Li Cezayîrê di nav salekê de 5 hezar û 412 jin rastî tûndiyê hatine

Li gorî daneyên fermî yên derbarê tûndiya sala 2021’an a de li Cezayîrê hat ragihandin ku di nav salekê de 5 hezar û 412 jin rastî tûndiyê hatine.

Cezayîr – Ji aliyê Yekîneya Ewlehiya Netewî ya Cezayîrê ve daneyên fermî yên derbarê tundiya nav malbatê hat parvekirin. Li gor rêjeya ku hatiye parvekirin di nav sala 2021’an de 5 hezar û 412 jin ji ber tûndiyê hatine serî li saziyên fermî dane.

Hezar û 573 jin ji aliyê mêrên ku pê re zewicîne ve rastî tûndiyê hatine

Li gor daneyên fermî ya ji aliyê Yekîneya Ewlehiya Netewî ya Cezayîrê hatiye parvekirin di nav sala 2021’an de 5 hezar û 412 jin rastî tûndiyê hatine, ji vê jî serî li saziyên fermî dane. Di nav vê rêjeyê de 4 hezar jin ji ber tûndiya fîzîkî, hezar û 573 jin jî ji ber ji aliyê mêrên ku pê re zewicîne rastî tûndiyê hatine, serî li saziyên fermî dane.

28 qetlîamê jinan, 21 bûyerên revandinê

Li welatê ku hezar û 137 bûyera îstîsmarê hatiye qeydkirin de, 91 giliyê tacîzê, 67 diliyê taciza zayendî  derbasî qeydê bûne. Li gor serîlêdanan 57 jin rastî êrişê zayendî hatiye, 28 jin hatiye qetilkirin û 21 bûyerên revandinê hatiye jiyîn. Her wiha li gor rêjeya fermî ya hatiye parvekirin 9 jin jî dema ku hatiye xwestin bên qetilkirin, birîndar bûne.