Li ber deriyê dibistaneke navçeya Koyê jinek hat kuştin.
Navenda Nûçeyan- Li nêzî riya dibistana Kusret a navçeya Koyê ya Hewlêrê, kesên nenas êrîşî jina bi navê Serwîn a ku di sala 1996’an de ji dayik bûye kirin û ew kuştin.
Rêveberê nexweşxaneya beşa lezgîn a Koyê Neşet Mihemed got: “Dema jina ciwan anîn nexweşxaneyê, zêdetirî 10 gule di sing û piyê wî de hebûn. Tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da.”
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin heta niha jî kesên bûyer pêk anîne, nehatine binçavkirin. Polîsan dest bi lêkolînê kirin.