Li dibistanên Îranê pergala zorê û şîdetê
Pergala perwerdê ya Îranê ji ber cudakariya çînî, ferzkirina hîcab û tundiya pergalî bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ye. Ji bo çareseriya pirsgirêkên di sîstema perwerdê de, hişmendiya civakî û berxwedan şert e.
FURÛZAN AHMEDNIYA
Li Îranê rewşa dibistanan gelek zehmet e, dibistan ji bo keç û xortan hatine cudakirin û ev cudakirin, ji pêşdibistanê heta lîsteyê tê pêkanîn. Di dibistanên keçan de sergirtin mecbûrî ye û xwendekarên keç, neçar in pêşmalk û şal (pantûr) li xwe bikin, serê xwe bigrin. Van rêzikan, bi zagoneke ku beriya demekê hat derxistin re zêdetir bûn û li kesên ku li gorî rêzikên sergirtinê tevnagerin cezayên giran hatin dayîn.
Zehmetiyên di perwerde û hîndekariyê de
Li Îranê li qada perwerdeyê gelek pirsgirêk hene. Pirsgirêka yekemîn jî qelîteya perwerdeyê û newekheviya derfeta ne. Li gelek dibistanan, kêmasiya mamoste û materyalan heye, ev yek jî li ser qelîteya perwerdeyê bandorek neyînî çêdike. Her wiha li hinek herêman, xizaniya zêde, dibe sedem ku zarok ji perwerdeyê bêpar bimînin.
Pirsgirêkên li dibistanên dewletê zêde ne. Kêmasiya mamosteyan, kêmbûna materyalên perwerdeyê û ji bo perwerdeyê şert û mercên baş tune ne. Ev rewş bi taybetî li herêmên bejahî û xizan zêdetir e.
Hîjyena li dibistanên dewletê û mercên tendirustiyê jî fikaran zêde dikin. Kêmbûna personelên tendirustiyê û mercên nebes ên hîjyenê, li ser tendirustî û başiya xwendekaran bandorên xirab çêdike.
Arizîkirin û newekheviya di perwerdeyê de
Polîtîkayên arizîkirinê yên di salên 1980’yan de dest pê kirin, li ser pergala perwerdeyê ya Îranê bandoreke mezin çêkirin. Bi zagona ku di sala 1987’an de hat derxistin re, avakirina dibistanên taybet fermî bû. Van dibistanan, bi pereyê ku ji weliyên xwendekaran hatin girtin re, li gorî dibistanên dewletê derfetên baştir pêşkêş dikin lê vê rewşê newekheviya di perwerdeyê de kûrtir kir.
Xwendekarên ku dikaribûn biçin dibistanên taybet, baştir perwerde dîtin, xwendekarên di dibistanên dewletê de dixwînin jî bi gelek kêmasiyan re têdikoşin.
Dibistanên taybet, mamoste û çavkaniyan bi aliyê xwe ve kişandin, bûn sedem ku qelîteya perwerdeya li dibistanên dewletê kêm bibe. Ev rewş bi taybetî li herêmên xizan zêdetir e.
Dibistanên dewletê, ji ber bê berpirsyariya burjûwayê bûn “cihê surgunê.” Çavkaniyên kêm û kêmbûna mamosteyan, bi taybetî li dijî çîna jêr bûye mekanîzmaya zextê.
Di dibistanên li Îranê de, şîdeta li ser jin
Zarokên keç ên li dibistanên dewletê perwerde dibînin, ne tenê ji derfetên kêm, di heman demê de ji ber ferzkirina sergirtinê û normên hişk ên civakî di bin gelek zextan de ne. Bi vê zextê armanc ew e ku di temenê biçûk de li ber wan “îtaet” were hînkirin.
Di dibistanên li Îranê de, şîdet pirsgirêkeke cidî ye. Ev yek di warê derûnî fizîkî û civakî de xwe nîşan dide.
Zagonên Îranê, her çendî cezayê fizîkî li dibistanan qedexe kiribin jî bi raporan diyar dibe ku ev ceza didomin.
Cudakariya zayendî û ferzkirina sergirtinê, bi taybetî li ser xwendekarên keç dibe sedema pirsgirêkên derûnî.
Zarokên keç bi hinceta ku li gorî rêzikên sergirtinê tevnagerin, tên rexnekirin, ji dibistanê tên dûrxistin yan jî cezayê disîplînê li wan tê birîn. Ev rewş dibe sedem ku baweriya wan bi wan kêm bibe û stres zêde bibe.
Pergala perwerdeyê ya zordar û zext, li ser ruhê xwendekaran bandorên nebaş çêdikin. Di demên dawî de, ji ber zextên derûnî yên li dibistanan, bûyerên xwekuştinê zêde dibin. Ev yek jî hilweşîna pergala perwerdeyê nîşan dide.
Her çendî daneyên fermî pir kêm werin eşkerekirin jî hatiye diyarkirin ku di sala 2015’an de 12 xwendekaran xwe kuştine. Di demên nêz de jî hatiy raporkirin ku bi taybetî di bûyerên xwekuştinê de hejmara xwendekarên keç zêdetir e.
Di sala 2024’an de, ji ber ferzikirina sergirtinê, xwendekarên bi navê Arzû Hawarî û Aynaz Kermî ku ji dibistanê hatibûn avêtin xwe kuştibûn. Vê yekê nîşan dabû ku pirsgirêk çiqas kûr e.
Bûyerên wiha nîşan didin ku pergala perwerdeyê ya li Îranê zarokên xwendekar bi şert û mercên çawa re rûbirû dihêle û encama wê ya ku mirinê bi xwe re tîne eşkere dike.
Bandorên hîcaba bi zorê
Pêkanîna bi zorê ya hîcabê, li ser xwendekarên keç zextek cidî ya psikolojik ava kiriye. Xwendekar dema ku hîs dikin azadiya wan ya şexsî tên sînordarkirin, neçar dimînin ku bi stres, fikar û hestên bê nirxbûnê re têkoşîn bikin.
Bandorên psikolojik: Ferzkirina hîcabê, rê li ber windabûna baweriya xwendekaran û îzalîsyona civakî vedike.
Xwedekarên li gora qûralan tevnegeriyan, rastî cezayên disiplinê, şermezarî û hinek caran ji dibîstan tên avêtin, tên. Ev cûreyên cezayan, dibe sedemê travmayên psîkolojîk ên dem dirêj.
Xwepêşandan û zext
Xwepêşandanên ku pişti qetilkirina Jîna Emînî di sala 2022 an ji aliyê dewletê ve destpêkirin, di sistema perwerdê ya Îranê de ji deng vedan. Xwendekar bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Ji dîktatorê re mirin” beşdarî xwepêşandanan bûn:
Bi taybet xwendekarên jin di rêzên pêş yê tevgerê de cih girtin. Li gelek dibistanan çalakiyên xwendekaran hatin li darxistin. Hêzên ewlekariyê, li ser hinek distanan de girtin û hêjmarek zêde ya xwendekar girtin. Herwiha hate ragihandin ku di xwepêşandanan de 23 zarok û xwendekar hatin qetilkirin.
Êrîşên kîmyawî yên li dijî dibistanên keçan wekî cureki tundiyê ya gef li tendurustiya fizikî û derunî ya xwendekaran hat tomarkirin. Ev êrişan wekî pêngava tolhildanê ya rejîma ya li dijî xwendekarên keç yên li ber xwedidin tê nirxandin.
Pergala perwerdê ya Îranê ji ber cudakariya çînî, ferskirina hîcab û tundiya pergalî bi pirsgirikên cidîre rûbirû ye. Ev pergal ne tenê mafê perwerdeyê ya xwendekaran asteng dike, di heman demê de gef li tendurustiya wan ya fîzîki û derûnî jî dixwe.
Divê malbatan, zarokên xwe li dijî bandorên îdeolojîk û zextker a vê pergalê bi hişmendîbike û bi ruhê têkoşer mezin bike.
Ji bo çareseriya pirsgirêkên di sîstema perwerdê de, hişmendiya civakî û berxwedan şert e. Divê perwerde, ne bi zext û azadiyê, bibe amûrek ya pêşxistinê. Rewşa li Îranê, nîşan dide ku di sîstema perwerdê de ji îdeal çiqas dûr e. Li dijî van şertan pêwîstî bi têkoşînek civakî ya bi hêztir heye.