Li bajarokê Xurmal festîvala giyayên biharê

Festîvala giyayên biharê ya li bajarokê Xurmal dest pê kir wê sê rojan berdewam bike. Jin bi berhemên xwe yên karên dest, xwarinên gelerî û giyayên biharê beşdar bûne.

Helebce- Deşta Şarezûr û xaka Kurdistanê bi xwezaya xwe ya şîn û giyayên cuda yên biharê dewlemend e. Di rojên 18- 20’ê Nîsanê de li bajarokê Xurmal festîvalek ji bo nîşandana giyaên biharê hat lidarxistin û çend cureyên giyayan tê de hatin nîşandan.

‘Kurdistan di warê giyayan de gelek dewlemend e’

Hemîde Xerîb a ku bi giyayên weke kereng, karî, keyark, tolik gulên ji bo tendirûstiyê baş tevlî festîvalê bû got: “Di xaka me de gelek giyayên bi sûd şîn dibin lê belê em nizanin. Wan giyayan li welatên derve ji bo derman bi kar tînin. Ev giya ji bo tendirustiya mirovan gelek baş in. Mirov dikare hişk bike bixe sarincan ji bo werzin din were bikaranîn. Kurdistan di aliyê giyayên xwezayî de gelek dewlemend e û divê jin vegerin xwezayê.”

Werza komkirina giyayên biharê ku weke dermanên xwezayî tê nasîn, ji bo gelek jinan di demsala biharê de dibe riya debarê.