Li Dêrsimê bêcezakirin sîstematîk bûye: Tevî delîlan dosya tên girtin

Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, diyar kir ku li Dêrsimê dozên ku kiryar polîs û leşker in, bêcezabûne encam dibe û got: "Ev polîtîka bûye sîstematîk û siyasî."

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dersîm- Li herema ku polîtîkayên şerê taybet zêde dibe li dijî zarokan pêkanîna sucan berdewam dike. Dadgeh vê pêvajoyê bê cezabûn û daxistina halê baş derbas dibe, di civakê de jî serê bûyerê tê girtin. Li Dersîma ku Walîtî wek bajarê ‘bajarê bi hizur’ bi nav dike, sucên ku li dijî zarok û jinan tê kirin tê paşguhkirin. Gelek caran, di dozên ku nayên dadgehkirin de jî, kê sûcdar in, riya dozê diguherîne. Li bajêr di wan demên dawî de bûyerên tacîz tecavûz ku kiryarê wan polîs û leşker in tên jiyîn. Seroka Baroya Dersîmê Fatma Kalsen got: “Dema kiryar polîs û leşker bin dosya bi bêcezabûne encam dibe.”

Jin di bin gefa tacîz, tundî û sixûrbûnê de ye

Li Dersîma ku piştî windabûna Gulistan Doku polîtîkayên li dijî jinê zêde bûye, li gor nûçeyên ku di raya giştî de derdikevin holê gelek jin ji aliyê pilîs û leşkeran rastî êrîşa zayendî yan jî tundiyê hatine. Ev bûyerên êrîşa zayendî û tundiyê  carnan dema derbasbûna kolanek de, dema çûndina yurdê de yan jî noqteyên kontrolê ya polîsan de pêk hatiye. Bi taybet ciwanên bajêr tên hedef girtin, hat hînbûn ku jin li kêlek êrîşa zayendî û tundiyê bi polîtîkayên sîxûrbûnê re jî rû bi rû dimînin.

‘Li bajêr polîtîkayên taybet tê pêkanîn’

Fatma Kalsen balkişand ser polîtîkayên bêcezakirinê û anî ziman ku divê hişyarîbûyîn  were avakirin. Fatma Kalsen di destpêka axaftina xwe de behsa bajêr kir û wiha got: “Li Dêrsimê dosyayên tundiya li ser jinan, qetilkirina jinan, îstîsmara zarokan û destdirêjiya zayendî li gorî parêzgehên Rojava yên Tirkiyeyê xwedî aliyên cuda ye. Li vir, em dikarin bi hêsanî bibînin ku hem di eşkerekirina rastiyê de hem jî di cezakirina dozan de, bi taybetî di dozên jin û zarokan de, ku kiryar polîs û leşker e, nerazîbûnek heye. Di asta Tirkiyeyê de polîtîkayek bêcabûnê heye. Lê livir dema ku em taybetiya heremê berçav derbas bikin  hîn zêdetir polîtîkayek bêcezabûnê heye. Di bajarê me de qetilkirina jinan jî tundiya li sr jinan jî heye. Her çendî ev mijar di çapemeniyê de cûda were teyîsandin jî em nikarin vê rastiyê ji ber çav derbas bikin.

‘Dema kiryar dibe polîs an leşker delîl tê tunekirin’

Fatma Kalsen, anî ziman ku polîtîkaya bêcezakirinê ya li bajêr ne nû ye û bi salan e berdewam dike, Fatma Kalsen, destnîşan kir ku di dozên ku kiryar an jî gumanbar polîs an leşker e, gelek caran delîl jî tên tunekirin. Fatma Kalsen, mînaka qetilkirina 3 jinan a ku di dîrokên cuda de li bajêr pêk hat da û wiha anî ser ziman: "Der barê Dîlber Erkmen a di sala 2011'an de li Dêrsimê hat qetilkirin, rûxmê ku dihat zanîn gumanbar polîs e jî ji bo lêpirsînê biryara nepenîtiyê hat dayîn. Piştre piştî biryarê hat îdeakirin ku kiryar ne polîs e yekî din e û biryar bi beraatê bi encam bû.  Rûxmê ku agahî hebû ku Dîlber Ermen li erebeya polîsek hatiye siwarkirin û di malê de kûmê polîs heye lê dîsa jî kamera nehat lîkolînkirin û mixabin delîl hat reşkirin. Dema kiryar polîs û leşker  bin gelek caran em  di dosyayên bi vî rengî re rû bi rû tên. Di sala 2014’an de Meral Timtik ji aliyê hevjînê xwe ve, di sala 2019’an de jî Sakîne Oguz li navçeya Hozatê hat qetilkirin. Meral ji aliyê hevjînê xwe û Sakîne jî ji aliyê leşkerekî ve hatin qetilkirin. Her du kes tevî zanîn û delîlên tundiya sîstematîk bi cezayên kêm hatin xelatkirin. Diviyabû ji sûcdaran re cezayê muebbetê bihatana dayîn, lê ceza hat kêmkirin."

Doz ji aliyê rêxistinên jinan ve tên şopandin

Fatma Kalsen, diyar kir ku wan weke komîsyon serlêdanên ku di der barê bûyerên tacîz û tundiyê de birin edliyeyê û bang li jinên li bajêr jî dijîn kir. Fatma Kalsen, diyar kir ku ew weke Komîsyona Mafên Jin û Zarokan bi feraseta ku bi têkoşîna civakî pêşî li qirkirinê bê girtin, dixebitin û anî ziman ku ew ê sûcên li dijî jin û zarokan ên li bajêr bişopînin.

'Divê em li her qadê amade bin'

Di dawiyê de Fatma Kalsen ku li dijî polîtîkayên êrîşkar banga mezinkirina têkoşînê kir got: “Komkujiya li ser jinê êdî li welat veguheriye qirkirinê. Derketina ji Peymana Stenbolê û bicihneanîna Qanûna bi hejmara 6284 a ku jinan diparêze, xwedî aliyên sîstemî û siyasî ye. Li Tirkiyeyê li dijî van polîtîkayan têkoşîneke cidî ya jinan heye. Li hemberî vê têkoşînê desthilatdarî dixwaze êrîşî destkeftiyên jinan bike û vê hêzê qels bike. Pêwîste jin li her qadê, li kolan, li mal û hem jî di nava siyasetê de cih bigire. Jin bi têkoşîna xwe dikarin mafên xwe bi dest bixin. Dixwazim vê yekê jî bibêjim ku ev pirsgirêk ji aliyê zîhniyeta mêr ve têne çêkirin. Ji bo guhertin û veguhertina feraseta feodal divê xebateke cidî bê meşandin û dawî li siyaseta bêcezakirinê bê anîn. Tenê bi vî rengî em dikarin tedbîrên bi bandor û mayînde bigirin."