Li dibistanê tundî: Li zencanê xwendakara 14 salî jiyana xwe ji dest da
Li dibistanekî ya bajarê Zencanê, xwendekara binavê Nîma Necafî ya 14 salî ku li dibistanê tundî dît qeyrana dil derbas kir.

Navenda Nûçeyan – Li gundê Sehrî Zencanê ya Îranê, xwendekara bi navê Nîma Necafî ya 14 salî, li hewşa dibistanê ji nişka ve qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Berpirsê servîsa lezgîn a bajer, ragihand piştî bûyerê ekîbên tenduristiyê hatine cihê bûyerê, lê rûxmê hemû hewildanan jî Nîma Necafî nehatiye rizgar kirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, rêveberiya dibistanê ceza daye Nîma Necafî ku du caran li derdora hewşa dibistanê bibeze. Piştî vê cezayê fîzîkî, Nîma Necafî qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Malbata Nîma, diyar kir ku bûyer ji aliyê kamerayên dibistanê ve hatiye tomar kirin, lêbelê heta niha ji aliyê rayedaran ve der barê bûyerê de tu daxuyanî nehatiye dayîn.
13 xwendekar bi îşkenceyê re rû bi rû hatibûn
Li gorî rêveberiyên dibistanên li Îranê, di hawirdorên perwerdehiyê de cezayê fîzîkî qedexe ye. Lêbelê, li gorî raporên herêmî, ev qûral hertim tê paşguhkirin. Beriya niha jî bûyerên bivî awayî hatibûn jiyîn; li gundê Karacu ya Sineyê, 13 xwendekar bi hinceta windabûna kabloya şarjê rastî îşkeceye hatibûn.