Li Bexdayê ji bo fermanê rêzeçalakiyên TAJÊ
Hevdîtinên komîteya dîplomasî ya TAJÊ ya li Bexdayê didomin. Di çarçoveya van hevdîtinan de semîner hat dayîn, wêneyên fermanê hatin pêşandan û ji bo şehîdên fermanê gul avêtin Çemê Dîcleyê.

Bexda – Di çarçoveya kar û xebatên fermanê de ev zêdetirîn 10 roj in heyetek ji Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Baxdayê bi sazî û rêxistinên jin û eleqedar re hevdîtinan pêk tîne. Di çarçoveya van hevdîtinan de li TAJÊ bi hevkariya Wezareta Çand, Geştiyarî û Antîk a Iraqê, bi boneya salvegera 11’emîn a fermanê li navenda çandê ya Baxdayê rêzeçalakî lidarxistin. Di nav rêzeçalakiyan de pêşendana pêşengeha wêneyên fermanê hebû û li pêşiya pêşengehên ji bo şehîdên fermanê gul hatin danîn.
Ji hêla din ve belavok li ser fermanê hatin belavkirin. Ji hêla Wezareta Çandê ve semînerek hat dayîn ku bi sedan rojnameger, rewşenbîr, saziyên jinan di semînerê de amade bûn û eleqeyeke mezin nîşan dan. Di semînerê de ji aliyê komîteya dîplomasiya TAJÊ ve çîroka fermandara YJŞ’ê Hêza Şengalî ku ji destê DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û Cîlan Berces ku di fermanê de ji bo nekeve destê DAIŞ’ê dawî li jiyana xwe anî, hatin vegotin. Di semînerê de bang li hikûmeta Iraqê hat kirin ku jenosîda li ser civaka Êzidî bi fermî nas bike. Di dawiya semîner û pêşengeha wêneyan ji ber kar û xebatên wan xelat ji bo heyeta dîplomasiya TAJÊ hat dayîn.
Piştî semînerê ji hêla Rêxistina ‘Ez ê xwe ava bikim’ ve derbarê civaka êzidî û fermanê de şanoyek hat pêşandan. Piştî semîner û pêşandana wêneyan kesên tev li semîner û pêşengehê bibûn bi hev re ji bo şehîdên 74 fermanan gul avêtin Çemê Dîcleyê.
‘Em ê li her derê bibin deng û rengê jinên êzidî’
Berdevka Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Sûham Şengalî derbarê hevdîtin û çalakiyên xwe yên li Bexdayê de ev agahiyan parve kir: “Em wek jinên Êzidî û tevgera wê TAJÊ ji bo 11’emîn salvegera fermanê li Bexdayê bi alîkariya Wezareta Çandî ya Iraqê li cihê wan me hinek rêzeçalakî pêk anîn û gelek rewşenbîr û rojnameger jî tev li bûn. Wêneyên fermanê, gorên komî û berxwedanê hat pêşendan. Her wisa ji aliyê Wezareta Çandî ya Iraqê ve semîner hat lidarxistin. Şano hat pêşandan û ji bo şehîdên 74 fermanan li ser Çemê Dîcleyê gul hat avêtin. Cara yekemîn çalakiyeke bi vî rengî li Bexdayê tê lidarxistin. Ji hêla din ve wek TAJÊ heta civaka êzidî negihêjin mafên xwe, heta jinên êzidî yên hêj êsîr in neyên rizgarkirin em ê dev jê têkoşîna xwe bernedin. Bi hemû rê û rêbazan hem li Iraqê hem jî her derê cîhanê çalakiya xwe bidomînin û bi her awayî em ê dengê jinên êzidî, civaka êzidî bilind bikin û em ê bibin deng û rengê wan.
‘Em çiqas çalakiyan bikin dê ji bo Şengalê kêm be’
Çalakvana jin Enhar Ebdulrezaq derbarê fermanê û çalakiyên jinên Êzidî de ev tişt anî ziman: “Ez di sala borî de beşdarî gelek çalakiyên ji bo Êzidiyan bûm. Ev jî hevaleke min a kar e, ji min re got em ê beşdarî çi çalakiyê bibin. Min jê re got em van gulan ji bo ew jin û mirovên ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dane diavêjin nav avê. Ev çalakî ji bo bîranîna wan kesan e. Ev jî tê wateye ku vîna jin nehatiye şikandin û nemiriye. Ev çalakiya yekemîn ku beşdarî dibe ji bo hem mafê xwe û hem mafê hemû jinên din bigre. Ji bo mafê zarokên ku bê pêşeroj mane û hatin windakirin. Min xwest em van çalakî û fikra wê jêre vebêjim. Ev çalakiyên îro hatin li darxistin tê wateya hevkariya bi jinên Şengalê re. Îro ew kêliyên fermanê bi rêya pêşengehê û şanoyê hatin nîşandan. Em jî piştgiya xwe hem di warê qanûnî de hem jî perwerdehî de didin. Pêwîst e jin di hemû qadan de cih bigre û beşdarî jêre çêbike. Em vê berpirsyariya dîrokî hildigrin ne tenê ji bo Şengalê û tenê ji bo jinên Şengalê ev hemû îraqê eleqeder dike. Îro em li kêleka wan disekinin. Hem di aliyê madî û manewî de çi ji destê me bê ku em bikin em ê bikin. Em dawî de spas dikin ji ber ku em çiqasî jî bikin wê ji bo Şengalê dîsa jî kêm be.”
‘Ev 11 sal in jinên Êzidî têdikoşin’
Çalakvana jin Xeyda Mihamed jî ev nirxandin kir: “Ez di destêpê de dixwazim sebeba hatina me ya vê derê bînim ziman. Em ji bo salvegera 11’emîn a fermana 74’ê ku di sala 2014’an li dijî xwişk û birayên me yî Êzidî de hat li vê derê ne. Ew fermana herî giran bû li dijî mirovahiyê. Di fermanê de ne tenê civaka Êzidî hat hedefgirtin, li Îraqê pirrengî, aştî, aramî hate hedefgirtin. Em vê komkujiyê şermezar dikin ku tê de zêdetir 5 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan. Bi qasî 6 hezar jin û zarok jî rastî her cûre tûndî, revandin û tecewizê hatin. Hê jî bi hezaran mirov jî winda ne. Tevî ku jinên êzidî ewqas êş û azar dîtin jî lê ev 11 sal in bi sebrekî mezin têdikoşîn ji bo mafê xwe. Em di dawî de ji qurbaniyan duaya dixwezin û ji dîlgirtî û koçberiyan re azad û rizgariyê dixwazin.”