Dayika girtiya siyasî Zeynep Celaliyan ji bo îfadeyê hat gazîkirin

Dayika Zeynep Celaliyan a ji aliyê rejîma Îranê ve bi salan e girtî ye, Gozel Celaliyan ku cara yekemîn axivî û bang li raya giştî ya navneteweyî kir, ji bo lêpirsînê bang kirin ku biçe Rêveberiya Îstîxbarata Makoyê îfade bide.

Navenda Nûçeyan - Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn, piştre ji ber zextên raya giştî ya cîhanê cezayê wê veguherî cezayê girtîgehê yê muebed. Dayika Gozel Celaliyan a ji bo Zeynep Celaliyan a di salên binçavkirinê de sirgûnî girtîgehên Yezd, Kirmanşah, Urmiye û herî dawî jî dîsa li Girtîgeha Yezdê hat kirin û agahî jê nehat girtin banga hestiyariyê kir, ji aliyê rayedaran ve ji bo lêpirsînê hat gazîkirin.
Gozel Celaliyan di pêvajoya dirêj a girtîbûna keça xwe de yekem car derket pêşberî kamerayan wiha bang kiriye û ji hiqûqnasan piştgirî xwestibû: “Ez dixwazim keça xwe bibînim. Keça min 15 sal in girtî ye hê min nedîtiye. Destûr nayê dayîn ku kes serdana wê bike. Ez dayika Zeynebê me. Ji min re karekî bibînin û min bişînin cem keça min. Ez dixwazim biçim keça xwe bibînim. Lê keça min nîşanî min nadin. Nizanim li ku ye. 15 sal in min ew nedîtiye.”
"Piştî belavbûna dîmenan ji bo lêpirsînê hat gazîkirin "
Piştî banga Gozel Celaliyan li pêşberî kamerayan, îro Îdareya Îstîxbarata Makoyê ji bo îfadeyê bang li wê kir. Ev bang piştî banga duh Gozel Celaliyan a ji parêzer û raya giştî re kir li ser medyaya civakî dest bi parvekirinan hat kirin.