Li Başûrê Kurdistanê herî kêm 21 jin hatin qetilkirin

Li gor daneyên ajansa ROJNEWS’ê parve kirî, di 8 mehên destpêkê yên îsal de li Başurê Kurdistanê 21 jin hatine qetilkirin û 17 jinên din jî bi awayek guman mirine.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Kurdistanê tundî û qetilkirina jinan herku diçe zêde dibe. Ji 2019’an ve rê nayê dayîn dneyên qetilkirin û tundiya li dijî jinan bên belavkirin. Ji ber hişmendiya paşverû ya civakê, parastina kujeran a ji aliyê desthilatê ve, nebûna serweriya hiqûqê, destwerdana di nava karên dadgehê de û nehiştina encambûna dozên kuştinên jinan, bûyerên qetilkirina jinan didome.

Li gorî daneyên ku ajansa ROJNEWS’ê ji nûçeyên di çapemeniyê derketine berhevkiriye, di 8 mehên destpêkê yên îsal de li Başurê Kurdistanê 21 jin hatine qetilkirin û 17 jinên din jî bi awayek guman mirine.

Li gorî mehan;

*Di meha Çile de li Silêmanî, Pênciwên û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û 2 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

*Di meha Sibatê de li sinorê parêzgeha Silêmanî û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û jinek jî bi guman jiyana xwe ji dest daye.

*Di meha Adarê de li îdareya Soran, Akrê û Ranyayê jinek hatiye qetilkirin û 2 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

*Di meha Nîsanê de li bajaroka Bazyan, Mexmûr, Akrê, îdareya Soran û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û 4 jinên din jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

*Di meha Gulanê de li Hewlêr, Dihok û navçeya Ranyayê 4 jin hatine qetilkirin û 2 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

*Di meha Hezîranê de li Hewlêr, Silêmanî, îdareya Zaxo û îdareya Soran jinek hatiye qetilkirin, jinek jî neçarî xwekuştinê hatiye kirin. Jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye. 4 mamostayên jin jî ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve rûbirûyê tûndiyê hatine.

*Di meha Tîrmehê de jî li navçeya Ranyayê, Kelar, îdareya Soran û Dihokê 3 jin hatine qetilkirin, 3 jin birîndar bûne, jinek neçarî xwekuştinê hatiye kirin û jinek jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.

*Di meha Tebaxê de li Silêmaniyê, navçeya Ranyayê, Hewlêr, bajaroka Dukan û îdareya Zaxo 3 jin hatine qetilkirin û 5 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, di sala borî (2024) de li Başurê Kurdistanê herî kêm 39 jin hatibûn qetilkirin. Ji wana 7 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dabûn.