Li Darfurê kolera belav dibe

Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, ji ber şer, şewba kolerayê bi lez belav dibe, krîza xwegihandina ava paqij kûr dibe.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, ji ber şer, şewba kolerayê bi lez belav dibe. Bijîşkên Sînornenas (MSF) 14'ê Tebaxa 2025'an daxuyaniyek da û diyar kir ku tenê di hefteyekê de herî kêm 40 kesan li Sûdanê ji ber kolerayê jiyana xwe ji dest daye.

Şewbê bandora herî giran li Tawila kiriye ku li bakurê Darfûrê ye. Li vê derê, li kampên demkî bi sed hezaran kes hene ku ji cih û warê xwe bûne. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Tawila niha ji nîv milyon mirovî re malovaniyê dike. Sivîlên ku ava paqij bi destê wan nakeve, li hemberî nexweşiyan hewl didin xwe bi rê û rêbazên xwe biparêzin.

Di meha Nîsanê de 300 zarok bi kolerayê ketin

Di nava du hefteyan de nexweşî belav bû û bîlanço giran bû. Meha derbasbûyî MSF'ê zêdeyî hezar û 500 kes derman kir. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji meha Nîsanê û vir ve li Tawilayê nêzî 300 zarok ji ber kolerayê nexweş ketin. UNICEF hişyariyê dide ku li eyaleta Darfûr a Bakur zêdeyî 640 hezar zarokên kêmî 5 salî bi gefa nexweşiyê re rû bi rû ne.