Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî
Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cur be cur 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin.
Navenda Nûçeyan – Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Kobanê û Hesekê şahî hat lidarxistin li Qamişloyê jî Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî hat pêşandin.
Kobanê
Bi boneya cejna Zimanê Kurdî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê bi dirûşma “Zimanê Kurdî sedema têkoşîna me ye” pîrozbahiyek li dar xist.
Bi sedan mamoste û xwendekar, saziyên civaka sivîl, endamên rêveberiya xweser, Kongreya Star û gelek endamên partiyên siyasî li dibistana Şehîd Azad kom bûn û cejna zimanê Kurdî bi şahiyekê pîroz kirin. Dibistan bi rengê kesk, sor û zer her wiha bi pankartên bi dirûşma “Em bi zimanê xwe perwerde dibin” “Civaka azad civaka xwedî ziman e” û “Civaka ku xwe gihandibe ziman bûye xwediyê serdema bi hêz û jiyanê” hatibû xemilandin.
Şahiyê bi deqek rêzgirtinê dest pê kir, piştre havseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim axivî û got: "Ev roj ne ji rêzê ye. Em weke gelê Kurd bi salan ji mafê xwe yê jiyana bi zimanê xwe yê zikmakî re bêpar mane. Asta ku em îro gihîştinê ji xwendin û fêrkirina bi zimanê Kurdî cihê serbilindiyê ye. Ziman ne tenê alav û çend tîp in; ziman hebûn, nasname û mîrateyeke civakî û exlaqî ye."
Paşê koma zarokan û ya muzîkê yên peymangeha Vejîn, koma govendê ya navçeya Qinê û bajerokê Sirînê û hunermend Ehlam Îsa bernameyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.
Di çarçoeveya şahiya Cejna Zimanê Kurdî de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Firatê diyarî dan zarokan.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Qamişlo
Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi Kurdî biaxivin, pişaftinê hilweşînin” yekemîn pêşangeha pirtûkên Kurdî li bajarê Qamişloyê li dar xistin.
Bi pêşengiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 1’emîn pêşangeha pirtûkên Kurdî hat lidarxistin. Cara ewil pêşangehek wiha tê lidarxistin. Pêşangeh bi boneya Cejna Zimanê Kurdî hat lidarxistin. Pêşengeh bi dirûşma “Bi Kurdî biaxivin, pişaftinê hilweşînin” li bajarê Qamişloyê li Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo hat lidarxistin. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û saziyÊn sivîl beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de gelek pirtûkên bi zimanê Kurdî hatin pêşandan. Pêşangehê bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî axaftin hatin kirin. Her wiha Koma hunermendên Rojava çanda herêma Cizîrê stranên Kurdî pêşkêş kirin. Tê payîn ku wê ev pêşangeh 3 rojan bidome.
“Ziman nasnameya mirovan e”
Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Yasmîn Mistefa ku Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir wiha nerînên xwe anî ziman: “Em îro bi boneya Cejna Zimanê Kurdî vê pêşangehê li dar dixin. Ev şahî ji bo tevahî Kurdan gelek pîroz û cihê kêfxweşiyê ye. Weke jinên rewşenbîr em beşdarî pêşangehê bûn. Her wiha gelek sazî û dezgehên rêveberiya Xweser û saziyên sivîl beşdarî vê pêşangehê bûn. Nêzî 10 hezar pirtûk di vê pêşangehê de hatin pêşandan. Ev cara ewil e pêşangehek bi vê rengî tê lidarxistin. Wê ev çand her sal berdewam bike û em ê pirtûkxaneya xwe dewlemendtir bikin. Pirtûkên me li ser ziman, helbest, çîrok, dîrok, ferheng, wêje û zarokan in. Her wiha gelek rengên cudatir ku bi zimanê Kurdî hatine çapkirin hatin pêşandan. Em vê rojê li tevahî Kurdan pîroz dikin.
Heseke
Bi dirûşma " Ziman hebûna me ye, hebûna me qir nekin" îro Komîteya Zimanê Kurdî ya Kantona Hesekê şahiyek li dar xist.
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, îro Komîteya Zimanê Kurdî ya Kantona Hesekê li Hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê şahiyek li dar xist. Rêveber û endamên saziyên civaka sivîl, mamoste û nûnerên dibistanan, meclisa civaka Ermenî tevlî şahiyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Berdevkê Komîteya Dibistana giştî Malik Elî wiha axivî: "Dijmin dixwaze ziman, çand û hebûna me tune beke lê bi saya zarokên vê xakê îro me parastina xaka xwe kir. Zimanê me kesayeta me diyar dike, çiqas em zimanê xwe bi pêş bixin em ê hebûna xwe ewqas biparêzin. Mirovê bê ziman bê nasname ye bê dîrok e lewma parastina zimanê dayikê pir girîng e. Em bang li her Kurdê dikin ku zarokên xwe fêrî zimanê dayikê bikin. Wekî Celadet Bedirxan got; "Kurdino mal xirabno ya fêrî zimanê xwe bibin yan jî nebêjin em Kurd in.”
Berdevkê Komîteya Zimanê Kurdî ya kantona Hesekê Dilsoz Ibrahîm Roja Ziman li Rêber Ocalan û zimanzanê Kurd Celadet Bedir Xan pîroz kir û wiha got: "Ziman nasname ye, perwerdeya bi zimanê dayikê mafê her kesê ye, ji ber ku ziman hizir bi xwe ye. Kesê ku folklora xwe nas dike dikare xwe bide naskirin. Em hêvî dikin ku her kes xwedî li zimanê xwe derkeve, xwedîderketina li ziman xwedîderketina li nirxên vê civakê ye."
Paşê helbestvan Ferhad Merdê çend helbest xwendin.
Şahî bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê hunermend Midiya Xalid û Ferec Dervîş bi dawî bû.