Li Cezayîrê ji sedî 77’ê mexdûrên êrişa zayendî û tundiyê zarok in

Pisporan diyar kirin ku piraniya kesên di van çend salên dawî de li Cezayîrê rastî tundiya zayendî hatine zarok in û wiha gotin: " Bandora vê ya li ser tenduristiya derûnî giran e û ger neyê şopandin dê ev zarok heta dawiya jiyana xwe travmayê bijîn.”

NECWA RAHÎM  

Cezayîr - Yekîneya Tiba Edlî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Mustafa Paşa ya li Cezayîrê, ragihand ku di sala 2023’an de ji sedî 77’ê zarokan bûne mexdûrên tundiya zayendî. Bijîşka Edlî Jamîla Azouz, piştrast kir ku di nava 4 salan de 200 jê zarok 279 mexdûr hatin tomarkirin. Jamîla Azouz, wiha got: "Bi taybetî dema dibistan hatin girtin, hejmara mexdûran di meha Adar û Nîsanê di astek girîng de kêm bû, di meha Gulanê de ji nû zêde bû. Piştre di mehên betlaneyê de dîsa kêm bû, di navbera mehên Îlon û Kanûnê de bi lez zêde bû.”

Jamîla Azouz, diyar kir ku ji sedî 30, 6’ê mexdûrên di sala 2020’an de hatine tomarkirin 10 salî ne û wiha got: “Piştre yên di navbera 13 û 16 salî de û piştre bi rêjeya ji sedî 29 û 25 kesên di navbera 16 û 18 salî de hatin tomarkirin. Di ji sedî 49, 2 bûyeran de tenê dest dane mexdûr. Ji siyeka bûyeran ango ji sedî 21.77 tewaciz û her çend ev rêje û îstatîstîk zêde bûne jî di salên din de weke xwe mane.”

Bûyerê tacîzê li cihê girtî çêdibin

Jamîla Azouz, der barê êrişa zayendî ya li dijî zarokan de wiha axivî: “Ji sedî 93,5’ê kiryarên van bûyeran mêr in û ji sedî 75’ê mexdûran kiryaren xwe nas dikin. Ji sedî 73,4’ê bûyeran kesek ji derdora zarok e, ji sedî 9,68’ê bûyeran endamên malbatê û dema em li cihê pêkhatina bûyerê dinêrin, dibînin ku ji sedî 76,61’ê van bûyeran li cihên girtî qewimîne. Ji sedî 13,71’ê bûyeran jî li mala kiryar pêk hatiye. Mexdûr, têkildarî tiştên jiyane pir kêm diaxivan an jî qet naaxivin. Li gorî îstatîstîkan, ji ber piraniya dayikan tiştên zarokên wan jiyane vedişêrin, ji deh kesan tenê kesek baweriya xwe bi dayika xwe tîne.”

‘Îstatîstîkên fermî daneyên rast vedişêrin’

Jamîla Azouz, diyar kir ku ji sedî 4,88’ê bûyerên tundiya zayendî, bi êrîşên li dijî zarokên di bin kontrola kîmyewî de (madeyên hişber) pêk te û wiha got: “Ji sedî 2,44’an jî di bin gef an jî bêyî agahiya zarokê li dijî zarokan pêk tê. Lê îstatîstîkan fermî, hejmara rast vedişêrin. Di rewşên ku destûra tundiyê nîn e de, ekîbek me ya ji psîkiyatrîstên derûnînasên pispor ku bikaranîna rêbazên tê zanîn îfadeyên zarokan tesbît dikin hene. Em diyar dikin ka zarok rastî êrîşa zayendî hatiye yan na. Her wiha Qanûna Parastina Zarokan destûrê dide ku di dema girtina îfadeya zarok de qeydên bi dîmen û deng werin tomarkirin. Carna danişîna ji bo mexdûran dibe sedem ku êş dubare bibin.”

‘Ji bo zarokên mexdûr tiştên jiyane vebêjin em bi xêzkirin çîrok û wêneyan dest pê dikin’

Derûnînas Qard Nour Al-Huda jî der barê mijarê de wiha axivî: "Gelek caran zarok rasterast behsa tiştên jiyane nakin lewre ji bo em bawerî bidin zarokan, bi xêzkirin, çîrok û wêneyan em dest pê dikin. Ev yek hinek dema zêde dixwaze lê em dizanin kîjan zarokan bi kîjan rêbazan bidin axaftin û beriya her tiştî em bandorên tundiyê ya li ser derûniyê dinirxînin û di piranî rewşan de mexdûr piştî ku tiştan di bîra xwe de vedişêrin vedibêjin. Yên biçûk ango yên temenê wan di navbera 8-12 salî de ne, piraniya wan ji aliyê mezinên xwe yên wan nas dikin ango kesên derdora xwe ve rastî tacîzê hatine. Bandorên vê li ser tenduristiya derûniyê, giran e û ger neyê şopandin dê vê travmeyê heta dawiya jiyana xwe bijîn. Encamên li ser tenduristiya derûniya wan dê neyên telafîkirin. Yek ji sedemên herî girîng ên ku dikare li ser zarokên rastî tewaciz an jî êrîşa zayendî hatine bandorên neyînî û encamên xirab bihêle; îhmalkirin û gilînekirina polîsan e. Ev pêwîstiyeke bi lezgînî ya qanûnî ye û divê hemû dayik û bav bi cih bînin.”