Li Bakurê Kurdistanê mitîngên 8’ê Adarê
Li Bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hezaran jin beşdarî mitîngên 8’ê Adarê bûn, jinan diyar kirin ku bi pêşengiya jinan dê aştî û azadî were avakirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Navenda Nûçeyan- Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, di mitîngên ku li Amed, Riha, Wan, Stenbolê û bajarên din ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin li darxistin de bi hezaran jinan qad tije kirin.
Jinên ku bi diruşmeya ‘Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin’ di mîtîngan de axivîn, û diyar kirin ku têkoşîna jinan hêza bingehîn a azadî û aştiyê ne û dan zanîn ku ew dê bibin pêşengên pêvajoya nû.
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP), bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê,li Qada Stasyonê ya Amedê bi dirûşma “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk ava dikin” mitîngê li dar dixe. Bi heman diruşmeyê li navçeya Pirsûs û Rihayê bi beşdariya bi hezaran jinan mîtîng hate li darxistin. Di mîtîngên herdu bajaran de, jinan cil û bergên Kurdî li xwe kirin û qad tije kirin, diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ û ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.
Herdu mîtîng bi deqyek rêzgirtina ji bo tevahî cangoriyên azadiyê desetpê kir.
Amed
Mitînga li Qada Stasyonê ya Amedê hatî li darxistin de, Platforma DAKP, TJA, parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), hevserokên şaredariyan, Dayîkên Aştiyê, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên navçeyan yên DEM Partî û DBP’ê beşdar bûn. Li qada mitîngê pankartên “Ji Rojava heta Rojhilat kêziyê azadiyê tê hûnandın” ,“Bi hevrêtiya komunalîst ber bi jiyana azad ve”, “Her komunek parastina jinê ye”, “Bi Jineolojiyê em ê fêm bikin bi komunê dê azad bibin” û “Dem dema jinê ye, dem dema azadiya Rêbertiyê ye” hatin daliqandin.
‘8’ê Adarê ji bo me roja têkoşînê ye’
Hevseroka DBP’a Amedê Rûçem Vefa Elyakut axivî û got: “8’ê Adarê ji bo me roja serhildan û têkoşînê ye. 8’ê Adarê, bi têkoşîna jinên Kurd veguherî roja berxwedan, têkoşîn û azadiyê.”
‘Dem dema jinê ye’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê jî got: “Jin li her devera cîhanê ji bo hebûna xwe li ber xwe didin, têdikoşin. Em vê têkoşînê silav dikin. Em dikarin civakeke azad, aştiyane û birûmet ava bikin. Jin, ji bo jiyaneke nû, ji bo pêkvejiyanê xwe birêxistin dikin. Ew rêxistinî duh li Êlihê, îro li Amedê û sibe dê li her derê be. Ev rêxistinbûyîn dê ji bo me bibe pêşeng. Dem dema jinê ye, dem dema aştiyê ye. Divê em vê pêvajoyê baş fêm bikin û bibin pêşengên wê.”
Ji girtiyên jin peyma 8’ê Adarê
Di mitîngê de peyama jinên girtî hate xwendin. Peyam, ji hêla Hevseroka Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a MED’ê (MED TUHAD FED) Pinar Sakik Tekînê ve hate xwendin. Peyam wiha ye:
“8’ê Adarê; têkoşîneke ku ji Înannnayan heta Marîaman, ji Rosayan heta Semayan, Jîna Emîniyan, Asya û Mabahaban heta roja me didome ye. Li dijî xezeb û zilma kujerên kastî, serhildana jinên şoreşger, berxwedêrên ku rengên cîhanê li xwe pêçane. Hêrsa bêdawî ya Pinaran, Ceylanan, Îlaydayan, Gulistanan, Narînan, Rojînan, Emîniyan ên di quncikekî malê de, di kolanê de, li parkê, li daristanekê, li rex qeraxekê hatine qetilkirin. Denê jinên karker û kedkar e ku li malê, li febrîqeyan, li deşt, çiya, gund û bajaran jiyanê, xwezayê, kedê diparêzin.
Vaye qad! Civakîbûna me, bi têkoşîna me ya di dilê me de lê dide, bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ mezin dibe. Ji bo bicihanîna xeyalên xwişkên xwe, hevrêyên xwe yên me winda kirin ev meş didome. Ji Rojava heta Rojhilat, ji Başûr heta Bakur jin dîroka ronesansê dinivîsin. Silav ji we re. Hezar silav ji Rêberê bi evîna Mem û Zînê û Derwêş û Edûleyê yên nûjen û serkeftî rê li ber jina azad û civaka demokratîk vekirî re.”
Li dijî şer piştevaniya jinan
Aktivîsta TJA Sebahat Tuncel di axaftina xwe de diyar kir ku jin li dijî tundî, şer û mêtîngeriyê têdikoşin. Jin li dijî tecawîz, tundî, xizanî û mafê xwe yê jiyanê di parêzin . Sabahat Tuncel ji jinên li Îran, Başûr, Lubnan û Filistînê di şertên şer de dijîn silav şand.
Sabahat Tuncel da zanîn ku şer tê wateay mirin, xizanî û zilmê û ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn û Dinyayê banag li dijî şer kir.
‘Jinan te bi tenê nehişt’
Sebahat Tuncelê bal kişand banga Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê û got: “Salek berê serdemeke nû dest pê kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mizgîniyeke nû da gelên Rojhilata Navîn. Got; ‘Jiyaneke din mimkûn e. Pêşengên vê pêvajoyê jin in.’ Got ‘Min tu caran jin bi tenê nehişt.’ Em jî niha li vir dibêjin ku hevrêyên te yên jin jî tu caran tu bi tenê nehişt û dê bi tenê nehêlin.”
‘Em ji bo Rêber Apo daxwaza azadiyê dikin’
Di berdewamê de Sebahat Tuncelê da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, tevgera jinên Kurd û tevgera siyasî piştî bangê gav avêtine û axaftina xwe wiha qedand: “Lêbelê heta niha jî Meclisê tu gavek ne avêtiye. Tenê raporek amade kiriye. Demildest qanûnên pêwîst derxînin, rêya azadî û aştiyê vekin. Bêguman bi derxistina qanûnan azadî nayê. Ev jî têkoşînek e û em ê têbikoşin. Birêz Ocalan, banga jiyaneke nû, jiyaneke azad li jinan dike. Dibêje ku ev bi siyaseta demokrtîk dikare bibe. Ji bo vê hewcehî bi azadî û aştiyê heye. Ji bo aştî û azadiyê jî divê her kes azad be. Divê avakerê aştiyê azad be. Em ji bo Rêberê Gelê Kurd, ji bo Serok Apo, ji bo hevrê Apo azadiyê dixwazin. Em careke din bi tililiyên xwe hezkirina xwe jui Îmraliyê re bişînin.”
Axaftin ji aliyê jinan ve bi çapik û tililiyan hate pêşwazîkirin.
‘Jin xwedî mîrasek bi hêzin’
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, di mitîngê de axivî û anî ziman ku êdî dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li her çar aliyên cîhanê olan dide û ev dirûşm, li dijî tarîtiyê bû qêrîna azadiyê ya jinan.
Çîgdem Kiliçgun Uçar îşaret bi jinên hatine qetilkirin kir û bi bîr xist ku di Çileyê de 20 jin hatine qetilkirin.
‘Li Rojava, jinan bi destê xwe azadiya xwe ava kir’
Çîgdem Kiliçgun Uçar di dema axaftina xwe de cenazeyê şervana Jin Denîz Çiya ji avahiyeke Helebê bi bîr xist û got: “Niha şerê sêyemîn ê cîhanê heye. Jinan, li dijî vî şerî keziyên xwe vehand. Li Rojava, jinan bi destê xwe azadiya xwe ava kir. Azadiya jinan, civakan û gelan girêdayî hev e. Jinan, bêyî li benda alîkariya hin kesan bin ev serkeftin bi dest xist. Ne tenê li Rojava, li her çar aliyên cîhanê jinan li dijî vî şerî keziyên xwe vehand. Li gel vê, li Rojava şoreşek hûnand. Ev têkoşîn niha jî li rojhilatê Kurdistanê tê domandin. Dema em li Rojhilat dinêrin, Jîna Emînî, Şîrîn Elemhûlî û ‘jin, jiyan, azadî’ tê bîra me. ‘Jin, jiyan, azadî’ êdî li her çar aliyên cîhanê olan dide. Li dijî tarîtiyê, bû dengê qêrîna jinan. Em gelek serbilind in ku xwedî mîrateyeke mezin a ji Zerîfayan, ji Sarayan, ji Bêrîtanan û ji Denîz Çiyayan ji me re mayî ne. Em bi vê mîrateyê azadiyê bi dest dixin. Roja Jinan li we tevan pîroz be.”
Piştî axaftinan peyam Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 8’ê Adarê bi tirkî ji aliyê Gulbihat Aksoy û bi Kurdî jî ji aliyê Ayşegul Ayaz ve hate xwendin.
Piştî peyaman mitîng bi mûzîk û govendê dom kir.
Riha
Li navçeya Pirsûs a Riha, di mitînga ku li Qada Cumhuryetê hatî li darxistin de bi hezaran jin beşdar bû. Jinan pankarta bi nivîsa "Em jinên bedew û jîr, hûn nikarin me kole bikin, ne bi sîstem ne bi zincîran” hilgirtin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan, behsa têkoşîna jinan kir û got: "Jinên ku berxwedana li Rojava mezin kirin, hebûna Kurdan nîşanî cîhanê dan. Ger îro slogana 'jin jiyan azadi' li çaraliyê cîhanê bilind dibe, ev bi saya jinên Kurd e. Yên ku hebûn û berxwedana Kurdan nîşanî cîhanê didin, dê azadiya Kurdan jî bi dest bixin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de bangek kir. Em ê jin bibin banga aştiyê."
Ji jinan banga yekîtî û piştevaniyê
Li ser navê Platforma Jinên Kurd Şermîn Aygoren axivî û got: "Kurd di serdemeke pir krîtîk re derbas dibin. Li her çar beşên Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek. Jinên Kurd hewce ne ku yekîtîyê bi dest bixin."
‘Yekîtiya jinan rêya rizgariyê ye’
Hevberdevka Însiyatifa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit behsa berxwedana Kobanî ya 2014'an kir û got: “Çawa ku xelkê Pirsûsê wê demê digotin, 'Kobanê ya Pirsûs em hemû yek in,' em îro dîsa dibêjin ku sînor bêwate ne. Divê Kurd dengê xwe yê ji bo yekîtiyê bilind bikin. Yekîtî, xweparastin û rêxistinbûn e ku dê me rizgar bike. Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Em, wekî Kurd, şer naxwazin. Em aştî, azadî û wekheviyê dixwazin. Yekîtîya jinan, yekîtîya Kurdan e ku dê me rizgar bike.”
‘Daxwaza jiyanek azad û wekhev’
Aktivista TJA'yê Ayla Akat Ata, got: "Heke hûn amade ne, wê hingê em civatek demokratîk ava bikin. Di peyama xwe ya dawî de, Rêberê Gelê Kurd got ku pêvajo ketiye qonaxa xwe ya duyemîn. Ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku divê ji parlamentoyê gav werin avêtin. Em dikarin vê yekê bi dest bixin. Kobanî li kêleka me ye; li wir jiyanek hatiye avakirin. Ev şêwaza jiyanê ji bo tevahiya cîhanê mînakek e. Jiyana li wir ne jiyanek e ku xapandinê vedihewîne. Jiyana li Rojava hatiye avakirin hedef hat girtin. Lêbelê, berxwedana mirovên li wir, nemaze jinan, êrîş pûç kir. Em ê dengê xwe ji vir bigihînin jinên ku li Kobanî li ber xwe didin. Wekî jin, em hêza xwe ji Birêz Ocalan digirin. Wekî jin, em bawer dikin ku azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ve girêdayî ye."
Peyama 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji jinan re şandibû, hate xwendin. Metna Kurdî ya peyamê ji aliyê aktivista TJA'yê Başak Saridal û ya Tirkî jî ji aliyê aktivista TJA'yê Eylem Saruca ve hate xwendin.
Piştî peyamê, mitîng bi stranên ku ji aliyê hunermend Xecê ve hatine pêşkêşkirin bi dawî bû.
Wan
Tevgera Jinên Azad (TJA) di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wanê bi dirûşma "Em Bi Berxwedanê azad dibin, Civakek Demokratîk Ava Dikin" mîtîngek li dar xist. Di pîrozbahiya ku dowîzên bi nivîsên "Yek gotin yek çalaki" û "Jin Jiyan Azadî" hatin hilgiritn, pankartên bi nivîsên wekî "Niha dema jinan e", "Şoreşa jinan şoreşa civakî ye" û "Azadî ji bo sedsala jinan bi Jin Jiyana Azad re" hatin vekirin. Jinan alên binefşî, zer, sor û kesk ên bi nivîsên "jin, jiyan, azadî" rakirin. Jinan gelek caran dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Peyama Meclîsa Dayikên Aştiyê hate xwendin. Di peyamê de, Dayikên Aştiyê, bi îşaretkirina pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk", tekez kirin ku ew ê têkoşîna xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo aştiyê bidomînin.
'Em jinên Rojhilat silav dikin'
Piştre, çalakvana TJA Zeynep Sipçik axivî. Zeynep Sipçik diyar kir ku jin li çaraliyê cîhanê ji bo pêşeroja xwe têdikoşin û got, "8'ê Adarê ji bo me ne tenê rojek pîrozbahiyê ye; di heman demê de rojek berxwedanê ye jî"û bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 8'ê Adarê. Zeynep Sipçik behsa polîtîkayên şerê taybet kir û got, "Ev zîhniyeta ku li Rojava jinan hedef digire nikre şoreşa jinan hedef bigire. Îro jî heman tişt li ser jinên li Îran û Rojhilat tê ferzkirin. Ji vir şûnde, em destkeftiyên jinên li Rojava û jinên Rojhilat silav dikin."
'Felsefeya Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn deriyek hêviyê vekir'
Zeynep Sipçik behsa pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" kir û diyar kir ku ev pêvajo ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Zeynep Sipçik destnîşan kir ku ev bang ji bo rewestandina rijandina xweînê ye û got: "Tevgera Azadiyê, bi banga Birêz Ocalan, gavên pir girîng avêtine. Dewletê jî hin gav avêtine. Lêbelê, wekî jin, em ê şopînerên gavên berbiçav bin. Em ê şopînerên vê pêvajoyê bin ku bigihîje armanca xwe. Wekî jin, em ê jî şopînerên daxwazên xwe bin. Pêdivî ye ku jin di vê pêvajoyê de herî zêde beşdar bibin. Ji ber vê yekê, jinên Kurd yek ji aktorên herî girîng ên vê pêvajoyê ne. Di vê çarçoveyê de, divê polîtîkayên komkujî, tundûtûjî û tecawizê yên li dijî jinan tavilê rawestin. Divê Peymana Stenbolê di zûtirîn demê de ji nû ve were bicîhkirin. Bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan, deriyek hêviyê ji bo gelên li Rojhilata Navîn vebûye."
‘Ez spasiya Birêz Ocalan dikim’
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, mafê axaftinê girt. Pervîn Buldan, axaftina xwe bi pîrozkirina Roja Jinan dest pê kir û got: “Em bi rûmet in, em serbilind in ji ber ku em îro piştî têkoşînekê bi hezaran kes li hev dicivin. Lê berî wê, ez spasiya Birêz Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê dikim ku felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li cîhanê belav kir. Em li vir in ku berxwedan û têkoşîna xwe berfireh bikin. Hûn, jinên Wanê, mînaka herî mezin a berxwedan û têkoşînê nîşan didin. Hîn rêyek dirêj li pêşiya me ye. Ji ber ku em dizanin ku kuştinên jinan, şîdeta li dijî jinan û daxwazên jinan ên ji bo azadiyê berdewam dikin. Ji ber vê yekê, em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin. Heta ku jin li vê erdnîgariyê wekhev, azad û bi deng û rengên xwe werin qebûlkirin. Ez silav û hezkirina xwe ji hemû hevalên xwe yên jin ên di girtîgehê de re dişînim.”
'Em ketine pêvajoyeke entegrasyona demokratîk'
Pervîn Buldan got: “Vê herêmê êşeke mezin kişandiye û bedelên giran dane. Niha pêvajoyek heye û divê em hemû piştgirî bidin wê û berfireh bikin. Niha qonaxeke nû di vê pêvajoyê de hatiye destpêkirin. Em ketine pêvajoyeke entegrasyona demokratîk. Di vê pêvajoya entegrasyona demokratîk de barekî mezin dikeve ser milê jinan. Li cihê ku jin tune bin, mirov nikare behsa aştî, demokrasî, an jî bidestxistina maf û edaletê bike. Ji ber vê yekê, werin em hemû bi hev re aştiyê bînin van axan. Jinan her tim bedelên giran dane da ku bigihîjin cihê ku îro lê ne," û bal kişand ser polîtîkayên qeyûm jî.
'Em ne şer û ne jî dîktatoran qebûl dikin'
Pervîn Buldan gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Heke hûn dixwazin ev pêvajo veguhere aştiyeke rastîn, hûn ê qeyûman ji kar dûr bixin û Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan bijînin şûna wan. Divê hemû hevşaredar vegerin ser erkên xwe. Vegera hevşaredaran bo ser erkên xwe dê pêvajoyê geş bike, Kurd dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn. Bila şer biqede, bila aştî bê. Ez dibêjim, bila aştî bê Rojhilata Navîn, ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên bindest û bê guman ji bo jinan. Ez 8'ê Adarê bi hestên xwe yên herî ji dil pîroz dikim.”
Piştî axaftina Pervîn Buldan, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan bi boneya 8'ê Adarê bi Kurdî û Tirkî hate xwendin. Di dema peyamê de û piştî wê, jinan dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Piştî peyamê, Koma Sorjiyan derket ser dikê. Pîrozbahî bi govend û dirûşman bi dawî bû.
Stenbol
Li Stenbolê bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê, ji Peykera Bogayê ya navçeya Kadikoyê ber bi Îskeleya Kadikoyê ve meşek hat lidarxistin. Bi hezaran jinên li pêşiya Peykera Bogayê kom bûn û bi kortejan meşiyan. Jin, bi cil û bergên Kurdî û herêmî tev li meşê bûn. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, parlamenterên DEM Partiyê û gelek jin di korteja TJA’yê de cihê xwe girtin.
Di meşê de coşeke mezin hebû. Jinan, pankartên “Em bi berxwedanê jiyanekê azad û wekhev dihûnînin”, “ Li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer em jin serî hil didin. Jin, jiyan, azadî”, “Ji keziyên min alan çêkin”, “Dema dengên me bûn yek dê têkoşîn dest pê bike” û “Em jiyaneke wekhev dihûnin” hatin hilgirtin. Her wiha wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di 9’ê Çileya 2013’yan de li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin.
Di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azad”, “Bijî berxwedana jinan”, “Bijî 8’ê Adarê, bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî”, “Em ne malbat jin in, jin di serhildanê de ne”, “Bijî piştevaniya jinan” û “Em jiyaneke mirovane dixwazin” hatin berzkirin.
Qada mitîngê her ku çû tijê bû û coşa li qada mitîngê zêde bû. Jinan govend gerand.