Li Başûrê Kurdistanê tenê di meha Gulanê de 17 jin hatin kuştin

Li herêma Kurdistanê daneyên kuştin yan jî neçarî xwekuştina jinan di meha Gulanê de bûye cihê metirsiyê, tenê di nava vê mehê de 17 bûyer hatin tomarkirin, sedemê wê jî nebûna yasa û fikrê mêrsalarî di nava civaka Kurd ye.

Silêmanî- Di hemû mehan de hêjmara kuştin û bi neçarî xwekuştina jinan zêde dibe û bûyer jî serde tê nuximandin û dadgeh mafê jinê naparêze, malbat jî bêdeng dibin. Piraniya kuştinan jinan di bin navê namus û civakê di ragihandinan de tê belavkirin. Yan jî pirsgirêkên malbat û nexweşiya derunî bi vê yekê ji tewanbar nayê sezadan. B egirtina tewanbaran ji aliyê desthilatdariyê ve û berpirsan sedemek din yê zêdebûna tewana ne. Eve jî wisan kiriye ku tenê di meha Gulanê de 17 jin werin kuştin yan jî neçar dimînin xwe bikujin û rastî tundîtujiyê tên.

Li gor daneyên ajansa me NUJINHA komkirî, di meha Gulanê de bûyerên kuştin û bi neçarî xwe kuştina jinan bi vî awayî ye:

Çemçemal

Di 2’ê Gulanê de li taxa Sengawa ya ya bajarokê Çemçemal mêrekî bi gule êrîşî mala xezurê xwe kir û hevjîna xwe û sê kesên din di mal de kuşt. Dayika hevjîna wî bi giranî birîndar bû. Berê gilî li ser tewanbar hebû. Di daxuyaniyek ya çepemeniyê de endamê wê malbatê Merwan Ehmed da diyarkirin ku nêzî şeş mehan bû pirsgirêkên xuşka wê û hevjînê wê hebûn û xuşka wê vegerabû mala dayika xwe.

Qampa Zaxo

Di 5’ê Gulanê de jinek Êzidî ya bi navê E.Q.E. ya temen 62 di nava qampa koçberan ya Bêrsîvê  ya Zaxo ji ber sedemek ne diyar bi hilawistinê dawî li jiyana xwe anî.

Kerkuk

Di 5’ê Gulanê de li taxa Pence Elî ya bajarê Kerkukê jinek temen 49 salî ya bi navê Leyla Salih Mehemed ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê Nasir Elî Feteh yê temen 50 salî di mala xwe de xweniqand.

Silêmanî

Di şeva 5’ê Gulanê ya bi 6’ê Gulanê ve girê dide li taxa Zergete ya bajarê Silêmaniyê, jinek li mala dayika xwe hevjînê wê êrîş dike û 15 caran bi kêrê birîndar kir, kes û karê jinan birîndar diyarkirin ku di demên bûrî de beriya ku mêr êrîş bike hetibû girtin û herçendî ku gilî li ser hebû jî  piştre hatibû berdan. Ev dû hevjîn nêzî salekê destgirt bûn, piştî ku mêr ji Avrûpa vegera nu zewicûn ew 40 rojbû zewicin, piştre hevjînê wê gelek zext lê dikir ku biçe kar bike û pare ji bû mêr bîne, lê belê jinê ev yek ne pejirand û vegera mala bavê xwe û nêzî 7 mehan bû dosya wan li dadgehê bû. Di 11’ê Gulanê de hêzên emnî yê bajarê Silêmaniyê  mêrê tewanbar girt, li gora gotinên jinê berê jî hevjînê wê gelek tewan kirine û gilî li ser hebû jî lê hate berdan.

Hewlêr

Di 9’ê Gulanê de li taxa Tecil ya Hewlêrê jinek temen 33 sal ya bi navê Bihar Zekerya Feteh ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin. Piştre tewanbarê bi navê A.T.M ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Dihok

Di 10’ê Gulanê de li taxa Serhiladan ya Dihokê jinek temen 28 salî dayika zarokekê li mala xwe de ji aliyê hevjînê xweve hate xeniqandin û tometbarê temen 32 salî li gora made yasya 406 ya Iraqê ve hate girtin.

Hewlêr

Di 13’ê Gulanê li bajarê Hewlêrê tometbarek hate girtin ku hertim êrîşî jinek ciwan ya xwendevanan peymangehê dikir û borbû sedemê xwekuştina jinek ciwan.

Berdevgê rêveberiya polisên Hewlêrê Hogir Ezî di daxuyaniyek ya çapemeniyê de da zanîn ku pişti di 19’’ê Nîsana 2022’an de jinek ciwan ya bi navê Aryen Mehemed li bajarê Hewlêrê xwendevana peymangeha Teknikî ya beşê Pirtukxane û winda bû piştî ku gilî kirin di 21 nîsanê de cenazeyê wê hate ditin ku di binahiyek ne temam kirî de li ser rêya Kerkuk ketibû xwarê. Polîsan diyarkir ku tometbar bi xwe li xwe mikur hat û hertim êrîş  li jinên ciwan dikir û piştî dest danin li ser telefona tomet bar têde derket holê ku gef li gelek jinên din yên ciwan jî kiriye.

Çemçemal

J be rpirsgirêka di nava dû hevjînên bi navê D.A.M û T.Î.M ku xelkê Silêmaniyê ne jina bi navê T.Î.M diçe mala bavê xwe ya li Binmeqanî ya girêdayî bajarokê Çemçemal, şeva 12-13’ê Gulanê hevjînê wê bi çek êrîşî mala xezurê xwe kir û di encamê de hemwelatiyek yê derdor bi navê Cume Elî Emer jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşê tometbar û kesek din yê bi navê B.M.A li gora madeya yasya 406 hatin girtin.

Hewlêr

Di 14’ê Gulanê de li taxa Şoreş ya Hewlêrê, mêrek êrîşî mala xezurê xwe dike û di encam de hevjîna xwe û biryayê hevjîna xwe birîndar dike. Berdevgê polîsên Hewlêrê di daxuyaniya çapemeniyê de diyar dike ku pirsgirêka van herdû hevjînan gihabû rêveberiya pêşîlêgirtina tunditujiya beramberî jin û malbatê, lê belê li gara madeya 405 ya hêjmare 31 ya sezadana Iraqê biryara girtinê hatibû derxistin û hete girtin.

Pêncewîn

Şeva 17’ê Gulanê rêveberê polîsên Pêncewîn daz zanîn ku keçek temen 14 salî bi awayek xeniqî cenazeyê wê hate ditîn. Navê keça ciwan Hestyan Faruqe û di sala 2008’an de ji dayik bû û xwendevane. Hestyan Faruq xelkê Seyîdsadiqe, ji bo kar bike berê xwe daye Pêncewîn, heta niha nayê zanîn ku bi xwe hatiye xeniqandin yan jî bi xwe xwe xeniqandiye.

Zaxo

Di 21’ê Gulanê de jinek temen 42 salî ku dayika 8 zarokane hate kuştin, ev jin xelkê komelgeya rizgarî ya sînorê Domîz a girêdayî Zaxo ye. Berdevgê polîsên Zaxo Neşet Selman di derbarê bûyerê de got: “Beriya tewanê ew jin peywendiya wê li gel hevjînê wê hebû û hat diyarkirin ku di bûyerê de çek hatiye bi karanîn. Derket holê ku ew jin li cihek din hatiye kuştin û pişte birine cihê ku lê hatî dîtin ku li ser rubarek derveyî Zaxo ku hevsînorê Tirkiye ye.

Dihok

Di 23’ê Gulanê de li gundê Nezrawe yê sînorê bajarokê Berdereş ya Dihokê, mêrekê hevjîna xwe ya temen 30 salî kuşt. Tewan jî piştî nakokiya di navbera qûrbanî û tewanbar de hatiye kirin.

Hewlêr

Di 23’ê Gulanê de nuçeyek di medya û torên civakî de belav bû ku keçek temen 14 salî li Gewreguska girêdayî Hewlêrê xwe xeniqandiye, lê belê tu çavkaniyek fermî piştrast nekiriye û polîsên Hewlêr jî bersîvan vê bûyerê neda.

Her li bajarê Hewlêrê di 25’ê Gulanê de jinek ku hatibû xeniqîn bi guman bû, piştî sê rojan xeniqî di mala xwede hate ditîn. Navê jinê Temîne Ezîz ya temen 68 salî bû, di mala xwe de bi awayek helawistî hate ditîn. Navê hevjînê wê Rizgare û bazirgan bû û li welatê Amerîka jiyan kiribû, ev demek bû vegerayî bajarê Hewlêrê li wêderê jiyan dikirin, beriya 6 mehan hevjînê wê ji ber vîrosa Korona jiyan xwe ji dest da. Temîne Ezîz xwedîî 5 zarokane û li gel binemaleya Rizgarê hevjînê wê ji ber pere û serwetê pirsgirêk derket. Di dema serdan birayê xwe kir de bi awayek xeniwî hate ditîn.

Germiyan

Di 27’ê Gulanê de di nava 8 saetan de li sînorê bajarokê Kelar ya girêdayî Germiyanê dû jin di dû bûyerên cûda de bi awayek guman dawî li jiyana xwe anîn. Li taxa Hey Muzefînî ya bajarokê Kelarê cenazeyê jinek Erbe ya bi navê X.X.E ya ku di sala 2000’an de ji dayîk bûye jina malane, dema bi awayek xeniqî gihandin beşa lezgîn ya nexweşxaneya Şehîd Hejar ji ber helawiatinê jiyana xwe ji dest dabû û ev jin briya 3 mehan zewicî bû.

Her wiha li Gundê Salih Axa ya herêma Quretû cenazeyê jinek ciwan ya bi navê C.S.A ku di sala 2007’an de ji dayik bûye bi awayekî xeniqî gihandin beşa lezgîn ya nexweşxaneya Şehîd Hejar ya Kelarê û ji ber xwehilawistinê jiyana xwe ji dest da.