Li Cezayîrê hemşîreyek hat qetilkirin û hevala wê hat birîndarkirin
Kesekî nenas li Cezayîrê hemşîreyek bi kêrê qetil kir û hevala wê jî birîndar kir.
Navenda Nûçeyan - Du hemşîreyên ku li Nexweşxaneya Benî Mesewes a Cezayîrê dixebitîn, dema diçûn cihê kar ji aliyê kesekî nenas ve rastî êrîşa bi kêrê hatin. Hat zanîn ku destpêkê êrîşkar xwestiye diziya wan bike lê ji ber berxwedana her du hemşîreyan matmayî maye û di encamê de yekê wan ji wan hatiye qetilkirin û ya din jî bi giranî birîndar bûye.
Hêzên polîs ên li herêmê ji bo zaniyariyên tawanê û girtina tometbar dest bi lêkolînê kirin.