Li Colemêrgê li dijî desteserkirina îradeyê heta sibehê nobet

Parlamenteran li dijî biryara tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê heta sibehê nobet girtin.

Navenda Nûçeyan - Berxwedana duh a li dijî tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) de hatibû destpêkirin, didome. Di nav wan de Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM’ê jî dinav de gelek kes heta sibehê nobet girtin.

Parlamenteran li Kolana Bulvarê ya ku walîtî lê ye dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Bi sedan polîs anîn qada ku parlementer lê çalakî dikirin. Wekîlan di bin dorpêçê de heta danê sibehê nobeta xwe berdewam kirin.

Wê îro bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tûlay Hatîmogullari, Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Keskîn Bayindir, pêkhateyên Ked û Tifaqa Azad, heyeta CHP’ê û gelek nûnerên rêxistinên sivîl çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Meş wê saet di 13.00’an de bê lidarxistin û piştre wê li ber avahiya şaredariyê daxuyanî bê dayîn.