Li Bexdayê têkildarî edaleta civakî komxebata jinan
Ji aliyê Yekîtîya Jinên Iraqê ve bi hevkariya Tora Jinên Iraqê, bi armanca zêdekirina beşdariya jinan a siyasî û çalakkirina rola jinan a di pêvajoyên hilbijartinê de, di navbera namzetên parlementerên jin û gel de li Bexdayê komxebat hate li dar xistin.

RICA HAMID REŞÎD
Iraq – Îro ji aliyê Yekîtîya Jinên Iraqê ve bi hevkariya Tora Jinên Iraqê, bi armanca zêdekirina beşdariya siyasî ya jinan û çalakkirina rola jinan a di pêvajoyên hilbijartinê de, di navbera namzetên parlementerên jin û gel de li Bexdayê komxebat hate li dar xistin.
Namzetên Parlamentoya Iraqê Maysa Ashour Jawilî Khazalî û Şemîran Mrokî Odîsho, balkişandin ser mijarên girîng ên ku nêrînên wan ên siyasî û civakî nîşan dide. Her du namzedan, diyar kirin ku ew ê bi taybetî li ser xizmetkirina jin û kêmneteweyan xebat bimeşînin.
Jin kevirê bingehîn ê civakê ne
Şêwirmenda Parlamentoya Iraqê û namzeta parlamentera ji bloka alternatîf Maysa Ashour Jawilî Khazalî, bernameya xwe ya hilbijartinê da nasîn û bang li hemwelatiyan kir ku dema nûnerên xwe di parlamentoyê de hildibijêrin, zanetir bibin. Maysa Ashour Jawilî Khazalî, diyar kir ku divê dengder ji bo jiyaneke ewletir, aramtir û aramtir namzetên herî guncaw û rast hilbijêrin.
Maysa Ashour Jawilî Khazalî, wiha got: "Ez cara duyemîn ji bo parlementoyê bûm namzet, ji ber ku ez dixwazim xizmetê bikim. Ez dixwazim bi saya tercûbeya xwe û xebatên xwe yên salan ên di parlamentoyê de, qanûnên ku pozîsyona jinê ya di civakê de xurt dikin derxim. Yekane rêya bidestxistina demokrasiyê hilbijartin e û divê gelê me kesên ku dikarin bi awayê baştir pêdiviyên civakê bicîh bînin hilbijêrin.”
Mafên kêmneteweyan û aştiya civakî
Şemîran Mrokî Odîsho jî, bernameya xwe ya hilbijartinê bi nêrinekî ku pirrengiya çandî û olî teşvîk dike û bidestxistina aştiya civakî mîsoger dike, pêşkêş kir. Şemîran Mrokî Odîsho, diyar kir ku ew ê mafên kêmneteweyên Xiristiyanî biparêzin û tedbîran ku vegera kêmneteweyan mîsoger dike bigirin û da zanîn ku ew ê bi armanca parastina mafên jinan û zêdekirina beşdariya wan a ji bo jiyana civakî qanûnek derbixin.
Bihêzkirina jinan û reforma perwerdehiyê
Şemîran Mrokî Odîsho, diyar kir ku pêwîste jin di jiyana aborî û civakî de xwedî hebûnek mezintir bin û her wiha divê ciwan û jin beşdarî jiyana giştî bibin. Şemîran Mrokî Odîsho, da zanîn ku pêwîste ji bo reformên perwerdehiyê û pirrengiya olî û çandî rêz bê girtin.
‘Ji bo çareserkirina xizaniya jinan pêdivî afirandina zêdetir derfetan heye’
Parêzvana mafên jinan Şedda Najî ya beşdarî komxebatê bû, balkişand ku jin di nav xizaniyê de dijîn û neçar dibin ji bo wergirtina alîkariyên civakî parsekî bikin. Şedda Najî, da zanîn bernameyên alîkariya civakî ya ji bo jinan netêrkêr in û destnîşan kir ku ji bo çareseriya xizaniya jinan pêdivî afirandina zêdetir derfetan heye.
Parêzvana mafên karkeran Îman Îbrahîm jî, diyar kir ku qeyda ewlehiya civakî ya kesên li sektorên taybet dixebitin nayê kirin û da zanîn ji bo parastina karkeran divê qanûnên kar bi awayekî bibandor bê bicîhanîn.
Ev komxebat, ji bo zêdekirina beşdariya jinan a qadên siyasî, mîna gavekî girîng hate nirxandin.