Li dibistanek Îraqê Rahma ya 8 salî ji ber lêdana mamosta felc bûye
Li yek ji dibistanên Îraqê bûkyereke ji dervî pîvanên mirovahiyê qewimiye. Zaroka keç a 8 salî Rahma ji aliyê mamosteyek xwe ve rastî tundiyê hatiye û ev tundî bû sedem ku ji lingên xwe felc bibe, ev bûyer li dibistanan tundûtûjiya li dijî zarokan nîşan dide.
XOFRAN EL-RADÎ
Bexda - Bûyera keça keç a 8 salî Rahma ku li dibistanê ji aliyê mamosteya xwe ve rastî tundiyê hatî di nava çalakvanên medyaya civakî û giştî şêniyên Iraqê de bû sedema bertek û aciziyan. Ji ber Rehma siparteka xwe bi awayekî rast amade nekiribû mamosteya wê bi dijwarî li serê wê xist, ev lêdan jî bû sedem ku Rahma ji lingên xwe felc bibe. Ev bûyer wekî "şêweyê herî xerab ê şîdeta ku zarok li dibistanan dijîn" hate dîtin. Gelek kesan li ser malperên tora civakî dan zanîn ku nebûna çavdêriya li ser dibistana û lawazbûna rola rêvebirên perwerdeyê hiştiye ku tundiya devkî û fîzîkî ya ku li ser zarokan tê kirin zêdetir bibe.
"Kesên li dibistan tundiyê li şagirtan dikin wê bên cezakirin"
Çavkaniyek ji Wezareta Perwerdê ya Iraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me re diyar kir ku li ser vê bûyerê lêkolîn tê kirin û wê li ser mijarên tundiya li dijî şagirtan bi awayekî cidî bisekinin û sûcdar jî cezayê xwe wê bigre û wiha got: "Hişyarî û pêşinyar baş tê kirin û ji ber çi sedemê dibe bila bibe li xwendekaran nayê xistin û kesên ku van pêşniyaran binpê bikin dê bên cezakirin."
Daxwiyaniya Wezareta perwerdê ji bo mijara tundiya li dijî zarokan
Derbarê bûyera ku bi zaroka 8 salî Rahma re qewimiyî Wezareta Perwerdê di 4'ê Sibatê de daxwiyaniyek dabû û di daxwiyaniyê de wiha hatibû gotin: "Kesên ku perwerdê didin yên ku vî pîşeyî hildibjêrine, berî ku bibe mamosteyê dibistanê pêwîste mamosteyê mirovî bin û şert û mercên xwendekaran berçav bigrin." Her wiha di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku wê sûcdar û kesên ku di erkên xwe de lawazin li gorî qanûnê werin cezakirin.
"daxwaza min ewe ku keça min vegere jiyana xwe ya asayî"
Dayika Rahma jî ji ajansa me re wiha qala bûyerê kir: " 20 roj di ser bûyera keça min re derbas bû, tu tedbîr û biryar derbarê mamosteya ku bû sedema felcbûna lingê keça min nehat girtin. Vê yekê hişt ku ez berê xwe bidim medyaya civakî da ku doza keça xwe bikim mijarek raya giştî. Tenduristiya keça min baş bû û di xwendina xwe de jî serkeftî bû, ez nizanim mamosteya wê çawan karîbû bi vê tundiyê lê bide, tenê ji ber ku di dersek xwe de spartek baş çênekiribû û hindik şaştî kiribû wisan lê kir. Ez tenê dixwazim keça min veger jiyana xwe ya asayî. Ez nikarim keça xwe di vê rewşê de bibînim, nikarim bi xwe bidim bawerkirin ku wê keça min dayîmî di vê rewşa felcê de be." Her wiha dayikê bang li çalakvanên mafê mirovan û zarkan kir ku li kêleka keça wê Rahma bin.
"Em daxwaza parastina zarokan ji tundiya li dibistanan dikin"
Çalakvana mafê mirovan Sally Khaliljî diyar kir ku zarok di hemû qadên jiyanê de rastî tundiyê tên û bi taybet di dibistanan de rastî şîdetê tên, her wiha têkildarî bûyera ku bi zaroka 8 salî Rahma re qewimê de wiha dibêje: "Bûyera ku bi Rahma re qewimî ye, destdirêjiya bi qestî ye û pêwîste cihên pêwindîdar vê pisgirêkê bi awayekî qanûnî bigrin dest."
Sally khalil bi bîr xist ku qanûn di mijara îstismarkirina zarokan de çi şîdeta devkî û çi jî ya fizîkî be, lawaz e û wiha got: "Hin bûyerên îstîsmara zarokan vediguherin pirsgirêkên eşîrî û sûcdar nayê cezakirin tenê pereyên xwînê didin.”
Çalakvana mafê mirovan û zarokan Sally Kelil di dawiya axaftinên xwe de daxwaz kir ku dosyaya Rahma di lêkolîneke berfireh de bê girtin û li dibistanan parastina zarokan bê kirin.