Li Beyrûtê pirtûkek li ser felsefeya Abdullah Ocalan hate nirxandin

Li Beyrûtê komeke akademîsyenan pirtûka "Abdullah Ocalan: Têkoşîna ku li dijî zehmetiyan derdikeve, afirîneriyek entellektuel a dîwaran derbas dike" nirxand û destnîşan kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê têkoşîn berdewam bike.

Navenda Nûçeyan- Duh Komeleya Newroz a Çanda Civakî ya li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê civînek li dar xist. Di civînê de pirtûka rewşenbîrên Ereb a bi navê "Abdullah Ocalan: Têkoşîna ku li dijî zehmetiyan derdikeve, afirîneriyek entellektuel a dîwaran derbas dike" ku li Misirê hatiye çapkirin, hate nîqaşkirin.

Civîn, li navenda komeleyê hate lidarxistin. Lêkolîner, ronakbîr, rewşenbîr, rojnamevan û nûnerên komeleyên jinan û sendîkayan beşdarî atolyeyê bûn. Cîgira serokê Komeleya Newroz Henen Osman civîn bi rê ve bir.

Nivîskar û lêkolînerê Lubnanî Xelîl El Qadî behsa beşdarbûna xwe di amadekirina pirtûkê de û sedema tevlêbûnê û girîngiya naveroka pirtûkê kir.

Piştî wê rojnamevan û lêkolîner Ehmed Şêxo, bal kişand ser dema derxistina pirtûkê, di kîjan çarçoveyê de ev xebat hatiye meşandin û da zanîn ku wan di nava pêngava navneteweyî de ku li 74 navendan li seranserî cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" dest pê kir, ev pirtûk hatiye amadekirin.

Piştre beşdaran naveroka pirtûkê nîqaş kir û destnîşan kir ku ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîn berdewam bike.