Li Başûrê Kurdistanê gund tên şewitandin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Gundên ku bi darê zorê hatin valakirin û ji bo gundî eşyayên xwe kom bikin 9 saet dem hat dayîn hatin şewitandin.

Navenda Nûçeyan-Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê dike û bi darê zorê xelkê herêmê neçarî koçberiyê dike. Rojnewsê xwe gihand gundên PDK’ê di çarçoveya êrişan de daye valakirin. Xelkê Behdînanê ji ber gef û êrişan gundên xwe vala dikin. Duh jî 9 saet muhlet dan şêniyên gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Gîrgaşê yên li Herêma Ber Garê ku alav û amûrên xwe ji malan derxînin. Hinek welatiyên çûne gund, rastî wêranî û xerabeyeke mezin hatin. 

Şêniyên gund, wiha gotin: “Nedihiştin em bikevin gundên xwe. Piştî qanehkirina PDK’ê, rayedaran ji me re gotin ku ji bo em bikevin gundên xwe divê em destûrê ji dewleta Tirk bixwazin.” Dîmenên ku welatiyan gihandin ber destê Rojnewsê, dîmenên valakirin û şewitandina gundan ên salên 90’î li bakurê Kurdistanê hatine kirin bi bîr xist. 

Di dîmenan de ji gundên hatine valakirin malên şewitî û hilweşiyayî mane.