Li Dêrsimê li dijî talana li ser xwezayê banga têkoşînê

Saziyên ku li dijî projeyên madenan ên tên xwestin li Dêrsimê bikevin meriyetê daxuyanî dan, li dijî talana li ser xwezayê banga têkoşîna hevpar kirin.

Navenda Nûçeyan- Komeleyên Dêrsimê yên Îzmîrê, Platforma Hawirdor û Çanda Egeyê (EGEÇEP), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Komeleyên Xwaringeha Demokratîk (DAD) a Îzmîrê û Federasyona Elewî û Bektaşiyan (ABF) ya Îzmîrê, li dijî projeyên madenan ên tê xwestin li Dêrsimê bikevin meriyetê û talana ekolojîk a li Tirkiye û Kurdistanê didome, civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Li ser navê saziyan metneke hevpar ji aliyê hevserokê Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dêrsimê Hasan Alî Kiliç ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev demeke dirêj e Dêrsim bi projeyên bendavan, şewatên daristanan û valakirina bi darê zorê ya gundan hedef tê girtin û hat diyarkirin ku niha jî tê xwestin erdnîgariya Dêrsimê bi 145 projeyên kanên madenê bê texrîbkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tevahiya Çiyayê Munzurê weke qada madenê hatiye ragihandin. Dixwazin li vir texrîbateke mezin çêbikin. Xelkê gundên Sari Saltik, Alîbogazi û Dervî Cemal jî li dijî vê bertek nîşan didin û li benda piştevaniyê ne.”

‘Dev ji polîtîkayên şer berdin’

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin bi sedan salan e Dêrsim dorpêçkirî ye de wiha hat gotin: “Çavkaniyên binerd û sererd tên talankirin û xelkê wê neçarî xizaniyê tê kirin. Em li vir bang dikin û dibêjin dev ji projeyên madenê yên li Dêrsimê, biradin û şewitandina daristanan û projeyên bendavan berdin. Polîtîkayên şer jî rê li ber qirkirina ekolojiyê û xwezayê vedikin, xizanî û hejariyê kûrtir dikin. Em dixwazin ev jî bên terikandin.”

Banga têkoşîna hevpar

Piştî civîna çapemeniyê Rêvebera EGEÇEP’ê Derya Lîm jî li dijî qirkirina ekolojî û xwezayê ya ji çiyayên Îdayê (Kaz) heta Cûdî û Dêrsimê, banga têkoşîna hevpar kir. Sekreterê Giştî yê DAD’ê Asîl Benler jî ji ber qirkirina xweza û çandî ya li Dêrsimê hişyarî kir.