Li Cindirês bi hezaran ji bo Şehîdan agirê Newrozê pêxistin

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê şeve din dema ku agirê Newrozê hat pê xistin, çeteyan êrîş kiribûn û 4 kes qetil kiribûn. Ji bo wergirtina cenazeyan bi hezaran kes kom bûn û agirê Newrozê pêxistin.

Navenda Nûçeyan- Şevê din li navçeya Cindirêsê çeteyên ‘Ehrar Şerqiyê’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, gule li pîrozbahiya Newrozê reşandibûn. Di vê komkujiyê de 4 welatiyên ji malbata ‘Pêşmerg’ a ji gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê şehîd bûn. Hate diyarkirin di êrîşê de Ferhan El Dîn Mihemed Osman (43), Nezmî Osman (38), Mihemed Fereh El Dîn Osman (18), Mihemed Mihemed Osman (42) şehîd bûne.

Hat zanîn ku hemwelatiyên ku hatin qetilkirin li gundê Hêkçî nafçeya Şiyê ya Efrînê ye, lê belê koçî nafçeya Cindirê bûne. 

Piştî komkujiyê malbatên şehîdan û bi sedan kes ji bo wergirtina cenazeyan çûn pêşiya nexweşxaneya leşkerî ya ku dewleta Tirk li navenda Efrînê çêkiriye. Malbatan cenaze wergirtin û derbasî bajaroka Atme ya Îdlîbê ya ku nêzî Cindirêsê ye bûn.

Ji bo bejdarbûna merasîma cenaze bi hezaran kes li Cindirisê kom bûn û dirûşemya Şehîd Namirin berz kirin. Ji gund û navçeyên Efrînê gel ji bo bejdarî merasîma veşartina cenazeyan bibin, ber bi Cindirêsê ve ketin rê.

Li qada ku gel lê kom bûye, agirê Newrozê hat pêxistin.