Li ber pêlên deryaya Xezayê bi belavkirina gulan 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê komeleya Çand û Ramana Azad a Xezayê ji bo pîrozkirina jinên Filistînî çalakiyek bi sernavê "kolana Gulê" li dar xist û komek jinên ciwan gul li jinên ku li kolana li pêşiya deryaya bajarê Xezayê hazir bûn belav kirin

REFÎF ESLÎM

Xeza- Di çarçoveya çalakiyên pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê de Komeleya Çand û Ramana Azad li ber deryaya bajarê Xezayê çalakiya pîozbahiyê li dar xist. Rêvebera Giştî ya Komeleya "Çand û Ramana Azad" Meryem Zeqût diyar kir ku 8'ê Adarê derfeteke ji bo pîrozkirina jinên Filistînê û pîrozkirina destkeftiyên jinên Filistînê û hemû jinên cîhanê ye û wiha domand:  “Roja Jinên Cîhanê derfetek e ji bo axaftina li ser binpêkirinên domdar ên ku Dagirkeriya Îsrayîê li dijî civaka Filistînê û bi taybetî li dijî jinan pêk tîne."

“Ji ber ku jinên Filistînê mîna deryayê pêl didin gul jî mîna jinan geş in hatin hilbijartin”

Der barê cihê ku çalakî lê hatiye lidarxistin de Meryem Zeqût diyar ku deryaya Xezayê weke cihê çalakiyê hatiye hilbijartin û wiha got: "Çalakî li ber deryaya Xezayê hat lidarxistin ji ber ku pêlên deryayê bilind dibin û dadikevin her wiha jinên Filistînê jî mîna deryayê ne û gul jî hatin hilbijartin ji ber ku jin tevî hemû zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû mane jî het nefesa xwe ya dawî li ber xwe didin û geş dimînin, ji ber vê yekê gul li jinan hatin belavkirin.

 

Rêvebera Navenda Tenduristiya Jinan Feryal Thabet bal kişand ku Kolana El-Wurod derfetek e ji bo avakirina kêfxweşiyê di dilê jinan de û îfadeya pêwîstiya jinan bi piştgiriya biryardêran heye ji bo ku jin mafên xwe bi qanûnî bi dest bixin.

 

Gul ji bo îlhama bide jinan hat hilbijartin

Koordînatora Projeya Sindoqa Geşepêdana Niştecihan a Neteweyên Yekbûyê Fehmiya Abîd diyar kir ku armanc bi vê çalakiyê ew e ku peyama girêdana nêzîk a di navbera jin û gulan de were şandin û ji bo keda wan spasî were kirin û wiha got: "Dirûşma Navneteweyî ya Roja Jinên Cîhanê "bi îlham be" ye ji ber vê yekê gul weke baştirîn rê ji bo îlhama jinan di roja wan de hat hilbijartin, ji ber ku jin ji ber destkeftiyên xwe hêja ne, divê tevahî cîhan wan pîroz bike."

Ji aliyê din ve Îbtîsam Ebû Şeban ku yek ji beşdarên vê çalakiyê ye kêfxweşiya xwe ya ji bo Roja Jinên Cîhanê û baldarbûna saziyên li bajarê Xezayê û pîrozkirina wan ji jinan re di roja 8'ê adarê de anî ziman û wiha got: "Ez Roja Jinên Cîhanê li tevahî jinan pîroz dikim û hemû jinên xwedî hêz û ked silav dikim, ez di vê şahiyê de pir kêfxweş bûm."

Li gorî raporek ku ji hêla amarên Navendî ya Filistînê ve di Adara 2021'ê de hatiye weşandin  jin ji sedî 49’ê civaka Filistînê pêk tînin.