Li Ciwanro tevî zextên rejîmê jî gel kolanan neterikand

Li bajarê Ciwanroyê ku ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hat dorpêçkirin, ji bo astengkirina tevlibûna ciwanan a xwepêşandanan, dibistan hatin sekinandin.

Navenda Nûçeyan- Ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ketin û derketina Ciwanroyê hat qedexekirin. Tê diyarkirin ku li bajêr zêdetirî 50 welatî birîndar bûne. Muhafizên rejîma Îranê bajar dorpêç kirin. Hat hînbûn ku artêşa rejîma Îranê, bi rawestandina ketin û derketina welatiyan û bi kontrolkirina ketina nexweşxaneyê hewl dide ketin û dermankirina kesên di xwepêşandanên civakî de birîndar bûnê asteng bike.

Duh seatên êvarê ji welatiyên ku bi pêşengiya jinan bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Kurdistan ji faşîzmê re dê bibe goristan" meş pêk anîn re, gule hat rêşandin. Li ser bajêr helîkopter difiriyan, li ser edliyeyê û avahiyên bilind sekvan hatin bicihkirin.

Birîndar li malan tên dermankirin

Ji ber qutbûna înternetê der barê çalakiyan de agahiyên berfireh nehatin bidestxistin, ji aliyê çavkaniyên herêmî hat ragihandin ku gelek welatî bi hedefgirtina çekan birîndar bûne û welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane jî hene. Hat parvekirin ku birîndarên rewşa wan giran e ji ber nexweşxane-saziyên tenduristiyê di bin çavdêriya leşkerên rejîma Îranê de ne, li malên xwe tên dermankirin.

Di nava agahiyan de cih digre kamyona ku ji bo veguhestina xwînê ji aliyê saziyeke alîkariyê ve ji bo birîndaran li bajêr hatibû şandin, ji aliyê leşkerên rejîma Îranê ve hatiye paşvevegerandin.

Perwerdeya fermî îro hat sekinandin

Hat ragihandin ku rejîma Îranê ya dixwaze pêşiya tevlibûna çalakiyan a ciwanên bigre, li hemû dibistanên bajar û gundan navber daye perwerdeya fermî.