes jî birîndar bûn.  Her wiha 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Kobanê birîndar bûn.

Di bombebarana li dijî navenda tendurstiyê ya li taxa Xelîc a Qamişloyê de welatiyek birîndar bû û di êrişa li dijî stasyona Siwêdiyê ya bajarê Dêrikê de karkerekî kargeha gazê birîndar bûn.

Piştî êrişan li Qmaişlo û Kobanê kerabe qût bûn.