Li Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştinên jinan zêde bûye

Kesayetên jin derbarê bûyerên kuştin û silha eşîran de helwesta xwe nîşan dan.

Navenda Nuçeyan- Li Başûrê Kurdistanê bûyerên kuştin û silha eşîrê li ser fizîk û îradeya jinan bûye rojevek germ. Roj nîne bi navê namûsê kesek neyê kuştin.  Di tewanek yê vî welatî de jinek ji ber silha eşîrê bê îradeya xwe bi mêrekê re tê zewicîn. Li bajarê Hewlêrê bûyera 30’ê Hezîranê ku dû hevjîn ji aliyê birayê jinê ve hat kuştin, perdeyek li ser gelek pirs û qûrbaniyên jinan rakir.

Kuştina dû hevjînan perdeyek li ser silha eşîrê, tundûtujî, kuştina îrade û hebûna jinê bûyerek bû. Beriya niha salekê dû ciwanên bi navê Sumeya û Zekirya ku ji hev hez dikirin û ji aliyê mala jina ciwan ve rê li zewaca wan dihat girtin ku Sumeye û Zekirya bi hevre bizewicin.  Ji mala Zekirya sê jin ku yek ji wan temen 14 salî bi navê silha eşîrê didin mala Sumeya, lê belê ev silha eşîrê xwîn tenê ne rijand bû sedemê kuştina Sumeya, Zekirya û jiyana sê kesan. Ev pirsgirêka eşîrê çawa bandorê li ser jiyana jinên din dike û gelo wê bi dawî bibe?

Li herêma Kurdistanê bûyerên kuştinê zêde bûne. Heta niha nekarîne bi rêya perwerde, yasa, dadgeh, civak û aliyên din çareseriyekê bibînin. Serokê hikumeta herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî li şûna ku çareseriyê pêşbixwe di daxuyaniya çapemeniyê de got: “Kuştin li hemû cîhanê heye.” Piştî bûyera van herdû hevjînan Mesrur Barzanî daxwaza qedexekirina çekê bê destur kir û weke ku bi temamî bûyerên ku di qewimin bi çekên bê destur tê kirin lê meyze kir.

Jinan nerazîbûn û helwesta xwe derbarê bûyerên kuştin, silha eşîrê û biryara qedexekirina çekê bê destûr dan diyarkirin. Parêzer û çalakvan Peyman Ezedîn bi bîr xist ku ma pirsgirêka sereke bi çekên bê desturin û wiha got: “Partiya serokê hikumetê û cihgir di bin navê cûda de ji nivê zêdetir Kurd kirine leşker, dijî terorê, zêrevanî, hêzên altonî, komanda û h.w.d evane hemû bi destur û yasa xwedî çek in. ji bo bejdarbûna nava wan ne şerte ku xwendin hebe. Qedexekirina çekên bê destur gelek ji vê kareseta civakê ne dûr e.”

Bexşkirina demancan qedexe bikin

Nivîskar Xendan Ceza derbarê biryara Mesrur Barzanî ya ji bo qedekirina çekên bê destur wiha got: “Ezbenî ma ji bîra te çû.”

1- Hemû bertîl, demance û kelîşankof di festîfalên xêl û beg û eşîran de di bexşînin bi sekinin.

2- Hilbijartin nêz bûne, bexşîna demanceyan qedexe bikin.

3- Ew kerikên mela û feqiyên simbêl qeytan fetwayên silh û guherîna ku biryar didin bi roxînin.

Ezbenî ma wê ne baştir be

1- Wezareta adil û dadgehê û bingehên polîsa bikin şevan û dest ji zindî û muzîkê berdin.

2- Wezareta mafê mirovan bikin wezareta silûhê.

3- Wezareta perwerdeyê bikin cihê çekan.

“Bi tewana kuştinan zêdetir nêzî mirovan dibin”

Endama parlemena herêma Kurdistanê Şadî Newzad di naveroka karesatên li Hewlêrê tewan zêde dibin de wiha got: “Di tewana kuştinan ku weke tewanê vê karesetê lê tê temaşekirin, tewana herî mezin ku nêzî mirovan dibe ye. Sê keçên malbatekê li beramberî silhê didin malek din, ev karesatek mezine û cihê nîşandana helwestane, ne tenê kuştina dû hevjînan, ne merce ku ew tewan negihabîn gel, di dadgehê de deng nemaye û di nava civakê de jî nemaye. Heta niha ji mezinatî ber bi biçûktî ji ber xwîn, silh û pirsgirêkên din yên weke telaq, xwestekên mehrê û gelek din tewanin ku li beramberî aliyan tên kirin. Di nava vê civakê de ew bûyerên ku rojane rû didin çarenûsa ew sê keçên ku bi navê Silhê dane ku jiyan bikin an jî bikujin ji çarenûsa kuştinê ne baştire.”

“Çareseriya diyardeyên kuştin û xwekuştinê, perwerdeya kesan e”

Biryardera Fraksiyona Yekgirtî ya Îslamî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Serçinar Ehmed derbarê di tewanên kuştinan de bi karanîna çek û bi taybet çekê bê destûr de wiha got: “Ji bo ji holê rakirina diyardeyê kuştin û xwekuştina tenê bi çekê bê destûr ve neyê girêdan, dive ev pêngava yekem be, pêngava dûwem jî divê bi perwerdekirina kesên di nava civakê de destpê bike û bi perwerdeyek rast  û resnkarê mirovsazî erkek giring yê hikumetê ye ku divê destkarî bike. Serwerbûna yasa û nehêlana qaçaxçiya çek karên yasayî li beramberî jiyana şev, qomarxane û meyxaneyan hikumet jê berpirse. Nabe her roj çîrokek tirajedî ya bi xem hebe, sedemê wê jî nebûna bernemeyek têr û tejî ya mirovsaziyê ku di pileya yekem de hikumet divê berpirsyartî bigre ser milê xwe ye.”

“Heta mejî û fikrê mêran neguherê dê qetilkirina jinan didome”

Parlemena berê ya Îraqê Arezû Mihemed di derbarê bûyerên kuştin, tunditujî û silha eşîrê de wiha got: “Heta mejî û fikrê mêran bi temamî li beramberî jinê azad nebe, dê qetilkirina jinan berdewam bike. Mixabin hîna xemsariyek zêde heye, hîn jî jin ji ber çareseriyên nakokiyên di navbera dû mêran de tê bi karanîn û hîna jî jin weke namusa mêr tê ditîn. Ev çand seqete, ne parastinek dinî heye ne jî fikrek yê rewşenbîrî heye ku xebatek bikin ku vê fikrê bi zivîrînin. Dema ku mirovek tewanekê dike divê bi xwe bedelê wê bide ne jin bibe qûrbanî.”